WAN - Rêya Hawirdorê ya Wanê ku ji Taxa Beyuzumu ya navçeya Tûşbayê re derbas dibe, xetereyeke mezin li ser jiyana gel çêdike. Malbatên xwendekar û şêniyên taxê dixwazin serbihurek li ser rê were çêkirin û gotin heta tê çêkirin dê zarokên xwe neşînin dibistanê.
Rêya Hawirdorê ya Wanê ku ji Taxa Beyuzumu ya navçeya Tûşbayê re derbas dibe, xetereyeke mezin li ser jiyana bi sedan xwendekaran û gel çêdike. Xwendekarên Dibistana Seretayî ya Mevlanayê û malbatên wan, çalakî dan destpêkirin. Malbatan got ku dibistan li aliyê din ê rêyê dimîne û wesayît pir bi lez tên ajotin û ev jî xetereyê li ser jiyana zarokan çêdike. Bi vê boneyê jî rê li trafîkê girtin û çalakiyê dikin. Heta niha gelek caran ji bo çêkirina serbihurê serî li rayedarên rêbejê dane lê heta niha jî tu bersivek jê re nehatiye dayin. Malbat, dibêjin ku dê zarokên xwe neşînin dibistanê û çalakiya xwe bidomînin.
Welatiyê bi navê Beyler Îşler diyar kir ku xwendekar ji ber rêya hawirdorê nikarin biçin dibistanê û got: “Rêya hawirdorê ji nava taxa me derbas dibe lê serbihurek nehate çêkirin. Li taxa me 500 avahî hene. Xwendekar nikarin biçin dibistanê, em jî nikarin biçin û bên. Hefteyek berê me bi daxwaza serbihur an jî jêrbihurekê serî li her derê da lê kesek guhdar nake. Çalakiya me dê bidome. Xwendekar ji tirsa wesayîtan naçin dibistanê. Rêya ku em ê bikarin di 5 deqeyan de biçin em 16 km’an dirêj dikin. Ger kesek bixwaze biçe nexweşxaneyê, mecbûr dimîne 16 km’an bimeşe. Divê Rêbej tavilê gav biavêje û serbihurekê çêbike.”
‘DIVÊ RAYEDAR ÇARESERIYEKÊ PEYDA BIKIN’
Halîl Karakoç jî diyar kir ku Midûrê Giştî yê Rêbejan bi meha ye wan mexdûr dike û got: “Rêya taxê girtine û veguherandina rêya hawirdorê. Zarok ji tirsa wesayîtan naçin dibistanê. Rêyeke xeter e. Divê rayedar tavilê vê meseleyê çareser bikin. Şîneke me çêdibe lê em nikarin vê rêyê bi kar bînin. Rêya ku em ê bikarin di 5 deqeyan de biçin, saetekê dirêj dibe. Em mexdûr in û divê rayedar vê meseleyê çareser bikin.”
‘HETA PIRSGIRÊK ÇARESER DIBE DÊ ÇALAKIYA ME BIDOME’
Adîl Peker jî anî ziman ku heta rêya wan tê çêkirin dê çalakiya xwe bidomînin. Peker jî pirsgirêkên ji ber çênekirina serbihurê derdikevin bi bîr xist û got ku tevî di dema çêkirina rêyê de parçeyeke projeyê jî çêkirina serbihurê bû jî nehatiye çêkirin. Peker, got heta meseleya wan çareser dibe dê çalakiya xwe bidomînin û rêyê bigirin.
‘EM DITIRSIN ZAROKAN BIŞÎNIN DIBISTANÊ’
Îkram Akbaş jî got ku midûriyeta rêbejê 500 malbatan mexdûr dike û xetereyê li ser jiyana zarokan çêdike. Akbaş, da zanîn ku ditirsin zarokan bişînin dibistanê û got: “Zarok her roj neçar dimînin ku di vê rêya talûke de derbas bibin. Heta ku rê tê çêkirin em ê zarokên xwe neşînin dibistanê. Bila rayedar dengê me bibihîsin.”
