STENBOL - Endamê Şandeya Îmraliyê parêzer Ozgur Faîk Erol di Konferansa Navneteweyî de axivî û got: “Kurd li derveyî fermiyetê hatine hiştin û birêz Abdullah Ocalan jî hewl dide Kurdan daxilî nava hiqûqê bike.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar xist. Piştî axaftinên destpêkê û xwendina peyaman, rûniştina ewil hat lidarxistin.
Wekîlê DEM Partiyê Cengîz Çandar moderatoriya rûniştina ewil kir. Endamê Şandeya îmraliyê û parêzer Ozgur Faîk Erol piştre bi sernavê “Di Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Avakirina Aştiya Civakî de Rola Abdullah Ocalan û Mafê Hêviyê” pêşkeşiyek kir. Akademîsyenê Zanîngeha Xweser a Barselonayê E. Prof. Louis Lemkow bi sernavê “Li Ser Civakîkirina Aştiyê”, siyasetmedar Prof. Cîhanîr Îslam bi sernavê “Pêkvejiyan Lê Çawa”, Doç. Dr. Arzu Yilmaz bi sernavê “Li Tirkiyeyê Aştiya Civakî û Çareseriya Mayinde û Bandora Wê ya Herêmî û Kûrewî” pêşkeşî kirin. Xelatgira Nobelê Olkesandra Viacheslavivna Matviichuk jî bi rêya dîmen beşdarî konferansê bû û pêşkeşiya xwe kir.
‘ŞENSEKÎ BIDIN AŞTIYÊ’
E. Prof. Louis Lemkow, da zanîn ku dê aktorên di “civakîkirina aştiyê” de cih digirin vebêje û civakîbûna pêvajoyan “zehmet” e. Sedema vê jî weke fikrên cuda yên civakê nîşan da. Lemkow, got: “Em di bin hegemonyaya rant û kedxwariyê de ne. Ev jî ne ew tişt in ên bi xwe re aştiyê tînin. Lêbelê kesên daxwaza wekheviyê dikin dê bêhtir têbikoşin. Dixwazim li axêverên din jî guhdarî bikim ji ber ku em ê li tecrûbeyên wan guhdar bikin. Fikarên têkildarî aştiyê di bîra me de ne. Ez ê biçim 2 hezar û 500 salan berê. Dixwazim behsa şanoya Lysistratayê bikim. Di navbera Sparta û Atînayê de şerek hebû. Ev şanoye jî ji wê serdemê ye. Di vê şanoyê de dê jin di kîjan astê de bên destigrtin, li ser wê tê axaftin. Zilamên paşverû jî hebûn. Lêbelê em dizanin Lêbelê em dizanin ku li cihekî jin lê tunebin, kesek nikare behsa aştiyê bike. Tabloya Guernicayê li vir pêşberî we ye. Guernica hatibû bombebarankirin. Li vir sivîl hatibûn hedefgirtin û binpêkirineke aşkerayî ye. Bi hezaran kes hatin qetilkirin. Ev jî berhema hunerê ye ku hovîtiya şer vedibêje. Û tabloya La Ronde ya Picasso jî heye û di vir de destê mirovan tên dîtin. Ev, nîşaneya aştiyê ye.”
‘BÎR, DI RÊYA AŞTIYÊ DE HÊMAYA BINGEHÎN E’
Bi domdarî Lemkow anî ziman ku bîr ne tenê di lêkolînên aştiyê de ye û wiha pê de çû: “Em, di heman demê de di hunerên afirîner de jî dikin. Hûn niha jî pirtûka Hang Kang a “Em cuda nabin, cuda nabin’ dibînin. Hewceye em holokosta bîrê bi awayekî herî tirsnak bibînin. Îro, holokostê weke hinceta kiryarên li Xezeyê tên nîşandan. Gelek xizmên min hatin qetilkirin. Lewma jî bîr, di rêya aştiyê de hêmaya bingehîn e. Li dijî tiştên Îsraîl li Xezeyê dike, dirûşma ‘Tu kes nikare li tu cihekî qirkirinê li kesekî bike’ ye. Di şerê Vîetnamê de ez çalakvanek bûm. Ew strana ‘Deng bidin tekane derdê me aştiyê’ girîng bû. Tevgerên aştî û piştevaniyê hene. Hizra ji bo pêşerojê gelek girîng e. Afirînerî û huner, bi her cudahiya xwe her yek ji wan gelek jiyanî ne. Şensekî bidin aştiyê.” Piştre jî wêneyên Nelson Mandela û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşanî beşdaran da.
