AMED - Parêzerê Abdullah Zeydan, Mehmet Emîn Aktar got; “Dadgehê biryara beriya niha hatibû dayin li rûyê me xwend.” Parêzer Mahsunî Karaman jî got: “Meseleya esasî, talankirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ye.”
Danişîna 8’emîn a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidaxistin. Dadgehê, bi îdiaya “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê da Zeydan. Parêzerên Zeydan, Mehmet Emîn Aktar û Mahsunî Karaman têkildarî biryarê axivîn.
Aktar, da zanîn ku Dadgeha Bilind beriya niha biryara “alîkarî daye rêxistine” betal kiriye û wiha got: “Îro jî bi îdiaya ‘teşebisa alîkarîdayina rêxistinê’ ceza dan. Bingeha vê îdiayê jî tune ye ku di tespîta dadgehê bi xwe de jî ev pir eşkere ye. Keşfa li cihê bûyerê hatiye kirin eşkere ye. Eşkere ye ku ev tevger teşebisek nîne. Lewma dema mivor ji vî alî vê lê dinihêre, digihije encamekê. Abdullah Zeydan Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê ye û sedema sereke ya dayina cezayê jî ev e.”
Bi domdarî Aktar, destnîşan kir ku di danişînê de parêzerê Zeydan xwe ji dozê vekişand û wiha pê de çû: “Abdullah Zeydan wekîlên nû ji bo xwe tayîn kir. Ev yek di qanûnê de heye. Diviyabû dadgehê ji bo parastinê dem dabûya lê neda. Di esasê xwe de dadgehê duh bi daxwaza ‘tevdîrên ewlehiyê’ biryara xwe eşkere kir. Me got ku vê rewşê bêalîtiya dadgehê binpê kir û me daxwaza redkirina dadger kir. Lê ev daxwaz hate redkirin. Dadgeha ku ev yek li ber çavên rojnamegeran red kir, bêyî ku navberê bide, biryara di komputerê de hatibû qeydkirin li rûyê me xwend. Em ê li dijî biryarê serî li Dadgeha Bilind bidin.”
'HEKE REWŞEKÎ ASAYÎ BÛYA DÊ BERAET BIKIRA’
Parêzer Mahsunî Karaman jî destnîşan kir ku ji destpêkê heta niha dosyayê dişopîne û di danişîna dawî de xwe ji dozê vekikişandiye. Karaman, diyar kir ku diviyabû Zeydan ji vê dosyayê beraet bikira û axaftina xwe wiha qedand: “Mesele ne cezagirtina Zeydan e. Mesele ew e ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê talan bikin. Belkî jî sibe biryara tayînkirina qeyûm were dayin. Tu girîngiya nirxandina dosyayê û gotina kesên pispor nîne. Ji ber ku li vir biryareke siyasî heye. Ev dosya û dozên siyasî ne. Ji bo armanca hatiye diyarkirin pêk bînin, her cureyên bêhiqûqtiyê dikin. Heke em di rewşeke asayî de bûna dê biryara beraetê bihata dayin lê mesele Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ye. Ev, dozeke siyasî ye.”
MA / Mujdat Can - Rûkiye Payîz Adiguzel