STENBOL - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ji konferansa “Vekirina Rêya Aştiyê” re peyam şandin û gotin ku her hewldan dê wan bêhtir nêzî çareseriyê bike.
Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê, li Navenda Çandê ya Eyûp Sûltanê ya Stenbolê konferansa “Vekirina Rêya Aştiyê” li dar dixe. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan jî peyam ji konferansê re şand.
Peyama hevserokên giştî wiha ye: “Em di serdemeke ku cîhan veguherînên mezin dijî de ne. Navenda vê veguherînê jî Rojhilata Navîn e. Pergala sedsal berê li vir hatiye avakirin, diheje. Pevçûnên piştî 7’ê Cotmehê dest pê kirin, bi şerê Îsraîl-Îranê didomin. Şerê Îsraîl-Îranê dê Rojhilata Navîn bixe nava dorpêçeke agireke mezin. Sekinandina vî şerî ku îxtîmal heye çekên kîmyewî bên bikaranîn, ji bo hemû dinyayê girîng e. Di serdemeke wiha de girîng e ku li Tirkiyeyê em li ser aştiyê diaxivin. Ji ber ku aştî, hevguhdarîkirina gelan, fêmkirina ji hev û cisareta avakirina pêşerojeke hevpar e. Aştî, bi çareseriya pirsgirêka Kurd û bi pêkhatine hêviyên demokratîkbûnê pêkan e. Êşên di pirsgirêka Kurd de hatine jiyîn, ne tenê yên gelekî, birînên hemû civakê ye. Rêya dermankirina van birînan jî ne înkar e lê naskirin e, ne tepisandin e lê demokratîkbûn e, ne qedexe ne lê edalet e. Avakirina aştiyê wisa pêkan e ku muxalefet li derve neyê girtin û aqilê hevpar ê bêedaletiyê kêm dike were mezinkirin.
Aştî; avakirina jiyaneke demokratîk, wekhev, azad û adilane ye. Aştî, ewqas girîng e ku divê tenê ji wijdana saziya siyasetê û îktîdarê re neyê hiştin. Ji vî alî ve, em wisa difikirin ku konferansa we dê bibe wesîleya mezinbûna hêviyên aştiyê. Em hêvî dikin ku konferansa we rêgezên lihevkirina demokratîk, siyaseta demokratîk û rêgezên hiqûqa gerdûnî xurt bike. Her hewldana ji bo civakîkirina aştiyê û mayindekirina wê dê me bêhtir nêzî çareseriyê bike. Bi van hestan û ramanan, em silavên xwe ji hemû kesên keda wan di lidarxistina vê konferansê de heye re silavên xwe dişînin.”