‘BAL KIŞAND SER PÊKVEJIYANÊ’
Cîhangîr Îslam jî bi bîr xist ku ew KHK’î ye û wiha domand: “Di mijara pirsgirêka Kurd de dema li Tirkiye û herêmê dinêrim, ji bo min Saray Bosna çi be, Kobanê jî ew e. Ji hêla xizmaniyê ve bo min tu ferqek nîne. Lewma jî, di fikra Tirkên derve yên forma perwerdeya fermî daniye pêşiya me de gelo dê çi bi Kurdan û Ereban bibe. Ez Boşnak im. Nêrîneke berfireh pêwîst dike. Me sala 102’an a komarê îdraq kir. Di sala 100’emîn de li benda pirtûkekê bûm. Wan deman me di nava şertên netewe dewletê de netewe dewletek ava kir. Baş e lê encama vê çi bû? Di vê serdema şerê sêyemîn ê cîhanê de li gorî min divê rejîmeke aştiyane ya tifaqa Kurd-Tirkan esas digire bê avakirin. Nirxên civaka me yên bingehîn, ne ji bo pevçûnê lê ji bo pêkvejiyanê ne. Dema mirov ji hêla dîrokî ve lê dinêre, demokrasiya rojava baş pêş ket. Lê dema li dîroka xwe dinêrim, dikarim heta Peymana Medîneyê jî bibim. Peymana Medîneyê, ji bo pêkvejiyanê nirxekî girîng e. Lewma pêkvejiyan ne tiştekî nû ye. Li gorî fitrata mirovan e. Li gorî min, divê em baş li ser mijara netewe dewletê hizra xwe bikin. Ne tenê ji bo Kurd û Tirkan, divê em ji bo hemû gelên li herêmê formula pêkvajiyanê peyda bikin. Demokrasiya rojava tenê ji bo pêşxistina Ewropayê hat kirin. Lêbelê projeya me ji bo hemû mirovahiyê ye û hêvîdarim ji bo tevahiya mirovahiyê bibe çareserî.”
‘JI HÊLA ZÊHNÎ VE XWEŞÛŞTINA JI TUNDIYÊ’
Ozgur Faîk Erol jî anî ziman ku “Mafê hêviyê” girîng e, di pêvajoyên girîng re derbas bûne û bi tecrîdê re zext jî giran bûne. Erol, spasiya her kesên li dijî tecrîdê têkoşiyayîn kir û got: “Dema têkoşîna li dijî tecrîdê dihat domandin, li ser mijarên din jî nîqaş dihatin kirin. Di meseleya Kurd de hin kes dibêjin ji aştiyê re erê lê ma hewce dike ku biçin Îmraliyê. Di serdema tecrîdê de, di meseleya Kurd de me got ku ev tê wateya girtina deriyê guftûgoyê. Gelo ev rastî di nava deh salên dawî de jî piştrast nebû? Ji bo nîqaşeke siyasî û hiqûqî, hewcehî bi rakirina tecrîdê hebû. Birêz Ocalan, lîderê demokratîzîsayona Kurd e. Di heman demê de, li şûna tundiyê, avakerê çareseriya siyasî û hiqûqî ye. Lewma jî li seranserî Rojhilata Navîn, lîderê Kurdan, dînamîzma wî heye. Ev dilsoziye gelek girîng e. Bi Ozal, Erbakan, Erdogan re pêvajo pêş xist. Heke li ser bingeheke rast bihata destgirtin, ev 30 sal in dê pevçûn çênebûna. Pêvajoya niha jî bi awayekî yekalî û bi îradeya xwe ya cewherî pêş xist. Salek beriya bi niha, em ne di şertên niha de bûn. Li Sûriyeyê îktîdar diguheriya û krîz hebû. Li welat jî pir kêmek maf hebûn. Piştî sê hevdîtinan, bangek amade kir. Di pêvajoya piştre de rêxistinê kongreya xwe li dar xist û bersiv da. Çek hatin danîn, xwe vekişiyan. Di halê hazir de hem ji hêla pratîkê ve hem jî ji hêla zêhnî ve anî rewşekî veşûştina ji tundiyê. Bi giştî, li dijî her cureyên mudaxileyî derveyî demokrasiyê, zemînek ava kir. Li gel vê, aliyekî Kurdan ê meseleyê heye.”
