ŞIRNEX - 1’emîn Mihrîcana Govendê ya Jinê ku bi hevkariya Şaredariya Cizîrê û KASED’ê tê lidarxistin, bi panela “Girîngiya govendê û ji hêla dîrokî ve cihê jinan ê di xebatên govendê de” dest pê kir.
1’emîn Mihrîcana Govendê ya Jinê ku bi hevşariya Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê û Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) tê lidarxistin, dest pê kir. Mihrîcan, bi dirûşma “Em bernadin vê govendê” tê lidarxistin. Di çarçoveya mihrîcanê de li Eywana Konferansê ya Şaredariya Cizîrê bi sernavê “Girîngiya govendê û ji hêla dîrokî ve cihê jinan ê di xebatên gonvendê de” hate lidarxistin.
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk jî tev li panelê bûn. Jin, bi cilûbergên xwe yên reng bi reng tev li panelê bûn û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kir. Moderatoriya panelê Seroka KASED’ê Saliha Ayata kir. Rêvebera KASED’ê Denîz Terece û hunermenda performanê Sezen Mercan weke axêver tev li panelê bûn. Saliha Ayata bal kişand ser girîngiya Cizîrê ya di çanda Kurdî de û got ku bi fedekariya kesên jiyana xwe ji dest dane xwe gihandine van rojan.
‘GOVEND SEMBOLA SERHILDANAN JÎ YE’
Sezen Mercan di destpêkê de axivî û têkildarî dîroka govendê agahî parve kir. Sezen Mercan, da zanîn ku Kurd weke reqs pênase dikin û got: “Reqs, şêweyê xweîfadekirinê ya mirovên ewil e. Di xebatên arkeolojîk de fîgûra reqsê gelek caran derdikeve pêşberî me. Li Xerabreşkê fîgûrên herî kevn hatine dîtin. Di tabletên Sumeran de jî gelek caran derdikevin pêşiya me. Di ritûelan de reqs hebû û jinan pêşengiyan wê dikir. Bi baweriyê re qedexe dest pê kirin û jinan ev ritûel li malê domandin. Govend, her wiha sembola serhildanan jî ye. Kawayê Hesinkar agirê Newrozê hil kir û li dora agir govend gerand. Ev bi hezaran sal in govend li dora agir digere. Piştî avakirina komarê, Kurd di her qadê de rastî qedexeyan hatin. Kurdan, ji bo domandina çanda xwe li welatên Ewropayê mihrîcan li dar xist. Îro jî di her çalakiyê de govend heye. Ev mîrateye ji me re ma ye. Divê em hêj bêhtir qîmetê bidin govendê. Hewceye govendên winda bûyîn em dîsa derxînin holê.”
ROLA JINÊ
Denîz Terece jî têkildarî rola jinan a di dîroka govendê de vegot. Denîz Tereceyê anî ziman ku govendên her herêmê cuda ne û got: “Gelek govend, jiyana jinan vedibêjin. Jinan govend afirand û îro dixwazin jinan ji vê govendê qut bikin. Tiştên jinan nekarîn vebêjin govendan vegotin. Her govendek xwedî serpêhatiyek e. Êdî gelek govend nayên lîstin. Dewlet jî vê dixwaze. Ji bo Kurd asîmîle bibin vê bi zanebûn dike. Dixwaze civaka me bêbîr bike. Heke em hînî nifşên nû nekin, em ê bîra xwe winda bikin.”
BERNAMEYA MIHRÎCANÊ
Panel, bi pirs û bersivan bi dawî bû. Di çarçoveya mihrîcanê de dê saet di 19.00’ê de li Qada Agirkujiyê performansa Govendên Kurdî yên 7 herêman bê pêşandan. Saet di 21.00’ê de jî dê “Dîwana Dengbêjan” bê danîn.