STENBOL - ÎSÎG’ê rapora xwe ya “Cînayetên Kar ên Zarokên Karker” parve kir û diyar kir ku di nava 12 salan de 742 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya “Cînayetên Kar ên Zarokên Karker” ku salên di navbera 2013-2024’an de digire nav xwe, eşkere kir. Li gorî raporê, di nava 12 salan de herî kêm 742 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Ji zarokên jiyana xwe ji dest dayin 256 jê di navbera temenê 0-14 salî, 486 jê di navbera temenê 5-17 salî û 86 jî zarokên penaber in.
Di dawiya raporê de ÎSÎG’ê li dijî karkeriya zarokan banga têkoşîna hevpar kir.