* Festîvala fîlman a ji aliyê Komuna Fîlman a Rojavayê ve hat lidarxistin, da der ku "ruhê festîvala şoreşê divê wiha be". Her çend ruhê komunal ê festîvala bê xalîçeya sor di her aliyê xebatê de diyar bû jî, ne bê kêmasî bû jî.
* Endamê OHD'ê Mazlum Kantarci got ku divê paradîgmaya dewletê ya li hember Kurdan biguhere û ev yek divê di hemû rêziknameyên qanûnî de, bi taybetî jî di destûra bingehîn de, bi nêzîkatiyek yekpare bê destnîşankirin.
* Serokê Odeya Dermansazan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Ersin Kahraman diyar kir ku dabînkirina dermanan, bi taybetî ji bo kesên bi nexweşiyên kronîk, bûye pirsgirêkeke mezin.
* Serokê Federasyona Astengdaran Mecît Yilmaz diyar kir ku şer astengiya fizîkî û derûnî bi xwe re tîne û got ku ew ê ji bo aştiyê têbikoşin.
* Hevşaredarê Şaredariya Miksê Ayvaz Hazir ku ji tişta pê dihat tawanbarkirin beraet kir, bal kişand ser qeyûmê tayinî şûna wî hatiye kirin û got ku demildest divê vîna geş vegere ser kar.
* Welatiyên ku bertek nîşanî tora fihûşê ya li navçeya Licê de dan, diyar kirin ku berteka gel têrê nake û banga têkoşîneke hevpar kirin.
* Girtiyê nexweş Mehmet Emin Çam ku di girtîgehê de du caran krîzê li dil xist, meha borî çar caran sewqî Zanîngeha Dîcleyê hat kirin. Keça Çam diyar kir ku bavê wê di dema sewqkirinê de bi awayekî kelemçekirî di wesayîta rîngê de hatiye sekinandin û tenê carekê xwarin dane wî û got ku bavê wê gotiye, "Bila êdî min nebin nexweşxaneyê."
* Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol ê xwîn rijiya ser mêjiyê wî, didome.
* Dayikên Şemiyê, ji bo pirsa aqûbeta xizmên xwe û cezakirina kiryaran dê li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin. (12.00)
* Xizmên windayan dê li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin. (12.00)
* ÎHD û xizmên girtiyên nexweş dê li Enqere, İzmir û Stenbolê çalakiyên xwe yên ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş bidomînin. (13.00)
* Dê li Wanê damezrandina Platforma Şiyar Be bê ragihandin. (13.00)
