Ji bo Mehmet Guler, Rojhat Ozdel û Faîk Kevcî edalet xwestin

  • rojane
  • 14:31 6 Kanûn 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windakiriyan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê aqûbeta Mehmet Guler pirsîn û di çalakiya li Colemêrgê de jî hat xwestin ku kujerên Rojhat Ozdel bên darizandin. Li Rihayê hat xwestin ku aqûbeta Faîk Kevcî were aşkerakirin. 
 
Xizmên Windakiriyan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo aqûbeta windakiriyan bipirsin û faîlên wan bên darizandin, li Amed, Êlih, Colemêrg û Rihayê çalakî li dar xist. 
 
AMED
 
Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windakiriyan, di hefteya 878’an a çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezanê ya Amedê civiyan. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin û di cînayetên kiryarnediyar de jiyana xwe ji dest dane li ser bû hate hilgirtin. Her wiha beşdaran wêneyên windakiriyan hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Guler ê di 1’ê Kanûna 1997’an de li Farqîn a Amedê hatibû windakirin hate pirsîn. 
 
 
ÇÎROKA MEHMET GULER
 
Metna daxuyaniyê ji hêla endama Komîsyona Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî ve hate xwendin. Serpêhatiya Mehmet Guler wiha ye: “Rojek piştî hejmartiya nifûsê, di 1’ê Kanûna 1997’an de çû şîrketa lê dixebitî û êdî venegeriya malê. Li ser vê yekê dayika wî Şefîka Guler, ji bo aqûbeta kurê xwe bipirse çû şîrketa kargoyê ya lê dixebitî. Xebatkarên kargoyê jê re gotin ku Guler tevî xebatkarê din ê kargoyê Mûrat Guneş bi wesayîta kargoyê çûye Êlihê, li wir rastî nasekî xwe hatiye û êdî venegeriya. Şefîka Guler jî got qey kurê wê ji bo mêvandariyê çûye Êlihê û li ser vê yekê vegeriya malê. 
 
Bi ser bûyerê re roj derbas bûn û Guler venegeriya malê. Li ser vê yekê dayika wî dîsa çû şîrketa kargoyê û bi xwediyê buroyê Mûrat Sutşurup re hevdîtin kir. Sutşurup jî li ser vê yekê telefon kir û ji dayikê re got ku rewşa kurê wê baş e. Şefîka Guler ku li bendê bû kurê wê zû vegere, vegeriya malê. 
 
Lê Mehmet Guler venegeriya malê. Fikarên dayikê zêde bûn û bi Mûrat Guneş ê kurê wê herî dawî li cem wî re bû hevdîtin kir. Lêbelê tu agahiyên cuda bi dest nexist. Li ser vê yekê çû mala Mûrat Sutşurup û jê xwest bizane ka li ser telefonê bi kê re axiviye. Sutşurup jî jê re got ku bi Mûrat Guneş re axiviye û tu agahiyên din nizane. 
 
Şefîka Guler vegeriya mala xwe. Li gorî axaftinên Şefîka Gulerê; her du Mûrat jî alîgirên Hîzbûllahê ne. Kurê wê Mehmet Guler jî demekî kin çûye ser fikra wan lê piştre lihev nekiriye û jê derketiye. Lewma Şefîka Guler difikire ku kurê wê bi hevkariya her du Mûran ji hêla rêxistina Hîzbûllahê ve hatiye revandin. 
 
Êdî hêviya Şefîka Gulerê namîne û serî li Şaxa ÎHD’a Êlihê û Serdozgeriya Komarê ya Êlihê dide. Şefîka Gulerê der heqê her du Mûratan de serlêdana sûc kir. Her wiha îlan da çendek rojnameyan û lêgerîna xwe domand. 
 
Di mehên Nîsan û Gulanê yên sala 1999’an de hêzên ewlekariyê li dijî rêxistina Hîzbullahê oprasyonek kir û gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Di nav kesên hatin girtin de Mûrat Sutşurup û Mûrat Guneş jî hebûn. Ji 1’ê Kanûna 1997’an heta niha tu agahî ji Guler nayên girtin.” 
 
