WAN - Ciwanan bal kişandin ser belavbûna polîtîkayên şerê taybet ên wekî tiryak, fihûş, çetebûn, çekdarîkirina takekesî û sîxuriyê û banga "Werin em bi hev re tevdîran bigirin" kirin.
Zêdebûna polîtîkayên bikaranîna tiryakê, fihûş, çetebûn, çekdarîkirina takekesî û sîxuriyê li Kurdistanê dibe sedema hilweşîna civakî. Bi taybetî ciwan dibin hedefa van polîtîkayan û di heman demê de fikarên malbatan ên li ser zarokên wan roj bi roj zêde dibin. Ciwanên li Wanê bi taybetî balê dikişînin ser zêdebûna belavbûna fihûş, tiryakê û çetebûnê û destnîşan dikin ku divê êdî gel bi xwe tevdîrên xwe bigire.
Îlayda Şenaê destnîşan kir ku hejmara jinên ciwan ên ku dikevin nav fihûşê zêde dibe û got: "Zextên malbatî û civakî ciwanan ber bi rêyên cuda ve dibin. Bi taybetî jinên ciwan, ji ber zexta li ser wan, ji bo dîtina rêyeke nû, piştî demekê dikevin nav tiryak û fihûşê. Divê ciwan ji derdora xwe û jîngeha ku ew tê de ne haydar bin. Divê malbat zextê li zarokên xwe nekin û divê wan bi awayekî rast perwerde bikin."
‘ÇETEBÛN ZÊDE DIBE'
Yucel Ak bal kişand ser belavbûna polîtîkayên şerê taybet li Tirkiyeyê û diyar kir ku fihûş û bikaranîna tiryakê, bi taybetî li Wanê, zêde dibe. Ak got: "Temenê bikaranîna tiryakê daketiye bin 10 salî. Ne tenê dewlet, divê gel jî tedbîrên cidî bigire. Pêwîst e civak bibe yek û ciwanan biparêze. Ev bi gelemperî ji ber avakirina çeteyan belav dibin. Organîzekirina bûyer û çalakiyên cuda dikare alîkariya ciwanan bike ku ji polîtîkayên şerê taybet dûr bisekinin. Mînak, meseleya Rojîn Kabaîşê heye. Her kes xwedî ramaneke cuda ye û sedema mirinê nayê zanîn. Ev jî pirsgirêkeke şerê taybet e. Divê ciwan van pêşketinan bibînin, li gorî wê tevbigerin û dengê xwe bilind bikin. Yek ji sedemên belavbûna berfireh a polîtîkayên şerê taybet avakirina çeteyan e. Em dixwazin ku ev avakirina çeteyan bi dawî bibe."
'BERPIRSIYARIYEKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ MALBATAN'
Muhammed Alkan bilêv kir ku yek ji sedemên polîtîkayên şerê taybet ên berbelav malbat e û got: "Divê malbat ji bo zarokên xwe qadên xebatê biafirînin. Ciwan ji ber ku nikarin kar bibînin berê xwe didin rêyên din. Kolan niha ji bo ciwanan hawîrdoreke xirab diafirînin û adetên xirab pêş dixin. Li gelek taxên Wanê tiryak bi eşkereyî tê firotin. Polîs û desthilat berpirsiyarê vê rewşê ne. Ciwan niha li şûna dibistanê berê xwe didin rêyên din. Polîtîkayên şerê taybet bandoreke giran li ser jin û zarokan kiriye. Encama vê rewşê nayê zanîn. Ev hemû pirsgirêk ji ber polîtîkayên aborî û dewletê ne."
Denîz Yazgînê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê çetebûyîn zêde bûye û bikaranîna tiryakê gihîştiye temenên biçûk û got: "Li bajarekî, heta zarokên 6 salî jî dikevin nav sûc. Zarokên 16 salî jî di birîndarkirin û kuştina mirovan de cih digirin. Divê dewlet vê rewşê çareser bike. Divê dewlet berî ku ev zarok bikevin nav sûcan çareseriyekê bibîne. Ger pêwîst be, divê piştgiriya derûnî ji bo van ciwanan re were dayîn."
