AMED - Derhênera Rojhilatî Maryam Samadî ya ku hişkesaliya li rojhilatê Kurdistanê bi fîlmê 'Xwêfiroş' rave dike û fîlmê wê di 24 festîvalên fîlman ên navneteweyî de hatiye nîşandan, banga xwedîderketina li xwezayê kir.
3'yemîn Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlman a Amedê, bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi rêveberiya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîrê bi dirûşma "Dinya bi çîrokan tê ba hev" tê lidarxistin, berdewam dike. Di festîvalê de, fîlmên li ser mijarên wek bişaftina ziman, şer, koçberî, nakokiyên nav malbatê û gelek mijarên din tê de cih digirin, derhênera Rojhilatî Maryam Samadî bi fîlmê xwe yê bi navê 'Xwêfiroş' ê ku behsa hişkesaliya li Rojhilat dike, beşdar bû. Maryam Samadî ya ku fîlmê wê di 24 festîvalên fîlman ên navneteweyî de hatiye nîşandan, di fîlmê xwe de behsa rîska jiberçûna jineke ducanî dike ku li qeraxa Gola Urmiyeyê bi hevjînê xwe re bi firotina xwê debara xwe dike, lê ji ber bahozên xwê yên ku ji ber guhertina avhewayê û destwerdana mirovan çêbûne, di metirsiyê de ye. Fîlm li ser malbatekê ye ku piştî firotina milkê xwe û ji bo parastina zaroka xwe ya ji dayik nebûyî ji xetereyên jîngehê, plan dikin ku koçî bajêr bikin.
‘GOLA URMIYEYÊ ZIWA BÛ’
Maryam Samadî diyar kir ku wan xwestiye balê bikişînin ser hişkesaliya ku tê jiyîn û ev tişt got: "Wekî kesekî xwezaparêz, min ev yek wekî erka xwe dît. Ez li Urmiyeyê dijîm. Xweza heyfa xwe ji mirovan digire. Ger mirov veguherînekê bijî, aliyê baş ê xwezayê dibîne, lê heke zirarê bide xwezayê, wê demê xweza heyfa xwe digire û ya ku niha diqewime jî ev e. Ger mirov baş be, xweza jî li hemberî mirov baş e. Niha Gola Urmiyeyê û gelek golên din ziwa bûne. Me ji bo ku balê bikişînin ser vê xerabûnê, fîlm kişand."
EMPERYALÎZM Û XWEZA
Meryem Samadî destnîşan kir ku xweza bi destê mirovan tê xerakirin û wiha pê de çû: "Bi destê mirovan dar têne birîn, av tê miçiqandin. Bi awayekî çavnebarî êriş li ser xwezayê tê kirin. Polîtîkayên emperyalîzmê yên ku xwezayê tune dikin zêde bûne. Bê hişmendî tê bikaranîn. Dûv re mijarê bi nebarîna baranê an jî sedemeke din ve girê didin."
DI 24 MIHRÎCANÊN NAVNETEWEYÎ DE HAT NÎŞANDAN
Meryem Samadî diyar kir ku fîlmê wê di 24 festîvalên navneteweyî de hatiye nîşandan û got ku ji ber ku di Mihrîcana Fîlman a Amedê de tê nîşandan, ew şanaz e. Meryem Samadiyê bal kişand ser girîngiya fîlman di parastina xwezayê de û got ku fîlmên bi bandor ji bo pêşîgirtina li xerabûna xwezayê girîng in. Meryem Samadî destnîşan kir ku divê sînemaya Kurdî di nava yekitiyê de xebatekê bimeşîne û diyar kir ku Amed ji bo vê yekê cihekî girîng e.
MA / Fethî Balaman - Mujdat Can
