AMED – Serokê Weqfa Tahir Elçî Mahsum Bati yê ku di komîsyonê de axivî got, “Hevdîtina rasterast a bi Ocalan dê pêvajoyê bileztir bike.”
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Meclisê hatiye avakirin xebatên xwe didomîne. Di destpêkê de komîsyonê kesên ku xizmên xwe di şer de windakirine, nûnerên sazî û weqfan guhdar kir.
Serokê Weqfa Tahîr Elçî Mahsum Bati yê ku di 20’ê Tebaxê de beşdarî civîna komîsyonê bû, têkildarî daxwazên xwe yên ku di civînê de anî bû ziman, axivî.
PÊŞNIYARA KOMÎSYONA EDALET Û HEQÎQETÊ’
Bati, diyar kir ku divê pêvajo şefaf be û ji bo kuştinên fail nediyar pêşniyara avakirina “Komîsyona Edalet û Heqîqetê” kiriye. Bati, ev tişt got: “Lewre li welatê ku kuştinên fail nediyar hebin demokrasi pêş nakeve. Ji ber vê yekê, divê kuştinên kiryar nediyar, kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û mijara îşkenceyê bê çareserkirin.”
Bati, bal kişand ser astengiya tehliyeya girtiyên 30 salan û tundiya li dijî ziman û nasnameye Kurdan û astengiya axaftina Kurdî ya Dayikên Aştiyê bibîr xist û wiha pê de çû: “Ji bo vê pêdivî bi sererastkirineke qanûnî nîn e. Ger ên li wir bi Erebî an bi Îngilizî biaxiviyana dê heman bertek nîşan bidana? Helbet, dê bertek nedana. Helwesta ku komîsyonê li wir nîşan da refleksa li dijî Kurdî bû. Divê demokrasî di serî de ji vir dest pê bike. Ger hûn destûrê nedin axaftina bi zimanê dayikê hûn ê demokrasiyê çawa pêk bînin.”
‘DIVÊ KOMÎSYON XEBATÊN XWE LEZTIR BIKE’
Bati, destnîşan kir ku şewitandina çekan peyameke xurt bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê astengiyên li ser ziman û çandê bê rakirin. Li gorî nêrîna min divê komîsyon xebatên xwe bi leztir bike. Hevdîtina raste rast a bi Ocalan û bi rêxistinê re dê pêvajoya ku komîsyon dixwaze bi leztir bike.”
MA / Rukiye Payîz Adiguzel