AMED - Rojnamegerên ji bo şopandina torena PKK’ê ji Amedê ber bi Silêmaniyeyê ve bi rê ketin, diyar kirin ku ew ê şahidiya kêliyên dîrokî bikin.
Piştî banga bidîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku duh hate weşandin, PKK dê li bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê torena çekberdanê li dar bixe. Siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rojnameger û nivîskar jî di nav de gelek kesan ji bo şopandina torenê ji Amedê berê xwe dan Silêmaniyeyê.
Ji rojnamegerên ber bi Silêmaniyeyê ve bi rê ketin Ender Ondeş, Kenan Kirkkaya û Candan Yildiz ji ajansa me re axivîn.
DÊ KÊLIYÊN DÎROKÎ BÊN JIYÎN
Ji edîtorên rojnameya Yenî Yaşamê Ender Ondeş, diyar kir ku ew ê şahidiya kêliyên dîrokî bikin û got: “Hêvîdarim ji vir şûnde geşedanên erênî çêbibin. Tişta ku em ê şahidiya wê bikin sembolîk û girîng e. Gelo dê îktîdar piştre çi gavan biavêje? Ji ber ku ji bo Erdogan îktîdar beriya her tiştekî tê. Lewma hem kelecan hem jî fikar hene. Hêvîdarim tiştên baş bibin. Gava ewil a şênber, dikare bibe avakirina komîsyonê.”
AVAKIRINA KOMÎSYONA LI MECLISÊ GIRÎNG E
Candan Yildiz jî got ku ew kelecana belgekirina kêliyên dîrokî dijîn û got: “Dîmenên bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya tevgereke 50 salan dê ji pêşkeşî raya giştî ya neteweyî û navneteweyî were kirin. Em jî dê şahidiya wê bikin. Em ê çavdêriyên xwe binivîsin. Piştî salnameya berdana çekan zelal bû, wisa texmîn dikim ku dê lez bidin gavên ji bo çareseriyê. Bi taybet jî avakirina komîsyona li meclisê girîng e.”
‘OCALAN XWEDÎ CIHEKÎ BIBANDOR E’
Kenan Kirkkaya jî destnîşan kir ku li herêmê qert jinûve tên belavkirin û ev gava di pêvajoyê de hatiye avêtin girîng e. Kirkkaya, got: “Ev, encama têkoşîn û berxwedaneke mezin e. Heke îro Kurd li ser maseyê bin û pêvajoya aştiyê hatibe destpêkirin, ev berhema têkoşîn û keda mezin e. Lewma sekna biînîsiyatîf û îradeya birêz Ocalan xwedî cihekî diyarker e. Tevî tecrîda girankirî ya 26 salan jî birêz Ocalan diafirîne, dibêje û rêya çareseriyê nîşan dide. Tenê di du hevdîtinên dawî de tecrîd hinek hate sivikkirin û tenê bi vê jî hevsengiyên li Tirkiyeyê hejand. Nîşan da ku di siyasetê de xwedî hêzeke mezin e. Encamên vê dê di siyaseta Rojhilata Navîn û cîhanê de jî mezin bûn. Em qala destpêkeke nû dikin û şensê tu kesekî nîne Tirkiyeyê ji vê pêvajoyê bike. Hewceye jiberkirinên di siyaset û medyayê de bên terikandin. Nexwe ev zirarê dide serdema nû. Ji ewil divê dev ji vî zimanî berdin. Hewcehî bi ziman û feraseteke nû heye. Her kes mecbûr e berpirsyartiyên dikeve ser milê xwe pêk bîne. Bi avakirina komîsyonê re divê êdî gavên qanûnî bên avêtin û îktîdar di vê mijarê de erka xwe bicih bîne. Êdî rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê jî çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ji bo vê jî divê gav bên avêtin.”
MA / Mujdat Can - Fethî Balaman