AMED - Şîna ji bo endamê YPG’ê Nîmet Yildiz hatibû danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Ji bo endamê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nîmet Yildiz (Pîro Mordem) ku di 22’yê Tîrmeha 2024’an de li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dabû, li Mala Şînê ya Mazidagi ya li navçeya Rezanê ya Amedê şîn hate danîn. Rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek kes bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê çûn serdana şînê. Girseyê, ber bi mala şînê ve meş li dar xist. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Ji rêveberên MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç di şînê de axivî, bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û xwest hewldanên ji bo aştiyê bên mezinkirin.
Beşdaran, sersaxî ji malbatê re xwestin û serdan bi xwendina duayan bi dawî bû.