DI KOMÎSYONÊ DE KURDÎ QEDEXE YE
Di berdewama axaftina xwe de Erol anî ziman ku Kurd piştî 1925’ê êdî li “derveyî fermiyetê” hatine hiştin û got: “Birêz Ocalan jî niha dixwaze Kurdan daxilî nava hiqûqê bike. Pişt sala 1925’an, dema di gotin Kurd yekser weke serhildan dihat zanîn. Bi demê re Kurd her tim weke gefekê hatin dîtin. Digotin heke hiqûqeke zagonî ya Kurdan were naskirin dê av û pariyê nanê xwe parve bikin lê tiştekî wisa nîne. Li ser Kurdan, qadekî derqanûnî hate avakirin. Heke qeyûm li wir hatibe tayînkirin, yê duyemîn jî tayînî vir kirin. Meseleyê eleqeya xwe bi Kurdan nîne. Li vî welatî Kurd derqanûnî hatin hiştin û li ser vê jî derqanûntî htae kirin. Li Meclisê komîsyon hate avakirin. Nehiştin dayika me bi Kurdî biaxive. Serokê Meclisê ku nehişt ew bi Kurdî biaxive, li Amedê bi Kurdî axivî. Baş e lê çima destûr nedan? Ji ber ku Kurd qanûnî nînin! Birêz Ocalan jî ev li ser mînakekê vegot. Heke hûn Kurdan bi awayekî qanûnî nas nekin, em nikarin li ser mafên din biaxivin. Divê heqê vê rastiyê bê dayin. Ji ber ku Kurd di qada derqanûniyê de tên dîtin, amirek bi rehetî dikare mafê çalakî û xwepêşandanan li pey hev qedexe bike. Ji ber ku ew hêza wî heye. Lewma divê em xwe ji vê diyalektîkê rizgar bikin.”
‘MAFÊ HÊVIYÊ’ Û MÎNAKA MANDELA
Erol, axaftina xwe wiha qedand: “ ‘Mafê hêviyê’ jî eleqeya xwe bi vê heye. Ji hêla siyasî, hiqûqî ve li vir lê bila bi xwe neyê. Bila em ji siyaset û fikrên birêz Ocalan sûcê bigirin lêbelê bila li vir nebe. Lêbelê tişta herî zêde divê dest lê neyê dayin çi be, divê ew daxilî hiqûqê were kirin û divê tevahiya gelê Kurd jî daxilî hiqûqê were kirin. Firsend pir in. Verastkirinên di serdema veguhêz de hewcehî bi mafê hêviyê namîne û dê gelek pirsgirêk bikarin bên çareserkirin. Dema hevdîtinên bi Mandela û Efrîqaya Başûr re dest pê kirin, hikûmetê serokê îstîxbaratê şande girtîgehê. Serokê îstîxbaratê ji midûrê girtîgehê re got; ‘Divê hevdîtinên me di şertên wekhev de bin.’ Midûrê girtîgehê jî Mandela anî malê. Heke biryardariya nirxandina vê îradeyê bidome, ji ewil divê şert û mercên azad bên avakirin. Divê bikare bi çapemenî, rewşenbîr, xizmên xwe re hevdîtinan bike. Xuyanîbûna wî dê îradeya di çareseriya pirsgirêka Kurd de pêk bîne. Azadiya wî, tiştekî em her tim li bendê ne.”
Piştre jî derbasî pêşkeşiya Doç. Dr. Arzu Yilmaz bi sernavê “Aştiya Civakî û Çareseriya Mayinde ya li Tirkiyeyê û Bandora wê ya Herêmî û Kûrewî” û peyama bidîmen a Xelatgira Nobelê Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk.
