STENBOL - HDK’ê diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hewl dide di çarçoveya lêpirsîna li dijî şaredariyan de wan tawanbar bike û got: “Ne hedê tu kesî ye ku kongreya me tawanbar bike.”
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê 9 şaredariyên navçeyên Stenbolê yên CHP’î de lêpirsîn da destpêkirin û di vê çarçoveyê de 2 jê cîgirên şaredaran û 7 jê endamên meclisan bi giştî 10 kes hatin binçavkirin. Dozgeriyê, di daxuyaniya xwe de Lihevkirina Bajar a di navbera partiyan de weke sedema lêpirsînê nîşan da. Dozgeriyê got; “Ji bo hemû hêma û kesên di nava xebata Lihevkirina Bajar de cih girtin bên deşîfrekirin, der heqê kesên di nava Sîwana HDK’ê ya Stenbolê de cih digirin lêpirsîn hatiye destpêkirin.” HDK’ê jî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.
HDK’ê diyar kir ku dozgeriyê têgeha “Lihevkirina Bajar” weke sûc nîşan daye û got ku dozgeriyê bi vê biryara xwe hewl daye îradeya tevahiya beşên civakê yên bajar weke “avadaniyên sûc” nîşan daye. HDK’ê, ev hewldana dozgeriyê weke “avakirina zemîneke pir xetere” nirxand û ev hewldana dozgeriyê weke sûc pênase kir.
HIQÛQA DIJMINATIYÊ
Bi domdarî HDK’ê destnîşan kir ku îktîdar darazê li dijî derdorên muxalîf bi kar tîne û got: “Ev operasyonên li pey hev tên kirin nîşan didin ku operasyonên siyasî ne û hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye. Îktîdar tenê bi van rêbazan dikare xwe biparêze. Di operasyonên qirkirina siyasî yên dawî de ku navenda wan Stenbol e, delegetiya HDK’ê weke hêmaya sûc tê nîşandan û bi vê sedemê siyasetmedar, rojnameger û rêveberên baroyê hatine binçavkirin û girtin. Bi vî awayî dixwazin HDK’ê krîmînalîze bikin. Yek ji armanca avakirina HDK’ê avakirina aştiyê ye û di demeke nîqaşên aştiyê tên kirin de ev zexta darazê nayên qebûlkirin. HDK, platformeke qanûnî û rewa ye. Hêza tu kesî têr nake ku HDK’ê weke rêxistineke îllegal nîşan bide. Hedê tu kesekî nîne ku kongreya me tawanbar bike. Dê têkoşîna me ya li dijî van kompasan bidome û em ê teslîm nebin.”