ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku dibe banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku dihat payîn di 15’ê Sibatê de were kirin, bi wê rojê re negihije.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) piştî civîna koma partiya xwe ya heftane bersiv da pirsên rojnamevanan. Tulay Hatîmogûllari li ser pirsa tê gotin wê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bang bike got, 'Dibe ku bang negihêje 15'ê Sibatê'.
Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser serdana Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ya li Başûrê Kurdistanê û wiha got: “Heyeta me wê li Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê hin serdanan bike. Encamên wan jî wê ji Birêz Ocalan re bê ragihandin. Li gorî texmîna me, di nava vê mehê de wê bangeke bi vî rengî ya dîrokî bê kirin. Îro li Tirkiyeyê her kesî di hemû hevdîtinan de peyamên ji bo avakirian aştiyê li vî welatî dan. Civak amade ye, siyaset amade ye, muxalefet amade ye. Dibe ku ya ne amade desthilatdar be. Divê têkildarî pêvajoya aştî, diyalog û çareseriyê nexşerêya xwe eşkere bikin. Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Operasyona îro ya li hemberî şaredariyên Stenbolê, cezayê li hevşaredarê me yê bajarê mezin ê Wanê hate birîn derbê li vê pêvajoya diyalogê dixe. Ji ber vê yekê em ji vê derê careke din bang li desthilatdariyê û aqlê dewletê dikin. Pêşî li diyalog û aştiyê vekin."