STENBOL - Siyasetzan Ahmet Însel, diyar kir ku divê hiqûqa giştgir dawî li hiqûqa cotstandar bîne û ev tişt got: “ Pêwîst e em gavên xurt ji bo pirsgirêka Kurd û avakirina Komara Demokratîk a li Tirkiyeyê bavêjin.”
Di çarçoveya Aştî û Civaka Demokratîk de Tevgera Azadiya Kurd hemû gavên hewce avêtin, aliyê dewletê jî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk- Biratî û Demokrasiyê ava kir. Piştî serdana komîsyonê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 2’yê Kanûnê de Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) serdana Îmraliyê kir. Piştî serdanê, Şandeya Îmraliyê rave kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye “Di serdema veguhêz a ku em tê de ne, bi pêkanîna qanûnek aştiyê ya li ser bingeha qanûnek taybet û giştgir, diyardeya tundiya siyasî û destwerdana nedemokratîk dê ji rojeva Tirkiyeyê were derxistin.”
Siyasetzan Ahmet Bîlîmcî, hevdîtina komîsyonê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bêdengiya desthilatê, entegrasyona demokratîk û hiqûqa giştgir (holistic) ji ajanda me re nirxand.
Însel, diyar kir ku hevdîtina Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk- Biratî û Demokrasiyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wek “qonax” û “gav” rave kir û Însel, destnîşan kir ku ya girîng muzakereyên rayedarên dewletê bi Abdullah Ocalan re û daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya di 24’ê Cotmehê de ye. Însel, bal kişand ser bêdengiya desthilatê û diyar kir ku desthilat “ditirse” û got: “Tayyîp Erdogan, siyasetmedarek e ku berî her tiştî hilbijartinê difikire.” Însel, anî ziman ku destilatê li dijî Abdullah Ocalan propagandaya reş daye destpêkirin û wiha pê de çû: “Niha Dewlet Bahçelî dibêje ‘em raboriyê ji bîr bikin. Lêbelê gel, gotinên Bahçelî ji bîr nakin. Ji ber ku Tayyîp Erdogan berî her tiştî hilbijartinê difikire û hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ji bo hilbijartinê neyînî dibîne. Ev rewş di Hezîrana 2015’an de jî derket holê. Rawestandina pêvajoya çareseriyê ew bû ku difikirî AKP’ê hem ji çepgiran hem jî ji Kurdan deng bigire. Lêbelê MHP’ê ji ber dijberiya li dijî pêvajoyê ji sedî 16 ray wergirt, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî 13 ray wergirt. Li gorî texmîna min Tayyîp Erdogan ji dubarebûna vê rewşê ditirse. Ji ber vê yekê bi hesab tevdigere û dibêje ‘em ê tiştekî nekin, bila her tiştî aliyê PKK’ê bike’. Ev yek dê zêde nedomîne.”
‘DIVE EM BALDAR BIN’
Însel, diyar kir ku tu derdekî MHP’ê nîne, bi AKP’ê re beşdarî hilbijartinê dibe û ji derfetên desthilatê sûdwerdigire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bertekên Bahçelî yên tund û nîjadperest ji nişkave derdikevin holê. Herî dawî gotina li dijî Mesûd Barzanî ya ji bo serdana Cizîrê mînaka vê yekê ye. Bahçelî, destnîşan kiribû ku xweseriya KKTC’ê dê ji bo Sûriyeyê bibe mînakek xirab. Divê em baldar be. Ev nayê wateya devjêberdana netewperestiyê. Pêkhateya desthilatê ya herî mezin netewperestî ye. Ev netweperestî ji carekî ve bidawî nabe. Divê em realîst bin û li gorî wê nêz bin.”
MIJARA ENTEGRASYONÊ
Însel, diyar kir ku mijara “entegrasyonê” ya ku Abdullah Ocalan di çarçoveya pêvajoyê de anîbû ziman girîng e û divê entegrasyonê li ser esasê hemwelatiya wekhev û daxwazên Kurdan bê bicihkrin û di berdewamiya axaftina xwe de got: “Perwedehiya bi zimanê dayikê div ê çarçoveyê de girîng e. Mînak li dibistanêns seretayî perwedehiya bi duzimanî divê hebe. Li Tirkiyeyê dibistanên perwerdehiya bi İngilîzî û Tirkî, Fransî û Tirkî, Îtalî û Tirkî tê dayîn. Mînaka van dibe ku li hinek dibistanan Tirkî û Kurdî bê dayîn. Perwerdehiya bi duzimanî dê bibe çavakaniyeke dewlemend. Ev yek ne tenê pirsgirêka Kurdan e divê bibe ya hemû Tirkiyeyê.”
DAXWAZA RÊVEBERIYA XWECIHÎ
Însal, rave kir ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de divê daxwazên naskirina nasnameya çandî û rêveberiya xwecihî bê bicihkirin û di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku Kurdan li Tirkiyeyê daxwaza rêveberiya xwecihî kiriye loma netewperestên Tirk ji li cihekî din naynin ziman. Ji bo bi kêrî Kurdan neyê, naynin ziman. Lêbelê, rêveberiya xwecihî digel rêze polîtîkayên giştî ku dê rê bidin beşdariya gel di rêveberiyê de rêveberiyeke pirreng e.”
‘HIQÛQA GIŞTGIR BIDAWÎKIRINA HIQÛQA COTSTANDART E’
Însel, destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê dewlet gav biavêje û tundiyên siyasî zirarê dide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “A ku ez ji hiqûqa giştgir fam dikim badawîkrina hiqûqa cotstandart e. Li Tirkiyeyê destûra bingehîn jî pêk nayê. Dadgeha Cezayê Giran dibêje ‘ez biryarê AYM’ê qebûl nakim. Niha ne hiqûqa giştgir (holistic), hiqûqek parçe heye. Rewşa Selahattîn Demîrtaş mînaka herî şênber e.”
BANGA 27’Ê SIBATÊ Û GAVÊN PKK’Ê
Însel, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga Abdullah Ocalan û gavên PKK’ê, li Tirkiyeyê dê di pêşerojê de derî û derfetên erênî bidest bixe. Li gorî fikra min, geşedanên pêşerojê çi dibe bila bibe ev bang û gav dê şopek bihêle. Pêwîst e em gavên xurt ji bo pirsgirêka Kurd û avakirina Komara Demokratîk a li Tirkiyeyê bavêjin.”
MA / Omer Îbrahîmoglû
