NAVENDA NÛÇEYAN - Mûrat Karayilan di peyama xwe ya ji bo 33’yemîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî şand de, diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd du pêngavên sereke hewce ne û got: "Heya ku Rêber Apo azad nebe, çand û zimanê kurdî azad nabin, aştî ne pêkan e."
Mûrat Karayilan, peyameke bidîmen şand ji 33’yemîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî ya li bajarê Dortmund ê Almanyayê tê lidarxistin. Karayilan di peyama xwe de têkildarî pêvajoyê de nirxandin kirin.
Peyama Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan bi vî rengî ye:
"Gelê me yê hêja!
Ez li ser navê Tevgera me û hemû hevalên me we silav dikim. Ji bo we serkeftinê dixwazim. Ez festîvala we ya çand û hunerê pîroz dikim.
Di pêvajoya ku li dijî gelê me polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê tên meşandin de ev festîvala ku 33 sal in li bajarên Ewropayê tê lidarxistin, gelekî girîng e. Hûn her hebin!
Weke hûn jî dizanin, li gel banga Rêber Apo ya dîrokî ya 27’ê Sibatê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê derbasî qonaxeke din bû. Li herêma Rojhilata Navîn şer heye, planên jinûvesazkirinê hene. Rêber Apo, ev pêvajo weke pêvajoyeke bi talûke dît û ji ber vê yekê bersiv da banga Devlet Bahçelî. Rêber Apo, di vê serdemê de biryarên gelekî girîng girtin. Me jî weke Tevger, li gel 12’emîn Kongreya PKK’ê ev biryarên girîng û stratejîk qebûl kirin û piştre jî yek bi yek bi cih anîn. Lê belê dewleta Tirk, heya niha ji bilî hin hewlên jirêzê bi tenê pêngavek jî neavêtiye.
Welatparêzên bi qîmet û hevalên hêja!
Di vê serdemê de Aşitî û Civaka Demokratîk, pêşvebirina xwişk-biratiya gelan; kesên ku dixwazin weke Milazgira 1071’an û salên 1920’î di navbera gelên Kurd û Tirk de tifaq û xwişk-biratiyê pêş bixin, hene. Em ji vê yekê re amade ne. Lê belê pirsgirêka Kurd, pirsgirêka sedsalan e. Beriya her tiştî jidiliyê hewce dike, baweriyê hewce dike û pêngavên mezin hewce dike. Lê belê dewleta Tirk heya niha pratîk û hewleke bi vî rengî nîşan nedane. Em dişopînin. Gelo rayedarên dewleta Tirk bi rastî jî dixwazin vê pirsgirêka mezin çareser bikin yan na?
Ji bo çareseriyê hewceyî bi du pêngavên sereke heye. Ya yekem, divê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe. Ya duyem jî, divê çand û zimanê Kurdî azad bibin, wekheviya çandî pêk were.
Azadiya Rêber Apo, azadiya kesekî nîne; em weke hemû gel û heval, azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin. Ji ber ku ji bo me nasname ye û mîmarê vê pêvajoyê ye. Muxabatê sereke û yekem sermuzakerevan e. Em lê dinêrin ku komîsyonek hatiye avakirin. Baş e, komîsyon ji bo vê xebatê, ji bo vê pêvajoyê hatiye avakirin. Lê belê hewl didin ku kesê ku ev pêvajo pêş xistiye û mîmarê vê pêvajoyê ye dûrî pêvajoyê bigirin. Nîqaşên weke ku em hevdîtinê bikin yan nekin, dikin. Kesê ku ev pêvajo pêk aniye, ew e. Ger hûn jî komîsyoneke ku ji bo vê pêvajoyê hatibe avakirin bin, divê hûn bi mîmarê vê pêvajoyê re hevdîtinê pêk bînin. Hevdîtin li aliyekî, divê azad be. Ger Rêber Apo azad nebe, tu tişt pêk nayê. Divê hemû kes vê yekê bizanibe. Ger Rêber Apo azad nebe û zîndan tije bibin wê gerîla çawa çekan deynin? Wê xwişk-biratiya gelên Kurd û Tirk çawa pêk were? Wê aşitiya navxweyî ya em behsa wê dikin, çawa pêk were? Wê hem ev yek bibe û hem jî avakarê aşitiyê di zîndanê de be û aşitiya rastîn pêk were! Ev yek wê çawa pêk were! Eşkere ye ku bi vî rengî nabe.