Piştî xwendina serpêhatiyê, beşdaran çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 
ÊLIH
 
Şaxa ÎHD’a Êlihê û Xizmên Windakiriyan jî di hefteya 714’an de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de aqûbeta Mehmet Guler ku di 1’ê Kanûna 1997’an de hatibû windakirin, hat pirsîn. 
 
Çîroka windakirina Guler ji hêla Rêvebera Şaxê Zana Yucel Bozkurt ve hate xwendin. 
 
Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
 
COLEMÊRG
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û Xizmên Windakiriyan, çalakiya xwe ya 204’an li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” û wêneyên windakirina hatin hilgirtin. Xizmên Windakiriyan, vê hefteyê ji bo Rojhat Ozdeş daxwaza edaletê kir. 
 
Metna daxuyaniyê ji hêla xwişka Rojhat Ozdel, Helîn Ozdel ve hate xwendin. Helîn Ozdelê got: “Rojhat Ozdel ciwanekî 18 salî bû û ji ber pirsgirêkên aboriyê û ji bo alîkariyê bide malbat xwe, neçar ma ku dev ji dibistanê berde. Di firneya xizmên xwe de dixebitî. Di roja ku dê cenazeyên Veysel û Reşît Îşbîlîr ên di çalakiyên Şemzînanê de hatibû qetilkirin li Geverê bihatina definkirin de (6’ê Kanûna 2014’an), meşeke girseyî hat lidarxistin. Ji ber ku dê çalakiya girtina kepenkan bihata lidarxistin, Rojhat nanê xwe girt û çû malê. 
 
Mala Rojhat, li ser rêya çalakî lê dihat kirin bû. Li Esentepeyê ji nav girseyê derket. Piştî derketina bûyeran, li wir hate gulebarankirin û bi giranî birîndar bû. Bi wî halî li wir hate sekinandin. Li gorî agahiyên şahidan, destûr nehate dayin ku ambulans mudaxileyî Rojhat bike.” 
 
 
'BI ÎŞKENCEYÊ HATE QETILKIRIN’
 
Li gorî îfadeyên şahidekê din, dema birîndar ji hêla leşkeran ve bi qontaxa çekê hate îşkencekirin. Bi ser re gelek dem derbas bû û piştre hiştin ambulans biçin cihê bûyerê. Koma tenduristvanan got ku dixwestin mudaxile bikin lê Rojhat jiyana xwe ji dest dabû. Heman derqanûntî li endamên malbatê jî hate kirin. Nehiştin endamên malbatê têkevin nexweşxaneyê û li wir hatin derbkirin. Heta nehiştin wekîl jî têkevin nexweşxaneyê. Endamên malbatê karîn di derengiya şevê de cenazeyê zarokê xwe bibînin. Di dema radestkirina cenazeyê de jî gelek derhiqûqî hatin kirin û piştre cenaze dan malbatê. Malbata Rojhat, ji bo aqûbeta Rojhat serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê da lêbelê demekî dirêj hate vehêlandin û xistin nava dosyayên kiryarnediyar.” 
 
DAXWAZA BILA FAÎL BÊN DÎTIN
 
Helîn Ozdelê herî dawî got: “Tevahiya lêpirsînan bi awayekî derhiqûqî hatin girtin. Bûyer di çapemeniya netewî de hate parvekirin, gelek pirs hebûn û gelek şahid jî hebûn lê tevî vê jî dosya hate xistin. Weke parastvanên mafên mirovan, ji bo aqûbeta tu kesekî kiryarnediyar nebe, em bang li dewletê dikin. Em dixwazin ku kes/kesên Rojhat Ozdel kuştin û hêzên ewlekariyê yên bûne sedema mirina wî demildest bên girtin û cezakirin.” 
 
