ENQERE - Ji bo rojnameger Huseyîn Aykol ku tedawiya wî ya li beşa çavdêriya awarte didome bikare bêhnê bistîne, trakeostomî hat kirin.
Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol, di 14’ê Cotmehê de dema li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Aykol, li vir du caran hate emeliyatkirin. Ji ber ku Aykol enfeksiyonê girt, ev demeke li beşa çavdêriya awarte tê ragirtin.
Tevî tedawiyê jî enfeksiyona di sihên Aykol de didome. Bijîşkan çar caran antibiyotîkên wî guherandin lê dîsa jî enfeksiyon nehate kontrolkirin. Xetereya li ser jiyana Aykol didome û îro jî bijîşkan ji bo ku bikare bêhnê bistîne, trakeostomî kir.
Bijîşkan got ku tedawiya Aykol di şertên çavdêriya awarte de didome û rewşa wî hêj krîtîk e.