Destpêkê divê Rêber Apo azad bibe. Û qedexe werin rakirin. Em dikarin bi vî awayî xwişk-biratiya rastîn pêş bixin, aşitiya rastîn bi vî awayî pêk bînin. Em ji vê yekê re amade ne.
Divê hemû rayedarên dewleta Tirk û kesên eleqedar bizanibin ku me heya niha li ser çekan sond dixwar, lê belê di 11’ê Tîrmehê de bi pêşengtiya hevrê Besê Hozat pêngaveke girîng hate avêtin. Me çek şewitandin! Ev ne tiştekî hêsan e. Ger em bi awayekî stratejîk li nêzî vê pêvajoyê nebûna, me wisa nedikir. Ji ber vê yekê di serî de dewleta Tirk divê hemû kes cidîyeta me bibîne.
Em bêçare nînin. Çareseriya me heye. Em weke gelê Kurd û weke Tevger li herêma Rojhilata Navîn bi hêz in. Divê her kes jî vê yekê bizanibe. Ji ber vê yekê gef, hîle û deq û dolab naçin serî. Bila hemû kes vê yekê wisa bizanibe. Lê belê ger jidilî hebe em bi rastî jî ji bo aşitiya mayînde amade ne. Rêbertiya me ev biryara stratejîk standiye; em jî piştgiriyê didin wê. Lê belê di vê mijarê de divê nêzîkatiyeke berpirsiyarî hebe. Bi rastî jî divê pêngavên cidî werin avêtin. Bi rastî jî ji bo ku em bizanibin em ketine pêvajoyeke çareseriyê hewcehî bi vê yekê heye.
Gelê me yê hêja, dost û hevalên bi qîmet!
Di derketina pirsgirêka Kurd de rola Ewropayê jî heye. Hûn a niha li Ewropayê ne. Ev pirsgirêk li Lozanê hate derxistin. A niha jî wê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê piştî du rojan bicive, mijara Mafê Hêviyê nîqaş bike. We jî dît, beriya niha ji dewleta Tirk re peyam şandibûn. Dem hatiye ku pêngavan biavêje. Dewleta Tirk heya niha pêngav neavêtine. Ger Konseya Ewropayê bixwaze aşitî pêk were, bi rastî nexwaze kuştin pêk were, divê bi xwe jî li berpirsiyariyên xwe xwedî derkeve. Ji bo wan banga me ev e. Pêngaveke erênî biavêjin. Ji bo aşitiyê pêngaveke erênî biavêjin. Li gel azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û dayîna Mafê Hêviyê wê li herêmê serdemeke nû dest pê bike. Ji ber vê yekê divê hûn jî li berpirsiyariyên xwe xwedî derkevin.
Hevalên hêja, ev mijar we jî eleqedar dike. Divê hûn jî li ber deriyê wan bin. Ji wan daxwaz bikin ku pêngaveke erênî biavêjin. Biryareke rast bigirin. Mafê gelê me jî heye ku li ser axa xwe bi awayekî azad bijî. Ev mafekî xwezayî ye. Divê tu kes li pêşiya vê yekê nebe asteng.
Hevalên hêja û welatparêzên bi qîmet!
Ev pêvajo, pêvajoyeke girîng e. Divê em zêdetir bixebitin. Divê hevalbendên me, dostên me, rêxistinên dost, kesên dost û welatparêzên Kurdistanê di vê serdemê de bi şev û roj bixebitin. Em bixebitin û destê Rêber Apo xurt bikin. Çareserî dikare bi vî rengî pêş bikeve. Yan na, çareserî pêk nayê.
