Yildirim: Ji fikrên Birêz Ocalan ditirsin û tecrîdê kûr dikin
- polîtîka
- 15:17 18/12/2017
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Nadir Yildirim li Erdîşê axivî, diyar kir ku ew ê di 11'ê Sibatê de kongereya giştî li dar bixin û der barê tecrîda li ser Ocalan de ev tişt got: "Gotineke Birêz Ocalan hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike. Ruhê wan ji derveyê tarîtiyê tiştekî nabîne û ji ronahiyê ditirsin, ji ber wê tecrîdê kûr dikin."