AMED - Komeleya Jinan a Rosayê, di daxuyaniya piştgiriyê ya ji bo Nilay Esmerê de ku bavê wê ew taciz kiribû, got ku ew ê têkoşînê xurttir bikin.
Komeleya Jinan a Rosayê, fi çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundîya Li Ser Jinê de, ji bo piştgiriyê bide Nilay Esmer a ku di sala 2022'yan de bavê we ew taciz kiribû, li Qada Şêx Seîd a li Amedê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de pankarta "Ev serihidan e, ev hawar e, ev gilî ye" hat vekirin.
Hevsroka Komeleya Jinan a Rosayê Suzan İşbilenê ku li vir axivî, bal kişand ser têkoşîna Nilay Esmerê û got ku ji bo bibin dengê edaletê li hev kom bûne. Suzan İşbilenê got: "Nilay Esmer li tundiya lê hatiye kirin bedeng nema, têkoşiya. Daxuyaniya me ya îro tenê ne ji bo Nilayê û cezakirina kiryar e. Em li vir in, çimkî Nilay ne bi tenê ye. Em li vir in, heya kiryar bê cezakirin, em ê piştgiriyê bidin têkoşîna Nilayê."
‘EM Ê LI VIR BIN'
Suzan İşbilenê bilêv kir ku ew ê li dijî her cure êrişên li ser bedena jinê rabin û bitekoşin. Suzan İşbilenê destnîşan kir ku heya Nilay Esmer bigihê edaletê dê bitêkoşin û got: "Em bi ruhê 25'ê Mijdarê li vir in, heya edalet bigihê heqîqetê em ê li vir bin."
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya "Ne edaleta mêrî, edaleta rastîn" bi dawî bû.