RIHA
 
Şaxa ÎHD’a Rihayê jî di hefteya 62’yan a çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” de li pêşiya Novada Park AVM’ê daxuyanî da. Di çalakiyê de aqûbeta Faîk Kevcî ê di sala 1984’an di bin çavan de hatibû windakirin hate pirsîn. Endamê Şaxê Enes Mîllî daxuyanî xwend. 
 
Mîllî, da zanîn ku Kevcî li navçeya Wêranşar a Rihayê dijiya, ji hêla 2 kesan ve hatiye binçavkirin û got: “Malbata wî hîn bû ku Kevcî ji ewil birine Mizarê, piştre birin Qereqola Gaviroglû û piştî du rojan jî ji hêla cerdevanan hatiye revandin û gelek caran cihê wî hatiye guherandin. Piştre jî Faîk Kevcî bi temamî winda bû. Li gorî agahiyên malbata wî dane, dema cerdevanan Faîk Kevcî teslîm girtin, kirîvtiya van cerdevanan bi malbatê re hebû. Cerdevanekî ji malbatê xwest ku ji bo berdana Faîk bikeve nava hewldanan lêbelê demekî kin piştre cerdevanan Faîk birin cihekî nediyar. Ji wê rojê heta niha jî tu agahî jê nayên girtin.”
 
Mîllî, da zanîn ku birayê wî Omer Kevcî bi salan li pey aqûbeta birayê xwe ketiye lê meqamên fermî tu bersivek nedane wî û got: “Di serlêdana Omer Kevcî de zext û gefên li ser malbatê bi aşkerayî tên dîtin. Li gund zexta cerdevaniyê li wan tê kirin, gefa valakirina malê, gefên înfazkirinê, koçberiya bi darê zorê çendek ji van in. Tevî ewqas serlêdanan jî dewletê tu tiştek nekir. 
 
Em dixwazin aqûbeta Kevcî were aşkerakirin, der heqê hêzên ewlekariyê û cerdevanên tiliya wan di bûyerê de heye lêpirsîn bê destpêkirin û li ser zext û gefên li dijî malbatê jî lêkolîn were kirin. Her çend bi ser windakirina Faîk Kevcî re nêzî 40 sal derbas jî bibin, daxwaza heqîqet û edaletê hêj mîna roja ewil e. Dewlet mecbûr e ku cihê Faîk Kevcî nîşan bide ku ev berpirsyartiya dewletê ye.” 
 