Rêber Apo ev pêvajo, weke pêvajoya têkoşînê diyar kir. Ji ber vê yekê divê em têkoşînê xurt bikin.
Welatparêzên hêja!
Weke hûn jî dizanin welatê me Kurdistan, weke bihuştê ye lê belê dijminan veguherandiye dojehê. Ji ber vê yekê li welatê me polîtîkaya koçberiyê bi rê ve birin. Ji ber vê yekê hûn belav bûne li seranserê cîhanê. Ev yek ji bo ku me lawaz bikin, kirin. We dît; li Bestayê, Cûdiyê û Gabarê li tu deveran kesek tune ye. Ji bo ku me lawaz bikin ev yek kirin. Lê belê em dikarin vê rewşê berovajî bikin. Li Ewropayê a niha zêdetirî 2 milyonan nifûsa me heye. Cîhan, cîhaneke global e. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke global e; pirsgirêkek cîhanî ye.
Û hûn dikarin têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanê zêdetir bi rê ve bibin. Ji bo vê yekê divê hûn xwe birêxistin bikin. Di serî de divê jin û ciwan dest bi liv û tevgerê bikin. Komunên xwe ava bikin, meclîsan ava bikin û bila hemû kes xwe birêxistin bike. Divê hemû welatparêz weke dîplomatan bixebitin û divê xebatkar û kesên birêxistin dikin, hebin. Divê bi vî awayî xurtkirin were dabînkirin. Bi vî awayî divê piştgiriya şoreşê di vê serdemê de were xurtkirin. Divê ji kampanyayê re zêdetir beşdarbûn hebe. Ji hemû serdeman zêdetir, vê serdemê hewceyî bi piştgiriyê heye.
Em çalakvanên li dijî qirkirina xwezayê derdikevin, gelê me yê Botanê silav dikin û çalakiya wan silav dikin. Divê em li hemû tiştên xwe, hemû nirxên xwe xwedî derkevin.
Em bi hezkirin Kurdistaniyên hêja û ciwanên me yên enternasyonal ên bi meşa dirêj hatine li ba we silav dikin. Rol û mîsyona wan di vê pêvajoyê de girîngtir dibin.
Gelê me yê hêja û welatparêzên bi qîmet!
Em bi hêsanî negihîştin van rojan. Me gelekî berdêl dan. Me gelekî şehîdên leheng dan. Herî dawiyê me lehengên weke şerê berxwedana Zapê, Mordem Çewlik û sembola xwişk-biratiya gelên Kurd û Tirk, kulîlka Tevgera me hevrêya me ya hêja Emîne Erciyes şehîd dan. Di şexsê van şehîdên me yên dawîn û di şexsê hevrê Fûat (Alî Haydar Kaytan), Riza (Riza Altûn), Sofî (Nûreddîn Sofî), Koçero (Metîn Arslan), Sara (Sakîne Cansiz) û Delal Amed (Hulya Eroglû) de hemû şehîdên leheng bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin. Em soza xwe ya me daye wan dubare dikin. Em ê xeyalên wan bigihînin heqîqetê. Ey şehîd, bila dilê we rehet be; wê xwîna we li erdê nemîne!
Welatparêzên hêja!
Em ketin serdemeke gelekî girîng. A niha ne diyar e ku wê ev pêvajo çawa pêş bikeve. Divê em ji bo her rewşê amade bin. Lê belê beriya her tiştî divê em pêngava Rêber Apo ya Aşitî û Civaka Demokratîk, meşa sosyalîzma demokratîk bi awayekî xurt pêş bixin. Bi vê wesîleyê ez li ser navê Tevgera me ji niha ve ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim. We hemûyan bi rêzdarî silav dikim. Û dibêjim bijî têkoşîna gelê me, bijî Serok Apo. Tim û tim serkeftî bin!’’