AMED - Cîgirê Serokê DÎTAM’ê Bariş Yavuz, diyar kir ku hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re tên kirin hewceye ne bi rêya navbeynkaran lê yekser bên kirin.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê hatiye avakirin, nîqaşa têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re didomîne. Cîgirê Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) Bariş Yavuz, têkildarî pêvajoyê axivî.
Yavuz, anî ziman ku tişta di vê pêvajoyê de her kesî dikare biparêze hiqûq û qanûn in û got: “Hewceye dewlet gavên hiqûqî biavêje. Divê komîsyon, pêşniyarqanûnan pêşkeşî komîsyonên îhtîsasê bike. Em li benda verastkirinên qanûnî ne. Îktîdar dibêje ‘Tirkiyeya bêteror.’ Heke wisa be wê demê TMK’ê ji holê rakin. Ev zelal e. Yekitiya Ewropayê, Komîsyona Venedîkê û DMME car bi car dibêjin ku mewzûata terorê ya Tirkiyeyê zelal nîne. Ev mewzûat, di carekê de dikare her kesî bike ‘terorîst.’”
Bi domdarî Yavuz da zanîn ku ev mewzûat di sala 1991’ê de derketine û got: “Wê demê li Meclisê nîqaşên ‘ev mewzûat zelal nînin’ hatin kirin. Ji endamên AYM’ê yê wê demê Ahmet Necdet Sezer têkildarî nezelaliya qanûnê şehra muxalefetê danî. Lewma jî niha yek ji karên ewil divê were kirin, rakirina TMK’ê ye. Her wiha divê verastkirinên ku di Qanûna Înfazê de wekheviyê esas digire bên kirin. Mijara mafê hêviyê û rewşa girtiyên nexweş jî bendewariya gel e.”
‘HEWCEYE GAVÊN ZAGONÎ BÊN AVÊTIN’
Yavuz, daxuyand ku gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd bi gavên xwe piştgirî daye pêvajoyê û got: “Divê dewlet jî gavan biavêje. Abdullah Ocalan sermizakerevan e û Şandeya îmraliyê pê re hevdîtinan dike. Şande piştre jî bi partiyên siyasî, serokkomar re hevdîtinan dike û piştre dîsa diçe cem Abdullah Ocalan. Gelo bi Abdullah Ocalan re hevdîtin heye? Belê heye. Ev hevdîtin bi rêya navbeynkaran tê kirin. Di nîşeyên hevdîtinan de dibînin ku rayedarên dewletê çûne Îmraliyê. Madem ewqas navbeynkar hene û pêvajo jî li gorî fikrên wî teşe bigire, wê demê çima raste rast bi wî re hevdîtinê nakin. Divê ev hevdîtin ne bi rêya navbeynkaran lê raste rast bên kirin.”
Yavuz, bal kişand ser bêbaweriya civakê û axaftina xwe wiha qedand: “Sedema vê jî bêhiqûqtî ye. Li welatên demokratîk hiqûqa kesan diparêze. Lewma verastkirinên zagonî û gavên hiqûqî girîng in. Divê meclis tavilê verastkirinên zagonî bike û vê bêbaweriyê ji holê rake.
Meseleya Kurd divê bi beşdariya her kesî were çareserkirin. Di vê mijarê de berpirsyartî dikeve ser milê rêxistinên civaka sivîl, sazî û dezgehan. Divê ev derdor nîqaşan bikin û encamên wan pêşkeşî Meclis û hikûmetê bikin. Berpirsyartiya piştre jî dibe ya meclis û hikûmetê.”
