Bû 4 roj ji Afşîn a 15 salî agahî nayên girtin
- rojane
- 13:25 26/6/2024
Zaroka 15 salî Fatma Nûr Afşîn li Wanê winda bû û ji 23’yê hezîranê ve tu agahî jê nayên girtin.
Zaroka 15 salî Fatma Nûr Afşîn li Wanê winda bû û ji 23’yê hezîranê ve tu agahî jê nayên girtin.
Artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê li Efrînê 6 welatî revandin.
Îbrahîm Sertçelîk ê di salên 1980’ê de îşkenceyên giran lê hatine kirin û dest ji têkoşînê bernedaye destnîşan kir ku tecrîd jî şêweyekî îşkenceyê ye û wiha got: “Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye û divê demildest dest ji vê yekê were berdan.”
Di çarçoveya Roja Piştevaniya bi Mexdûrên Îşkenceyê re de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hate gotin ku di salên 2023-2024’an de ji ber îşkenceyê bi hezaran serlêdan ji bo rêxistinên mafên mirovan hatine kirin.
Di danişîna biryarê ya doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Garê de parêzeran cibeyên xwe derxistin. Malbatan, daxwaza edaletê kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a îdiayên Ensarîoglû yên têkildarî îhaleya dermanan de derewand û wiha got: “Dermanên bêqelîte ne û ji hêla fîzîkî ve jî di depoyan de tune ne.”
Serokê Odeya Bişîşkên Mêrdînê Şehmûs Ekîncî anî ziman ku ji ber beşên şewatînê li Mêrdînê tunebûn, birîndar li 3 nexweşxaneyan hatin gerandin û wiha got: “Heke beşên şewatinê hebana dê hejmara miriyan nebûya 15, dibe ku bibûna 10 kes.
Li Stenbolê amadekariya mitînga “em ê rê nedin qeyûm” didomin. Hevserokên DEM Partiyê yên Bajêr Gonca Yangoz û Mûrat Kalmaz diyar kirin ku dê ji hemû navçeyan beşdarvanan bi wesayîtan veguhêzin qada mitîngê û ev bang kirin: “Werin em dengê xwe bi hev re bilind bikin.”
Di danişîna doza GOÇÎZDER’ê de rapora MASAK’ê ya têkildarî weşan û materyalan nehat pêşkeşkirin lewma danişîn hate taloqkirin.
Di hevdîtina duh a navbera xizmên girtiyan û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç de tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate rojevê. Lê belê Tûnç tecrîdê înkar kir û hevdîtinê di nîviyê de terikand.
Okan Ozgul li Girtîgeha Bogazliyanê hate sewqkirin û hat îdiakirin di qawîşa 22 kes lê diman de xwe bi darve kiriye. Di lêpirsîna Ozgun de ji 30 gardiyan û girtiyan tenê li 5 kesan hate guhdarîkirin û dosya hate girtin. Malbata Ozgul dibêje ku kurê wan ji ber nasnameya xwe ya kurdbûn û elewîtiyê hedef hatiye girtin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê têkildarî şewata ku 15 kesan tê de jiyana xwe ji dest da axivî, diyar kir ku dema qeyûm da şaredarî di bin deynî de hatine hiştin lê ji tu yekîneyan re pere nehatiye dayîn û got: “5 milyar lîre deyn hatiye hiştin lê ji tu yekîneyan re nehatiye xerckirin.”
Hevserokê Şaxa EMO’ya Amedê Ûfûk Bûlût destnîşan kir ku wan ji bo enerjiyekî baştir û pêşîlêgirtina karesatan, berî niha DEDAŞ’ê hişyar kirine û anî ziman ku wan ji ber aliyê xwe yê bazirganiyê hişyariyan piştguh kirine.
Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û dadgehan boykot dikin. Çalakiya girtiyan di roja 213’emîn de didome.
Cenazeyên endamên HPG’ê Sefer Temel û Yilmaz Sala yên ku di şerekî li navçeya Elkê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn li bajarên wan hatin definkirin.