AMED- MKG û DFG ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bernameya bîranînê li dar xist. Hevalên Cîhan û Nazim diyar kirin ku her du jî weke pêşengan çûn cihê ku neheqiyek lê heyî û gotin: “Ji roja ew şehîd bûn heta îro bi sedan şagirt li ser şopa wan in.”
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku di 19'ê Kanûna 2024'an de li ser rêya Sirrinê ji hela SÎHA'ya dewleta Tirk hatibûn bombebarankirin û jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn. Bernameya bîranînê li ÇandAmedê navçeya Yênîşehîrê ya Amedê hat lidarxistin. Malbata Cîhan Bîlgîn, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî, hevşarêdar, hevalên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên rojnameger û gelek kes tev li bernameya bîranînê bûn.
Li pêşiya salona bîranînê wêneyên ku ji aliyê Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ve hatine kişandin hatin pêşkeşkirin. Li salonê wêneyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan danîn ser maseyê û li dora wêneyan find hatin pêxistin.
Di bernameyê de ewilî di kesayeta Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de ji bo hemû cangoriyên çapemeniya azad deqîqeyekê rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku qala xebatên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dike hate pêşandan.
Ewilî bavê Cîhan Nesîm Bîlgîn destnîşan kir ku Cîhan di rêya şerefê de jiyana xwe ji dest da û diyar kir ku wê rêya heqîqetê dişopand. Nesîm Bîlgîn ji ber hestiyar bû nekarî biaxive.
Dûre Dîcle Muftuoglû axivî û anî ziman ku di rojeke wiha de bibîranîna hevalên me hem cihê rûmetê ye hem cihê xemgîniyê ye û wiha got: “Nazim û Cîhan bûn pêşengê vê têkoşînê. Têkoşîna wan çiqas hêz dabe me qetilkirina wan a bi vî awayî jî em ew qas kêm kirin. Armanca me ew e ku em ji cîhanê re ragihînin ku têkoşîneke çawa meşandine. Berê xwe dan Rojava ku niha bûye hêvî. Wan jî dikarî bere xwe bidin Ewropayê lê bi kelecaneke mezin çûn Rojava. Hem ji bo heqîqeta li wir bidin nîşandan di dîmenên wan de jî me dît ku bi dîmen û wêneyên xwe çawa heqîqet ji cîhanê re ragihandin. Her du jî weke pêşengan çûn cihê ku neheqiyek lê heyî. Me nekarî bi hev re nûçeyan binivîsin lê em jî bûn perçeyekî wê berxwedanê. Em ji aliyekî ve xemgînin ji aliyekî ve jî serbilind in ku em hevrêyên van hevalên xwe ne. Ez careke din wan bi rêzdarî bi bîr tînim.”
Piştre rêveberê DFGê Bîlal Guldem axivî. Bîlal Guldem ku demekê bi her du hevalan re xebitî bû jî wiha got: “Her duyan jî li Amedê dest bi rojnamegeriyê kirin. Ez jî hinekê bi wan re xebitîm. Em weke şopdarên heqîqetê xwest bi hev re bimeşin. Tiştên ku kirin û rastiya nîşanî me dan wê qet ji bîra me neçe. Nazim çi digot ‘Ev ne şerê Heydaran e ne şerê Cibran e, şerê 12 eşîran e’. Can û bedana xwe di oxira azadiyê de dan. Ji dîlokê dest pê kir, ket nava xebatên çapemeniyê li cihên ku hovîtî lê qewimî ji bakûr heta başûr heta Rojava xebitî. Hovîtiya çeteyên DAIŞê û paramîlîter vegot û nivîsandin.” Bîlal Guldem qala xebatên Nazim Daştan kir û wiha domand: “Te çi bigota bi Nazim re hebû. Li ser dîrokê, li ser wêjeya Kurdî ya devkî diaxivî. Pir ji çanda xwe ya kevnar hez dikir. Dema ku Nisêbîn, Cizîr û Silopiya hatin serûbinkirin Nazim demekê li Silopiyayê xebitî û piştre derbasî rojavayê Kurdistanê bû. Ji bo hevalên me yên nû dest bi rojnamegeriyê kir bû mînak.”
Bîlal Guldem qala Cîhan Bîlgîn jî kir û wiha got: “Piştî zextên li ser wê hatin kirin derbasî ajansê bû. Piştî DÎHA hate girtin me Dîhaber vekir. Cîhan li Amedê dest pê kir, em çend mehan bi hev re xebitîn. Dikarî nûnertiya çanda Çapemaniya Azad bike hem jî dikarî nûnertiya jineke Kurd bike. Bû şahidê gelek rastiyan. Her tim digot ‘Ez ê bibim rojnameger an nebim’. Piştre derbasî Rojava bû. Her du hevalên me di dema keyfa gelê Kurd dihat de nîvê şevê xebera nexweş ji me re hat û tev li karwanê şehîdan bûn. Me û malbatan dixwest cenazeyên wan bînin bajarên wan, hewldanên me jî çêbûn. Lê mixabin çar rojan em li Deriyê sînor ê Xabûrê sekinandin û destûr nedan ku biçin cenazeyan bigirin. Me fêm kir ku desthilata ku nehişt ku em cenazeyê hevalên xwe bînin ku sûcê şer were aşkerekirin. Ev her du rojnameger ji neteweyeke din buna dê ji bona wan dinya hatibûya xerakirin lê mixabin ew rojnamegerên Kurd bûn. Di sûcê şer de her kes bêdeng ma. Sazî û dezgehên hiqûqê, mafên mirovan û rojnamegeran ên navdewletî bêdeng man. Em ê weke şagirtên wan ji roja ew şehîd ketine heta îro bi sedan şagirt li ser şopa wan in. Heta ku hubra pênûsa me hebe em ê bixebitin. Xwezî Nazim, Cîhan, Egîd û Ezîz ev roj dîtibûna. Ji Nazim û Cîhanan heta Ezîzan ji Apê Mûsayan heta Egîdan em ê her tim şehîdên xwe bi bîr tînin.”
Piştî axaftinan bername bi dawî bû.
