STENBOL - Siyasetmedar Azîme Kiliçê bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Heke em qala veguhertinê bikin, divê berî her tiştî pîvana edaletê bê qebûlkirin û girtîgehên ku tecrîda giran tê de pêk tê, werin girtin.”
“Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hate lidarxistin, li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoya Stenbolê didome. Siyasetmedar Azîme Kiliç, di rûniştina bi sernavê “Tecrubeyên Çareserkirina Pevçûnan” de, li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, pêşkêşiyek kir.
Azîme Kiliç, ku bi salan di girtîgehê de maye û ji ber nebûna delîlan hatiye berdan, bal kişand ser sîstema tecrîdê ya li Tirkiyeyê. Kılıç, behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got: “Ez bê sûc di girtîgehê de mam. Ez difikirim ku ji ber pêvajo hebû ez hatim berdan. Niha zêdetirî 3 hezar girtiyên PKK’ê hene. Heke em qala veguhertinê bikin, divê pîvana edaletê bê pejirandin.”
JI SEDÎ 90’Ê KURDAN DI GIRTÎGEHÊ DE NE
Azîme Kiliç, bal kişand ser zextên ku di 10 salên dawî de zêde bûne û got ku girtîgehên tîpa bajarî "mîna qenciyekî" tên pêşkêşkirin. Azîme Kiliç anî ziman ku tecrîd pêşî li Îmraliyê dest pê kiriye û wisa got: “Li Tirkiyeyê getto nîn in, lê ev girtîgehên bajaran hene. Bi giştî li girtîgehan êşkence heye. Di 10 salên dawî de tecrîd hebû. Berê em di qawîşên komî de diman û me çalakî dikir. Tecrîd pêşî li Îmraliyê dest pê kir. Birêz Ocalan li Îmraliyê hate girtin û ji bo wî girtîgeheke taybet hate çêkirin. Ev nehat pirsîn ji ber ku dihat fikirîn 'serekê terorîstan' li wir e. Paşê ev bû serlêdanek bingehîn. Tecrîda ku pêşî li Kurdan dihat sepandin, li ser her kesî belav bû. Rewşa girtîgehan dest bi jiyana di civakê de kir. Girtîgeh neynika hikûmetên heyî ne. Ji sedî 90ê Kurdan di girtîgehê de ne. Piraniya girtiyên edlî û siyasî Kurd in. Dibe ku Kurd ne di kampên komkirinê de bin, lê gelek Kurd ketine girtîgehan.”
'HUCREYA YEKKESÎ ÎŞKENCEKE GELEKÎ CIDÎ YE'
Azîme Kiliç anî ziman ku derbasbûna ji qawîşên qerebalix bo sîstema şaneya yek kesî encamên giran bi xwe re aniye û wiha pê de çû: “Zindanîkirina mirovekî di şaneya yek kesî de êşkenceke gelekî cidî ye. Li hewşên girtîgehên ewlehiya bilind ceyran heye, heta çûk jî dimirin.”
'JINÊN GIRTÎ DU QAT ZEHMETIYAN DIJÎN'
Azîme Kiliç bal kişand ser rewşa girtiyên ku zêdetirî 30 salan li Tirkiyeyê di girtîgehê de ne û got, guhertinên ku di qanûna serbestberdana bi şert de hatine kirin, derketina girtiyan dereng xistine.
Kılıç diyar kir ku Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê yên Girtîgehan bi pirsa “Gelo tu poşman î?” berdana wan asteng dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevalên me hene ku 34-35 sal in di girtîgehê de mane. Malbatên wan jî bi rengekî dîlîtiyê dijîn.”
Azîme Kiliç bal kişand ser wê yekê ku şert û mercên jinên girtî giran in û wiha got: “Jinên girtî dû qat zêdetir bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Ez difikirim ku rewşa jinên di girtîgehê de tecrubeyeke girîng e ku divê bê lêkolîn kirin.”
Azîme Kiliç got ku divê girtîgehên ku tecrîda giran tê de pêk tê, werin girtin û zagonên azadiyê werin derxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji aliyekî din ve polîtîkayeke zextê ya domdar li ser Kurdan heye. Divê ev were rakirin.”