Sernavên din

15:55 Nêçîrvan Barzanî: Avakirina aştiyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike
15:49 Arzû Yilmaz: Entegrasyona ku Abdullah Ocalan behs dike, formula jiyana bihevre ye
Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk a xwediya Xelata Nobelê: Divê em jinan daxilî pêvajoyê bikin
15:16 Li Stenbolê Komxebata Aştiyê: Em dixwazin bi awayekî çalak di pêvajoyê de cih bigirin
15:04 ‘Konferansa Navneteweyî’ bi rûniştina duyemîn didome ZINDÎ
14:36 Li Sûriyeyê 665 kesan ji ber bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dan
14:31 Ji bo Mehmet Guler, Rojhat Ozdel û Faîk Kevcî edalet xwestin
14:23 Endamê komîsyonê Yildiz ê çû Îmraliyê: Meseleyeke dewletê ye ku nayê taloqkirin
14:13 Girtiyê ku ferzkirina 'nizama leşkerî' red kir, gardiyanan êrişî wî kir
13:58 Bi girseyî çûn serdana şîna Yîgît û Turgut
13:50 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsin
13:44 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Abdullah Ocalan dixwaze Kurd daxilî hiqûqê bê kirin
12:49 Barzanî: Amade me ku ji her alî ve piştgiriyê bidim pêvajoyê
Talabanî: Em piştgiriyê didin her gava ji bo hêviya aştî û demokrasiyê tê avêtin
12:30 Bi îdiaya ‘ezmûna tev li bûye nehatiye dîtin’ tehliyeya Şîmşek hat taloqkirin
12:18 Îlham Ehmed: Em dixwazin xwe li Tirkiyeyê û Tirkiyeyê jî li vir bibînin
12:07 Hevalê Edemen ê 31 salan di girtîgehê de got: Jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê xwe kir
11:25 DAIŞ dîsa li Sûriyeyê di nava livûtevgerê de ye
11:07 Abdullah Ocalan: Bi avakirina civaka demokrtîk em ê sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin
10:44 Li Osmaniyeyê qeza: Gelek mirî û birîndar hene
10:38 Konferansa Navneteweyî: Paradigmaya Abdullah Ocalan çareseriyeke mezin e
09:27 Di mehekê de 4 caran sewqî nexweşxaneyê hat kirin: Bila êdî min nebin nexweşxaneyê
09:27 Ji doza ku wekî sedema tayinkirina qeyûm hat nîşandan beraet kir: Divê şaredarî bên vegerandin
09:14 'Şer astengdariyê zêde dike, em ê ji bo aştiyê bitêkoşin'
09:14 Serokê Odeya Dermansazan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê: Nediyariya fiyetan bandorê li dermanan dike
09:10 'Divê êdî dewlet paradîgmaya xwe biguherîne'
09:09 Ji Licêyiyan li dijî 'tora fihûşê' banga yekîtiyê
09:07 Festîvala bêyî xalîçeya sor
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2025'AN
05/12/2025
16:45 Belgefîlma ‘Birîn’ a ji bo bibîranîna Kadrî Bagdu hat weşandin
16:13 'Girtiyê nexweş Yildirim nehat tehliyekirin’
16:07 Li Dêrsimê li dijî fihûşê daketin qadan
15:13 Encama Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kurt aşkera bû
14:53 Civaknas Holloway çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê
14:36 Der heqê hevşaredar Neslîhan Şedalê de biryara beraetê
14:29 Îlham Ehmed dê di konferansa li Stenbolê de biaxive
14:27 Şîna Alî Kaya yê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
14:15 Li dijî zexta sîxurkirin û tacîzê dê serlêdana sûc bê kirin
14:01 Fîlozof Bourg: Ji bo demokratîbûnê divê Kurd bi awayeke çalak tev li siyasetê bin
13:11 Siyasetzan Însel: Hiqûqa giştgir dê dawî li hiqûqa cotstandart bîne
13:01 Hevdîtina li Îmraliyê vegot: Dê hêzek tev li artêşê bibe, ya din dê bibe asayîş
12:27 Di doza wek hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan de biryara beraetê
11:53 Di operasyona bahîsê de pêla duyemîn: Gelek kes hatin binçavkirin
11:52 Ji Abdullah Ocalan bo Konferansa Meclisa Jinan a Mexmûrê peyam
11:39 Ebru Gunay: Pirsgirêka Kurd dê li ser zemîneke navneteweyî bê nîqaşkirin
11:03 Hedef çandina 2 milyon darên berûyê ye
10:40 Rageşiya li herêmê bihabûn bandoreke neyînî li turîzma Wanê dike
10:27 Di dosyeya mirina biguman a jinekê de gumanbar hatin tehliyekirin
