Li Cizîrê deklarasyona zimanê kurdî hat eşkerekirin: Dem dema seferberiya kurdî ye
- rojane
- 16:18 17/8/2024
Li Cizîrê sazî û dezgehên ziman û çanda kurdî yên li bakurê Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê deklerasyona ji bo xebatên zimanê kurdî eşkere kirin. Di deklerasyonê de hat destnîşankirin ku têkoşîn û parastina zimanê kurdî wê were berfirehkirin û bang li partî, şaredarî û saziyên sivîl hat kirin ku ji bo zimanê kurdî dest bi seferberiyê bikin.