ŞIRNEX - Li bajarokê Gundikê Melê zêdetirî 300 sal in di çarçoveya kevneşopiya “tamtamûkê” de sifre tê danîn. Bi sedan kes li dora sifreyê hatin gel hev.
Li bajarokê Gundikê Melê yê li quntarê Çiyayê Cûdî yê Şirnexê kevneşopiyek heye ku zêdetirî 300 sal in tê domandin. Navê vê kevneşopiyê Tamtamûk” e ku kesên ji hev xeyîdîn û neyartiya wan hene silha wan tê kirin, bi hev re xwarin tê xwarin û dua tên kirin. Tamtamûk, her sal di pêncşema ewil a meha Cotmehê de tê lidarxistin. Îsal jî bi sedan kes li dora sifreya Tamtamûkê hatin gel hev. Hevşaredarên Gundikê Melê, nînerên DBP û DEM Partiyê û gelek kes tev li bûn. Welatiyên ku di saetên zû yên serê sibehê de hatin qada ziyareta Tamtamûkê, bi awayekî komunî xwarinên xwe çêkirin.
Xwarinên hatin çêkirin piştre bi hevkariya welatiyan li ser sifreya dirêj hatin danîn. Piştre jî hemû beşdar rûniştin ser sifreyê û dest bi xwarina xwe kirin.
SIFREYEKE KOMUNÎ YE
Welatiyê bi navê Abdulrezak Yildiz têkildarî sifreya Tamtamûkê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û got ku her sal vê kevneşopiyê didomînin. Yildiz, got: “Ev kevneşopî xwedî dîrokeke zêdetirî 300 salan e. Xelkê Gundikê Melê li ku be vê rojê tên vê derê. Di roja pêncşemê de xwarin tên xwarin û di roja Înê de jî diçin serdana goristanan. Ev her sal tê kirin. Ev çandek e. Li vir jiyaneke hevpar heye. Çalakiyeke komunî ye. Li Kurdistanê gelek edetên mîna vê hene. Divê her kes xwedî li çanda xwe derkeve. Dîroka netewe dewletan a li Kurdistanê sed salan derbas nake. Lê kevneşopiyên mîna vê ji neolîtîkê heta niha li vir hene. Edetên bi vî rengî me didin jiyîn. Divê gelên Kurdistanê vê çandê neterikîne. Ez 50 salî me û ev 43 sal in tev li vê çalakiyê dibim.”
Bername, bi kirina duayan û serdana goristanan bi dawî bû. Piştî çalakiyê, xebatkarên Şaredariya Gundikê Melê û welatiyan bi hev re derdor paqij kirin.