KESK: Pêdiviya kedkaran ne şer aştî ye
- aborî-ked
- 15:12 03/3/2018
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Îzmirê têkildarî OHAL û KHK’yan daxuyanî da û diyar kir ku pêdiviya kedkaran ne şer, aştî ye.
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Îzmirê têkildarî OHAL û KHK’yan daxuyanî da û diyar kir ku pêdiviya kedkaran ne şer, aştî ye.
Li Sîteya Tomerîfiroşan a Xureka Amedê, ji 500 tomerîfiroşan 150’î jê ji ber krîza aborî îflas kirin û deriyên xwe girtin. Tomerîfiroşan, diyar kirin ku berê nêzî 500 qemyonan ji bo neqliyetê serê sebi li vê derê amade dibûn, lê niha herî zêde 10 qemyon hene.
Serokê Çîftçî Senê Abdullah Aysu diyar kir ku bi arizîkirina fabrîkayên şekir re dê 4 hezar karker bêkar, 250 hezar karkerên demsalî û 105 cotkar mexdûr bibin û got: “Dê cotkar topbiavêje û feqîrî zêde bibe. Ev ne netewî ye, dê radestî şirketên pirnetew bikin.”
Dikandarên Sîteya Pîşesaziyên Biçûk ên Dîlokê, diyar kirin ku ji ber kargehên neqeydkirî û tevgera kûra dowîzî li ber topavêtinê ne û gotin: “Gotınên ‘Aborî baş dibe. Nîşaneyên aboriyê baş in’ tu fêdeyê li berîka me nake. Wê demê çima rewşa karên me xerab e?”
Li Îdirê sewalvan, bi çar çavan li benda çûyîna zozanan e. Tekane tengezariya zozanvanan ew e ku herêmên zozanên wan qedexekirî ne. Zozanvanî diyar kirin ku li gel hemû qedexe û astengiyan jî ji bo ew biçin zozanan amade ne.
Serokê Şaxa Şeker Îş'ê ya Burdurê Mustafa Onay, diyar kir ku li ser navê "fabrîqeyên şekir zerar dikin" dixwazin fabrîqeyan arizî bikin û pêşkêşî fîrmayên DYA'yê bikin. Onay, anî ziman ku bi arizîkirinê dê firmaya Cargill a DYA bêtir maddeya tamê bifiroşe Tirkiye.
Lîma Buyukasim li çiyayên bi ser navenda Antakyayê ve keviran tînin diqewêrin û nanê xwe ji keviran derdixe. Buyukasim diyar kir ku bi operasyona Efrînê re êdî nikarin kar bikin û ji ber turîst nayên karê wan sekiniye.
Li Hatayê her kêlî şerê li Efrînê tê hîskirin. Ji ber rewşa şer esnaf bêzar bûne. Esnaf Alî Arat diyar kir ku bi operasyonê re karê wan sekiniye û got: “Berê rojê 10-12 otobus turîst dihatin, lê niha mehê otobusek jî nayê.”
Li navçeya Cilawûzê, gundiyên ku tenê debara xwe bi sewalvaniyê dikin, ji ber bihabûna fiyetên êman, şîrê ku dê havînê bi dest wan bikeve, zivistanê bi awayekî pêşin difiroşin. Gundî şîr di biniya bihayê heyî re difiroşin û sûdê ji fiyetên Konseya Şîr a Navnetewî nagirin.
Karker Sitki Aydin, yê li ber Meclîsa Tirkiye bedena xwe da ber agir û çalakî pêk anî got: “Hemû karker li dijî neheqî û kedxwariyê rabin ser piyan dê hemû pirsgirêk çareser bibin."
Li Deriyê Sînor ê Gurbulakê ambargo li ser ambargoyê datînin ser kesên bazirganiya sînor dikin. Beriya niha bazirgan her roj diçûn û dihatin, lê niha şertê di mehekê de 10 roj derbas bibin anîn pêşiya wan. Bazirganan diyar kir ku dest datînin ser malên wan û wiha gotin: “Li derî qanûnê zordariyê hene.”
Parazvanên mafên ajalan bal kişand ser polîtîkaya "goştê erzan" a hikumet ji Brezîlyayê îthal dike, keştiyên ku sewalan tînin wekî "Keştiyên zilm û nexweşiyê" pênase kirin û gotin ku tenduristiya mirovan di xetereyê de ye.
Esnafên bazarê yên semta Taxa Uzundera Îzmîrê diyar kirin ku şer aboriyê welat têk dibe û wiha gotin: “Mirov bi şev birçî radikevin. Çi karê Tirkiyeyê li Efrînê heye? Pirsgirêka ku divê ewil bê çareserkirin, krîza aborî ye.”
Berdevkê Komîsyona Aboriyê yê HDP'ê û Wekîlê Stenbolê Garo Paylan, aşkera kir ku Tirkiyeyê bi operasyona li dijî Efrînê re di warê aboriyê de bi rûxandinekê re rû bi rû ye.
Serokê Şaxa Hejmar 2 ê DÎSK'a Îzmîrê Arîf Yildiz, bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê, aşkera kir ku her bombeya ku tê avêtin fatûreya wê ji bêrîka karker û kedkaran derdikeve.