09:29 Hevseroka Giştî ya DAD'ê: Divê Abdullah Ocalan karibe bi civakê re têkiliyê deyne
09:27 Me texrîbata li bajarê Zenobiayê Palmîrayê tomar kir
09:09 Li Wanê festîval: Muzîk azad dike, aştî mezin dibe
09:07 Jinên Licê bertek nîşanî 'çeteya' fihûşê dan: Divê her kes serî rake
09:04 Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê: Em bi hunerê re bin
09:03 'Girtiyên nexweş bi çarenûsa xwe re rû bi rû hatine hiştin'
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2025'AN
04/12/2025
20:22 Abdullah Ocalan: Ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldanan de me
19:17 Di civîna komîsyonê de aloziya girtekan
16:05 Şîna Can ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
16:04 Xeyala Zinar Altuntaş pêk hat
15:24 AKP û MHP’ê nexwestin girtek bên xwendin
15:21 Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:10 Komîsyon bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
13:37 Raportorê PE yê Tirkiyeyê Amor serdana DEM Partiyê kir
13:29 DEM Partî dê li Eskîşehîrê bi gel re bicive
13:20 Konseya Ewlehiyê ya NY’ê cara ewil çû serdana Sûriyeyê
13:16 Girtiyê piştî 30 salan hat tehliyekirin: Dê Kurd azadiya xwe bi dest bixin
13:14 Komîsyona YE’yê Rûsya girt lîsteya reş
13:06 Li biheşta veşarî ya Mêrdînê Qurdîsê rengê payîzê
13:02 Kurtulmuş: A girîng ew e ku hûrgiliyên serdana Îmraliyê bi komîsyonê re bên parvekirin
12:14 Rapora ÎSÎG’ê ya Mijdarê: 216 karkeran di cînayetên kar de mirin
10:57 Daxuyaniya Bahçelî ya têkildarî verastkirina qanûnî
10:10 Qeyûm ê Wanê projeyên TUGVA'yê yên ‘bişaftinê’ fînanse dike
10:07 Meteorolojiyê ji ber sermayê xelkê Serhedê hişyar kir
09:23 Rojgul Ozdemîr: Cara ewil 7 salî bû çû ziyaretê, 29 sal in li benda berdana bavê xwe ye
09:22 Îlahiyatnas Salar: Divê Diyanet di xutbeyan de ji gel re pêvajoyê rave bike
09:18 Şoreşa bi rêya komunan pêş dikeve
09:07 Prof. Dr. Levent Koker: Bi çareseriyê re Tirkiyeyê dê derbasî pêvajoya demokratîkbûnê bibe
09:06 Hevserokê Giştî yê OHD'ê: Divê pirsgirêk di çarçoveya hiqûqa yekpare de bê nirxandin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2025'AN
03/12/2025
21:30 PDK'ê li Xebat û li Lacanê çekên giran bicih kir
18:26 Dayika Aştiyê Aliye Tîmur hat definkirin
17:50 Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêziknameya xwe erê kir
17:41 Hêzên Îranê li Rojhilat jineke Kurd binçav kirin
17:11 Şîna Serhat Korkmaz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Barzanî: HSD dê bêyî garantiya entegrebûnê çekê danayne
16:47 'Astengdar rastî cihêkarî û îzolasyonê tên’
15:53 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:07 Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' ya DEM Partiyê eşkere bû
14:58 Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê
13:41 Ingilistanê piştgirî da pêvajoyê
12:43 Gulistan Kiliç Koçyîgîtê îdiaya ‘Dê li dijî Bahçelî derbe bê kirin’ derewand
12:32 Ji Abdullah Ocalan peyama hiqûqa yekpare: Dê diyardeya mudaxileya li derî demokrasiyê ji rojeva Tirkiyeyê derkeve
12:04 Ji Prof. Bose piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan: Divê alî vê kêliya hêviyê binixînin
11:42 TUÎK’ê dîsa rêjeya enflasyonê kêm nîşan da
11:35 Bahçelî: Em ê bi tu awayî ji pêvajoyê paşvegavê neavêjin
10:54 Rapora DFG'ê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn û cezakirin didomin
10:53 MYK a DEM Partiyê civiya
10:20 5 endamên TOP'ê hatin binçavkirin
10:16 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Heqîqet çiqas derkeve holê em ê ewqas nêzî aştiyê bin
10:15 Cenazeyê zarokê di Çemê Dîcleyê de wer bû hat dîtin
10:14 Nexweşxaneyê rê nîşan da: Nikare di girtîgehê de bimîne lê dikare sewqî Tîpa R’yê bê kirin!
09:50 Xwişka rojnamevan Hakan Tosûn ê hat kuştin: Divê edalet pêk bê