Demîrtaş, dê 15 hezar TL bide Erdogan
- polîtîka
- 14:52 02/1/2018
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ê ji ber axaftinek wî doza tazmînatê lê hatibû vekirin dê 15 hezar TL tazmînatê bide Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ê ji ber axaftinek wî doza tazmînatê lê hatibû vekirin dê 15 hezar TL tazmînatê bide Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan.
Serokwezîrê Tirkiye Bînalî Yildirim, di ziyareta Navenda Koordînasyona Miduriyeta Giştî ya Polîsan (EGM) de got: “Înşallah em dê di sala 2018'an de mijara terorê li Tirkiye bikin rojeva herî kêm û daxînin sînorê jêr." Vê daxuyaniya Yildirim gotina Wezîr Soylu a 'Em dê PKK’ê di mijdarê de xelas bikin" anî bîra mirovan.
Hevserokê Giştî yê PYD'ê Şahoz Hesen, diyar kir ku li Sûriyeyê li ser bingeha Neteweya Demokratîk pergalekê ava dikin û wiha got: "Ev pergala ku em ava dikin hem di milê leşkerî û siyasî hem jî di milê civakî û aborî de destkeftiyên nû pêş dixe û dê ji bo Iran û Iraqê jî bibe çareserî.
Rexistina DBP'ê ya Şirnexê 4'emîn kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan bal kişand ser axaftina Serokê AKP'ê Erdogan a li Şirnexê û diyar kir ku gelê Şirnexê nîşan daye ku nûnerê wan ê rastîn kîye. Arslan, bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha got: "Çavkaniya pirsgirêka li Tirkiye tecrîda li ser Ocalan e. Ji bo çareseriya Tirkiye divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe."
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay peyama sersalê da û wiha got: "Ligel hemû konseptên êrîşkar ên desthilatdariyê, dibe ku sala 2018'an bibe sala aştî û azadiyê."
Hevseroka Giştî ya DBP'ê ku girtî tê darizandin Sebahat Tuncel, ji bo sala 2018’an banga kir û wiha got: "Di 2018'an de li Kurdistanê Yekîtiya Neteweyî û li Tirkiye jî tekoyîna demokratîk pêş bixin. Em dê li dijî cilên yek tîp jî wekî serdema 12'ê îlonê di ber xwe birin û van cilan li xwe nakin."
Hevserokê Girtî yê DBP’ê Mehmet Arslan, diyar kir ku azediya gelê kurd di rêya yekitiya neteweyî re derbas dibe û wiha axivî: “Hemû desthilatdarên dij kurdan ên mîna AKP’ê dê bikevin sergoyê dîrokê. Çi dibe bila bibe dê dawî muhteşem be.”
Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgerên Yekbûyî Musa Pîroglu, diyar kir ku bi êrîşên li dijî partiya wan dewlet peyama “Kurdan bi tenê bihêlin” dide wan û wiha got: “Dewleta OHAL tê avakirin.”
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan têkildarî polîtîkayên 2017'an de nirxandinên girîng kirin. Arslan, anî ziman ku sala 2017'an bi polîtîkaya înkara li dijî kurdan derbas bû û wiha got: "Sala 2018'an ji bo AKP'ê dê bibe sala herî xirab. Erdogan dê sala 2019'an nebîne."
HDP’ê, di çarçoveya kongreya ku dê di Sibatê de li dar bixe, li Qoserê bi tevlîbûna sedan kesman konferans li dar xist.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, ji bo Geliyê Dîcle û Baxçeyê Hewselê bê parastin, pêşniyara lêkolînê da meclîsê û xwest lêkolîn bê kirin.
Piştî 2 KHK'yên dawî hatin îlankirin, hevserokên bajaran ên HDP'ê li hev kom bûn û helwesta xwe diyar kirin. HDP'ê encama civîna xwe bi 7 sernavan bi raya giştî re aşkere kir. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Meclîsa rastênkhev li ser kar in.
Wekila Serokên Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîgolu diyar kir ku KHK’iya dawî hat weşandin ji Meclîsê hatiye revandin û banga li Serokê Meclîsê kir ku meclîsê awarte li hev kom bike. Kerestecîoglu got: “Dixwazin tevahiya Tirkiyeyê dîl bigirin.”
Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, bertek nîşanî pêkanîna cilên yek reng da û got: "Bila her kes bizanibe ku bi cilên yek rengî dê faşîzma KHK'yan, şerê navxweyî û planên rûxandinê bên çirandin û avêtin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, diyar kir ku bi KHK'yên hatin îlankirin darbeya sivîl dê bêtir giran bibe û xwest li dijî OHAL'ê hemû hêz bibin yek û ji bo rakirina OHAL û KHK'yan têkoşînê bilind bikin.