Dema karkeran xwest daxuyanî bidin, maeşê wan hat dayîn
- aborî-ked
- 14:04 22/10/2018
2 karkerên maeşê wan nedihat dayîn, dema xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê, kardêran maeşê wan dan wan.
2 karkerên maeşê wan nedihat dayîn, dema xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê, kardêran maeşê wan dan wan.
Pisporê DÎSK-AR Denîz Beyazbûlût, diyar kir ku li Tirkiyeyê 6 mîlyon 310 hezar kes bêkarin û got: “Ev nîşaneya krîza aboriyê ye. Krîza aborî ya heyî encama polîtîkayên 16 sal ên desthilatdariya AKP’ê ye.”
Li Herêma Serbest a Mêrsînê, mafê karkeran çewisandin serbest e. Nûnerê Çukurova Dev Tekstîl Ahmet Sûbaşi, diyar kir ku ji ber zextan ji mafên xwe bêpar dimînin û got: “Mafê karkeran tên binpêkirin û patron jî tên parastin. Karker ji tirsa ji kar bên avêtin, xwedî mafên xwe dernakevin.”
Karkerên ku ji ber bi mehane meaşên xwe negirtine û 27 rojin kar berdane û çalakiye lidar dixin, diyar kirin ku her piştgiriya wan zêde dibe bêtir bi hêz û xurt dibin.
Berdevkê Komîteya Krîzê ya EHP'ê Hakan Ozturk, diyar kir ku deynê Tirkiyeyê 456 milyar dolar e û divê di nav salekê de 330 milyar dolar bê dayîn û wiha got: "Rezervên Bankeya Navendî hemû ancax ji 3 paran parekî vî deynî dike. Yanî rewşa me ji ya Arjantînê jî xirabtir e."
Parlamenterê HDP'ê û aborînas Prof. Dr. Erol Katircioglu, beşdarî panela ku Partiya Pêşeroja Çep û Keskê bû û bal kişand ser krîzên Tirkiyeyê. Katircioglu, anî ziman ku yekem car Tirkiye krîza aborî û siyasî bi hevre dijî û wiha got: "Krîza aborî ya Tirkiye li gorî krîzên berê kûr bûye. Di dema li pêş me de ev krîz dê bêtir kûr bibe.
Li navçeya Bergama, diwarê atolyeyek tekstîlê hilweşiya, 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 3 karker jî birîndar bûn.
Li Colemêrgê, Lokman Aydogan ku ji bo dawet û organîzasyonan xwarinê çêdike, anî ziman ku ji ber zemên tên kirin êdî kes wek berê di dawetan de xwarinê nade. Akdogan, diyar kir ku kîsê birincê ji 55-60 lîreyî bû 105 lîre û kîloya goş ji 20-25 lîreyan bû 45-50 lîre.
Esnafên Ataşehîrê diyar kirin ku ji ber zeman ew nikarin heqê fatûreyên xwe û kirêyên xwe bidin û gotin: "WIsa dewam bike em ê top bavêjin."
Ji ber bihabûna arvan û nan, gel dîsa berê xwe da aşan. Abdullah Kaynakê ku li Çelê bi salan aşvanî kir, bilêv kir ku ji ber zeman û bihabûnê mirov dîsa berê xwe dan aşan.
Berdevkê Demî yê Platforma Şaxa KESK’ê ya Amedê Nûsret Basmaci, bertek nîşanî reşkirin û hedef nîşandana rêveberiyên sendîkayê, yên li ser medya civakî da û got hedef nîşandana rêveberiyên KESK’ê qebûl nakin.
Ji karkerên Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê yên ji bo şertên karê wan bê başkirin çalakî pêk anîbûn 6 karker piştî lêkolîna girtinê hatin berdan.
Aborînas Prof. Dr. Îzzettin Onder, diyar kir ku krîza aborî krîza bi kok e û wiha got: “Serdayedar û politikavan bi hevkarî li hemberî hev dilîzin. Yê di nava wan de di eciqe gel e. Divê carekê baca serwetê ji dewlemenddan bê stendin.
Karker Mahîr Kiliç ê li pêş Navenda Giştî ya CHP'ê 69 rojin çalakiya rûniştinê pêk tîne û 36 rojin di greva birçîbûnê de ye li ber avahiya Navenda Giştî ya CHP'ê rastî êrîşa “Tu HDP’î ye" hat. Kiliç, anî ziman ku heta li karê xwe vegere dê çalakiya xwe berdewam bike.
Cotkar Mûstafa Gokkan ku li navçeya Hewengê erd îcare kir û pembû çand, anî ziman ku li gor par berdarî ji çar paran parek kêm bûye û fiyetê pembû erzantir bûye.