ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2024'AN
- rojane
- 09:00 23/9/2024
Hejmara 249’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rêxistinbûyîna gel ferz e” derket pêşberî xwînerên xwe.
Di kongreya 10’emîn a PYD’ê de Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso wek hevserokên nû hatin hilbijartin.
Alî Ekber Orûç ê di sala 2014’an de wek nexweş ji girtîgehê derketiye, li Amedê di nexweşxaneya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
31’emîn Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn. Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di merasîma xelatan de axivî û wiha got: “Belê, zext didomin, neguherîn lê belê rastiyekî din a neguheriye jî heye, ew jî têkoşîna Apê Mûsa ye.”
Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji bo sûcên beriya 22’yê îlonê hatine kirin, efûya giştî îlan kir.
Endamê Koma Aştiyê Alî Şukran Aktaş ê di 12’ê tîrmehê de li Îzmîrê dema ji ber penceşêrê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest dabû, bi ser gora xwe hate bîranîn.
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Meclisê îro jî berdewam kir. Şenyaşar, got: “Heta edalet pêk tê ez ê ji vir neçim.”
Li Amedê baraneke zêde û gijlok bariyan û bandoreke neyînî li ser jiyana xelkê bajar kir.
Li Aydinê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” bi ser gelek malan de hate girtin û 7 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Sûrê di dema kontrolkirina nasnameyê de polîsan berê çekan dan welatiyan û li hewayî gule reşandin.
Rojnameger Seyît Evran di 1’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Nivîsên bi kurdî yên hişyariyê yên li navçeya Depê ji hêla kesên nasnameya wan nehat zanîn ve hatin jêbirin.
Amedsporê bi sedema “Peywira xwe xerab bi kar tîne” derheqê Midûriyeta Bajar a Ciwan û Sporê serlêdana sûc kir.
Wezareta Parastinê ya dewleta tirk ragihand ku di pevçûnên li Herêma Federe ya Kurdistanê de leşkerek hatiye kuştin.