NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DYA’yê û ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Ammanê hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de li ser entegrasyona demokratîk û mijara pergala nenavendî hate axaftin.
Şandeyeke DYA’yê ku ji Senatora Amerîkayê Jeanne Shaheen û endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson jî di nav de, di 25’ê Tebaxê de li paytexta Urdunê Ammanê bi şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hevdîtin kir. Di şandeya Rêveberiya Xweser de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed cih digirt.
Piştî hevdîtinê, hatibû ragihandin ku di civînê de li ser Peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Serokê Hikûmeta Demkî ya Şamê Ehmed El Şera hatiye nîqaşkirin. Her wiha şandeya DYA’yê piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re nîşan daye.
Li gorî nûçeya ANHA’yê; çavkaniyeke ji Rêveberiya Xweser bi ajansê re axivî û got ku di hevdîtinê de danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê de, astengiyên derdikevin holê û çareseriya pirsgirêkan hatine gotûbêjkirin. Her wiha li ser entegrasyona demokratîk û pergala nenavendî nîqaş hatine kirin.
Çavkaniyê, da zanîn ku hewildanên ji bo hevdîtinên Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê berdewam in lê ev hevdîtin dê kengî bên kirin, diyar nîne.