ENQERE- Hat hînkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê gelek mijaran ragihîne Komîsyona Meclisê ku di civîna xwe ya duh de biryar dabû ku biçe Îmraliyê.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku ji bo çareserkirina demokratîk a pirsgirêka Kurd li meclisê hat avakirin, duh civîna xwe ya 18'emîn li dar xist û li ser gelo serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê were kirin yan na, deng da. Piştî vekişîna CHP'ê ji komîsyonê, ji 51 endaman 40 kes beşdarî rûniştinê bûn û 32 kesan bi dengê "erê" çûyîna Îmraliyê qebûl kir. Partiya Demokrat û HUDA-PAR'ê dengê "na" dan, lê Koma Yenî Yolê bêalî ma, lê da der kir ew ê endamekî xwe daxilî şandeyê bikin. Serdana ku bernameya wê dê ji hêla saziyên peywendîdar ve were amadekirin, dê hefteya bê pêk were. Pirsa ku Abdullah Ocalan dê çi peyaman ragihîne komîsyonê bûye cihê meraqê.
CHP DÊ DI VÊ PÊNGAVA DÎROKÎ DE CIH NEGIRE
CHP'ê bi hinceta ku çima dengdayîn eşkere lê rûniştinên komîsyonê girtî ne, biryar da ku di vê pêngava dîrokî de cih negire û dê endamên xwe daxilî şandeya biçe Îmraliyê neke. Piştî ku CHP'ê piştrast kir ku ew ê endaman daxilî şandeyê neke, ji civînê derket. Nedana endaman ji aliyê CHP'ê ve ji bo komîsyonê û vekişîna wê ji civîna komîsyonê ji aliyê raya giştî ya demokratîk, nivîskar, akademîsyen û gelek siyasetmedaran ve bû cihê rexneyan.
Bi vekişîna CHP'ê ji komîsyonê, di civîna komîsyonê de ji 40 endamên mayî, 32 endaman dengê "erê" dan ku biçin Îmraliyê.
NAV DIYAR DIBIN
Partiyên siyasî dê îro endamên şandeya xwe ji bo serdana Îmraliyê eşkere bikin ku tê payîn roja Sêşemê an Çarşemê pêk were. DEM Partiyê dê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, MHP dê Fetî Yildiz daxilî şandeyê bike. AKP'ê hê ranegihandiye dê kî bişîne, lê di kulîsan de navê Huseyîn Yaman derbas dibe. Koma Yenî Yolê jî piştî biryar bide ku dê endamekî bişîne, dê payin ji wan Mehmet Emîn Ekmen daxilî şandeyê bibe.
DÊ ABDULLAH OCALAN BÊ GUHDARÎKIRIN
Bi vê biryarê re, Komîsyona Meclisê dê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinekê bike. Qeydên serdanê ku Ocalan dê li ser çend mijarên sereke biaxive, dê wekî hemû civînên din ên krîtîk 10 salan veşartî bimînin.
Li gorî agahiyan, tê payîn ku Abdullah Ocalan daxuyaniyekê bide komîsyonê û li ser çend mijaran bisekine. Bi vê hevdîtinê re qonaxa duyem a pêvajoyê dest pê bike. Ji van servana yek jê, şert û mercên têkoşîna çekdarî yên ji ber înkarkirina hebûna gelê kurd çêbûn û xalên girîng ên werçerxê di tevahiya dîroka PKK'ê de be. Her wiha dê paşperdeya dîrokî ya şer û pevçûnên bênavber 50 salî dewam kirin û pêngava dîrokî ya 15'ê Tebaxa 1984'an a PKK'ê bên ragihandin.
HEWLDANÊN AŞTIYÊ Û PÊŞNIYAZÊN ÇARESERIYÊ
Mijareke din jî ku tê payin dê Abdullah Ocalan ji komîsyonê re bibêje, lêgerîna aştiyê ya ji salên 1990'î û vir ve, hewldanên ji bo pêvajoyên çareseriyê û sedemên têkçûna van hewldanan be. Di bin vê sernavê de, ew ê li ser hewldanên PKK'ê yên ji bo dîtina çareseriyê, di nav de agirbesta yekalî ya yekem ku ji hêla Abdullah Ocalan ve di 20'ê Adara 1993'yan de hat ragihandin; mirina Serokkomar Turgut Ozal du roj piştî ku PKK agirbestê du mehên din dirêj kir, di 15'ê Nîsana 1993'yan de; Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê; lêgerîna çareseriyê ya ku bi taybetî ji sala 2005'an vir ve her çû zede bû û "Pêvajoya Çareseriyê" ya 2013'an bisekine. Tê payîn ku Abdullah Ocalan bi taybetî li ser sedema têkçûna pêvajoyên aştiyê yên berê û her wiha pergala darbeyê ya berdewam bisekine.
TIFAQA KURD-TIRKAN
Piştî paşxaneya dîrokî û nirxandinan, Abdullah Ocalan dê li ser pêvajoya ku di 1'ê Cotmeha 2024'an de dest pê kiriye biaxive û rave bike ka çima ev pêvajo pêwîstiyeke bivênevê ye û armancên wê ku li ser bingeha avakirina aştî û civakeke demokratîk ine. Abdullah Ocalan, wekî ku di her peyama xwe de tekez dike, dê tekezî li ser avakirin û pêşxistina "tifaqa Kurd-Tirkan" bike.
ZIMANÊ AŞTIYÊ
Di gelek peyam û hişyariyên ku Abdullah Ocalan şandiye de, wî gelek caran rexne li zimanê ku ji bo hêsankirina civakîbûna pêvajoyê tê bikaranîn girtiye û tekezî li ser pêwîstiya hişyariyê kiriye. Di vê civînê de, Abdullah Ocalan dê li ser pêşniyazên ji bo avakirina zimanekî aştî û civakeke demokratîk jî bisekine.
PÊVAJOYA QANÛNÇÊKIRINÊ
Ji bo ku pêvajo bigihîje encamekê, Tevgera Azadiyê ya Kurd û DEM Partî gelek caran tekez dikin ku pêdivî bi "qanûnên veguhêz" ên berbiçav heye. Bi taybetî, qanûnên der barê vegera endamên PKK'ê yên bêçek ji bo jiyana demokratîk û qanûnên ku dê gelê Kurd di bin şert û mercên wekhev, azad û demokratîk de nas bikin, wekî gavên berbiçav di pêvajoyê de tên hesibandin. Tê payîn ku Abdullah Ocalan di beşa dawî de li ser vê mijarê bisekine û pêşniyazên xwe bi komîsyonê re parve bike.
Li gorî agahiyan, piştî guhdarîkirina daxuyaniyên Abdullah Ocalan, endamên komîsyonê dê derbasî rûniştina pirs û bersivan bibin da ku pirsên xwe bipirsin. Piştî temamkirina hemû guhdarîkirinan, pêşniyaz û nerînên komîsyonê ji bo amadekirina rapora wê ya dawî dê heta êvara roja Înê, 28'ê Mijdarê, ji Serokê Meclisê re werin pêşkêşkirin.
MA / Mehmet Aslan
