• img

    Kemalbay: Ji bo rakirina OHAL'ê em têkoşînê bilind bikin

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, diyar kir ku bi KHK'yên hatin îlankirin darbeya sivîl dê bêtir giran bibe û xwest li dijî OHAL'ê hemû hêz bibin yek û ji bo rakirina OHAL û KHK'yan têkoşînê bilind bikin.

  • img

    Hevserokên HDP’ê yên bajaran awarte kom bûn

    Hevserokên rêxistinên HDP’ê yên bajaran têkildarî KHK’iyên dawî hatin weşandin û pêvajoya kongreya navenda HDP’ê bi awayek awarte li Enqereyê kom bûn.

  • img

    Foza Yusif: Wê meşa me ya azadiyê bidome

    Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yusif, diyar kir ku ew ê projeyên xwe yên ku bi hêza xwe ya xweser anîne roja îro pêş ve bibin û wiha got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkan çavê me ne li tu hêzê ye. Wê meşa me ya demokrasî û azadiyê ya li Sûriyeyê, di sala 2018’an de bênavber bidome.”

  • img

    Bîlgen: Bêcezakirin Tirkiye dixe nava kaosê

    Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, têkildarî KHK'yên hatin weşandin û cilên yek tîp û wiha got: "Piştî 15'ê Tîrmehê Tirkiye dubare darbeya 15'ê Tîrmehê jiya. Îro cezakirina sivîlan û bêcezakirina bersûcan Tirkiye dixe nava kasoê."

  • img

    Dengîr Firat: Ne pêkan e mirov ji wekîlên kurd ên nava AKP’ê re bêje kurd

    Parlamenterê berê yê AKP’ê û Parlamenterê Niha yê HDP'ê Dengir Mir Mehmet Fırat, bal kişand ser helwesta parlamenterên kurd ên di nava AKP’ê de û wiha got: “Piştî ew qas heqaret li kurdan hat kirin, ger ku hêj di nava AKP’ê de bin ne pêkan e mirov ji wan re bêje kurd. Wan kurdbûna xwe winda kirine."

  • img

    Kemalbay: Xirabkirina goran û derxistina cenazeyan hişmendiya Îsraîlê ye

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay di kongreya partiya xwe ya Agiriyê de axivî, diyar kir ku xirabkirina Goristana Xerzanê "Ji hişmendiya Îsraîlê ne kêmtir e" û pekanîna cilên yek reng jî wiha rexne kir: "Dê li dijî cilên yek reng berxwedan derkeve pêş."

  • img

    HDP: Dixwazin cilên yek reng li gelan bikin

    HDP'ê bal kişand ser pergala cilên yek reng û aşkera kir ku anîna rojevê niyetek xirab û dijninahî ye û wiha got: "Dixwazin cilên yek reng li gelan bikin."

  • img

    Beştaş: Pergala 'Cilên yek reng' dijî wijdanê ye

    Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş di kongreya partiya xwe ya Seyhanê de axivî, bertek nîşanî pêkanîna "Cilên yek reng" a bi KHK'a nû anîn û ev tişt got: "Ne di hiqûqê de û ne jî di wijdana mirovan de cihê ve tune."

  • img

    Kurd pêvajoyê niqaş dikin
    Turk: Dem dema bilindkirina têkoşînê ye

    Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, di civîna "Kud pêvajoyê niqaş dikin" de bal kişand ser girîngiya Yekîtiya Neteweya Kurd û wiha got: "Di pêvajoyek wisa de bêdengî ji bo kurdan mirin e. Dem dema em bêtir deng û têkoşîna xwe bilindtir bikin e."

  • img

    HDP dixwaze di 11'ê Sibatê de Enqereyê bihejîne

    Dîroka Kongreya Mezin a Asayî ya 3'yemîn a HDP'ê diyar bû. Tê payîn ku dê di 11'ê Sibatê de bi beşdariya 25 hezar kesî kongre bê lidarxistin û li her derî ji bo kongreyê seferberî hat îlankirin.

  • img

    ‘Xwestin li Manîsayê HDP’ê tasfiye bikin, lê bi ser neketin’

    Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran ku li Manîsayê danişîna yekemîn a doza 138 HDP’iyên tên darizandin temaşe kir, destnîşan kir ku dadgehê xwestiye serketina 7’ê Hezîranê ya HDP’ê bidarizîne û wiha got: “Xwestin li Manîsayê HDP’ê tasfiye bikin, lê bi ser neketin.”

  • img

    Yildirim: QSD, dest bi xebatê Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê kir

    Alîkarê hevserokên giştî yê HDP'ê Nadir Yildirim pêşketinên li Sûriyeyê nirxand, da zanîn ku ruxmê astengiyên Tirkiyeyê jî hêzên Bakurê Sûriyeyê dest bi xebata Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê kirine. Yildirim, der barê êrîşke li dijî Efrînê de jî ev tişt got: "Dê Efrîn bibe Vîetnama Tirkiyeyê."

  • img

    112 parlamenterên AKP’ê çima neaxivîn?

    Di hevdîtinên der barê budçeyê de firsenda ku her parlementer derdkeve kursiyê biaxive hebû, lê di van hevdîtinan de 112 parlementerên AKP’î qet neaxivîn. Li gor agahiyên kulîsan Meclîsê tê gotin ku ser navê van parlementeran hatiye xêzkirin.

  • img

    Arslan: Daxwazên gel bi şidetê bitepisînin dê kaos kûrtir bibe

    Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan çalakiyên şermezarkirinê yên li Herêma Federal a Kurdistanê nirxand û ev tişt got: "Ji ber ku hikumet li gorî berjewendiyên komên piçûk tev digere, gel ev qebûl nekin. Heke daxwazên gel bên tepisandin, dê kaosa li herêmê hêj kûrtir bibe."

  • img

    'Leşker û polîsan çend kes kuştin û birîndar kirin?

    Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu, têkildarî polîsê ku bi wesayitê zaroke 4 salî Umut. O. li Hezexê birîndar kir pirsname da meclîse û xwest serokwezîr bibersivîne. Tanrikulu diyar kir ku heta niha polis û leşkeran çend kes kuştine û birîndar kirine û der barê wan de lêpirsîn hatiye vekirin ya na.

LÊGERÎN