ÎZMÎR - Hevserokê Şaxa DAD ya Îzmîrê Firat Dîkmen û Hevserokê Komeleya Çand û Hevgirtinê ya Dersimê ya Îzmîrê Hasan Alî Kiliç diyar kirin ku divê cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî werin eşkerekirin û gotin ku ev yek dê di pêvajoyê de gaveke erênî be.
88 sal di ser darvekirina Seyît Riza û hevalên wî re derbas bûn. Di 88 salên borî de, dewletê hîn jî cihên gora Seyît Riza û hevalên wî eşkere nekiriye. Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de pêvajoyek nû ya aştiyê dest pê kir. Yek ji bendewariyên ji pêvajoya aştiyê ew e ku dewlet bi rabirdûyê re hevrû bibe, arşîvên li ser Komkujiya Dêrsimê eşkere bike û cihên gora Seyît Riza û hevalên wî eşkere bike. Ev gav wekî gaveke ku dê tevkariyê li aştiyê bike tê dîtin.
DÊ TEVKARIYÊ LI PÊVAJOYÊ BIKE
Hevserokê Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Îzmîrê Firat Dîkmen bal kişand ser pêwîstiya eşkerekirina gorên Seyit Riza û hevalên wî, digel gorên serokên Kurd ên ku gorên wan nehatine eşkerekirin. Dîkmen got: "Eşkerekirina gorên Seyîd Riza û hevalên wî dê gaveke erênî be ber bi aştiyê ve. Di pêvajoya demokratîk a berê de, Recep Tayyîp Erdogan got, 'Ger lêborîn di ferhenga dewletê de hebe, ez li ser navê dewletê ji Dêrsimê lêborînê dixwazim.' Em hemû encamên wê pêvajoyê dizanin. Di Pêvajoya Civaka Demokratîk a berdewam de, em bawer dikin ku ev lêborîn nikare tenê lêborîn be; divê gavên pêwîst werin avêtin da ku ew samîmî be. Em dikarin van daxwazan wiha rêz bikin: Pêşî, divê gorên Seyîd Riza û hevalên wî werin eşkerekirin; em bawer dikin ku divê çarenûsa zarokên ku di wê heyamê de hatine desteserkirin were eşkerekirin; û em bawer dikin ku divê arşîvên wê heyamê werin eşkerekirin."
BANGA HEVRÛBÛNÊ
Hevserokê Komeleya Çand û Hevgirtinê ya Dêrsimê ya ÎzmîrêHasan Alî Kiliç jî destnîşan kir ku di demên aştiya civakî de pêdivî ye ku bi dîrokê re hevrûbûn çêbibin.
Kiliç got: "Em li bendê ne ku ji bo şaşiyên dewletê lêborîn bê xwestin. Em dixwazin ku cihên goran werin destnîşankirin û gor ji bo Dêrsimê werin veguhastin. Ji bo pêkanîna aştiya civakî, divê em bi hemû beşên civakê re aştiyê bikin. Li vî welatî Kurd hene, Elewî hene û yên ku wekî 'yên din' tên hesibandin hene. Divê em li dora rastiyekê werin cem hev. Ger em behsa hemwelatîbûna wekhev û aştiya civakî dikin, divê em rêkeftinan bikin û hevrûbûnek van hemûyan nas dike û rêzê li wan digire misoger bikin."
