RIHA - Şaxa OHD’a Rihayê, diyar kir ku tehliyeyên girtiyên li Tokat û Osmaniyeyê bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê tên astengkirin û girtiyên nexweş ji mafê tedawiyê bêpar tên hiştin.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tokat û Osmaniyeyê, li avahiya şaxê bi daxuyaniyekê aşkera kir. Koordînatorê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Rihayê Emre Çaylan diyar kir ku rapor piştî hevdîtinên bi girtiyan re rapor amade kirine. Çaylan, diyar kir ku tehliyeyên girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Osmaniyeyê tên ragirtin bi destê Lijneyêa Îdare û Çavdêriyê bi keyfî tên astengkirin û girtiyên siyasî li gorî girtiyên edlî ji derfetên heyî kêmtir sûdê digirin.
‘TEDAWIYA WAN TÊ ASTENGKIRIN’
Çaylan, da zanîn ku tedawiya girtiyên nexweş Helîn Yapici û Osman Yapici ku li Girtîgeha Osmaniyeyê tên ragirtin tên astengkirin û Helîn Yapici zêdetirî 2 sal in di hucreyê de tê ragirtin. Çaylan, wiha domand: “Helîn Yapic, bi tena serê xwe di hucreyê de dimîne û tu derfetên ku bikara pêdiviyên xwe yên civakî, fîzîkî û psîkolojîk pêşwazî bike nayên pêşkeşkirin. Rojê tenê saetekê derdikeve hewşê û vê demê jî bi tena serê xwe derbas dike. Mafê sporê yê Helîn Yapiciyê bi aşkerayî tê binpêkirin. Xistina Helîn Yapiciyê ya hucreyê, cezayê di nava cezayê de ye. Nabe ku girtiyek nexweş di vê rejîmê de were ragirtin. Cihê lê dimîne pir teng e, qada wê ya jiyanê pir tê bisînorkirin û hebûna kamereya ewlehiyê ya di qawîşê de, miameleyeke li dijî rûmeta mirovahiyê ye.”
NAMEYA KURDÎ HAT SANSURKIRIN
Bi domdarî Çaylan bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê û da zanîn ku gelek girtiyên nexweş ên rewşa wan giran nayên berdan. Çaylan, wiha domand: “Tehliyeyên gelek girtiyên nexweş bi biryarên lijneyê tên astengkirin. Hamît Acu ku cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn, zêdetirî saleke bi tena serê xwe di hucreyê de tê ragirtin û daxwaza wî ya derbasbûna qawîşê jî tê redkirin. Malbata Şukru Abdo jî li Sûriyeyê dijî û 14 sal in bi tu awayî hevdîtin nekiriye. Nameyên Abdo yên bi Kurdî tên sansurkirin an jî qet nayên şandin.”
Çaylan, destnîşan kir ku divê li dijî binpêkirinên mafan û mercên tecrîdê yên domdar ên li girtîgehan venêrîneke îdarî û darazî hebe û xwest saziyên neteweyî û navneteweyî li girtîgehan lêkolînan bikin.