AMED - Di panela ku bi munasebeta salvegera 6'emîn a Rojnameya Xwebûne hate lidarxistin de, têkoşîna Çapemeniya Azad hate destnîşankirin û hate gotin ku çapemeniya Kurdî ji her demê xurttir e.
Rojameya Xwebûnê di 21'ê kanûna 2019'an de bi dirûşma “Xwebûn xwenasîn e” dest bi weşana xwe kir. Rojnameyê bi minasebeta 6'emîn salvegera xwe li avahiya Şaxa Egîtîm-Senê ya Hejmara 1ê ya li Semta Ofîsê ya girêdayî navçeya Yenîşehîrê ya Amêdê panelek li dar xist. Di panela ku moderatoriya wê edîtora rojnameyê Medya Balê kir de, mijarên “ Ziman û pêwendiya ziman a bi çapemeniyê re”, “Bandora rojnameyên Kurdî ya li ser girtîgehan” , “Dîroka Çapemeniya Azad a Kurdî û di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de rola çapemeniyê” û “Kirmançkî û dîroka çapemeniyê” hatin axaftin. Endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî, rojnameger, xwîner û nivîskarên Xwebûnê tev li panelê bûn. Di panelê de wêneyên rojnameger Apê Mûsa (Mûsa Anter), Evîn Bûldan û Mazlûm Erencî û pankarta li ser bi zaravayên kurmancî û kirmackî yên Kurdî “Hûn bi xêr hatin 6emîn salvegera rojnameya Xwebûnê”, “Xwebûn Xwenasîn e!” dinivîsî hatin daliqandin.
‘BARÊ ÇAPEMENIYA AZAD GIRAN E’
Destpêkê siyasetmedar Mulkiye Bîrtane li ser mijara “Ziman û pêwendiya ziman a bi çapemeniyê re” axivî. Mulkiye Bîrtaneyê diyar kir ku ziman nasname ye, hebûn e, barê giran li ser pişta kedkarên Çamepeniya Azad e û wiha got: “Bîra me ya kolektif a gelekî, a neteweyî li ser ziman bi pêş dikeve. Heke ziman rast neyê axaftin nikarin hest û ramanên xwe jî baş bînin ziman. Heke gelek an netewek têk bibin di serî de ji zimanî dest pê dikin. Qedexeya sereke li ser zimanê Kurdî ye. Pişt re nasname te jî tê înkarkirin. Zimanê mirov winda bibe mirov jî ji holê radibe.”
'ÇEPEMENIYA KURD BI RUHÊ NETWEBÛNÊ HATIYE VÊ ASTÊ'
Mulkiye Bîrtaneyê di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Dema me dest bi xebatên ziman kir zêde kesekî xwendin û nivîsandin nedizanî lê niha xwendin û nivîsandin zêde bûye. Saya serê ragihandin, kesên li ser qada xwe bi zimanê xwe dinivîsin bi pêş ve diçin.” Mulkiye Bîrtaneyê behsa rola çapemeniyê ya li ser ziman kir û wiha pê de çû: “Çapemenî peywîra neteweyî ku civakê bi rêxistin dike, bi fikr û ramanan rê nîşanî gel dike pêk tîne. Heke çapemeniya Kurd heta van rojan hatibe bi ruhê netewebûnê hatiye vê astê. Medyaya dîtbarî, bi hezaran kovar, televizyon, radyo, tora civakî di destê me de hene ku xwe bigihînin gel. Çapemenî jî dikare bîrdoziya xwe û pêvajoya niha di nav gel de bi rêxistin bike û ji gel re ragihîne. Çapemenî li ser civakê bi bandor e. Ya herî girîng jî ew e ku em bi xwînerên rojnameyên xwe û şopînerên çapemeniya xwe bigirin.”
'DIVÊ KIRMANCKÎ BI ROJNAMEYAN VE SÎNORDAR NEMÎNE'
Ubeydullah Serhildan Andan jî li ser mijara “Kirmanckî û dîroka çapemeniyê” axivî. Serhildan Andan bal kişand ser rojnamegeriya Kurdî ya ku 127 sal in didome û wiha got: “Bi pêşengtiya Gurbetelî Ersoz, Mûsa Anter Çapemeniya Azad heta roja me hat.” Serhildan Andan qala rojnameyên Kurdî dihatin weşandin jî kir û balkişand ser kêmasiyên di zaravayê Kirmanckî de û wiha got: “Bi saya Çapemeniya Azad a Kurdî niha di hemû qadan de mirov dikarin xwe bi Kurdî îfade bikin. Em niha li Kirmanckî binêrin, kesên bi baldarî li ser Kirmanckî dixebitin gelek kêm in. Niha Koma Vate li ser xebatan dike. Di çapemeniyê de dezavantaja Kirmanckî heye. Divê Kirmanckî bi rojnameyan ve sînordar nemine. Ji ber ku li welatê me Kirmanckî tenê weke zimanê şahidiyê tê penasekirin. Ev yek ne tenê kêmasiya Kirmanckî ye kêmasiya Kurdî ye.”
‘ROJNAMEYÊN KURDÎ JI BO ME DIBISTAN BÛN'
Nivîskar Mizgîn Ronak jî li ser mijara “Bandora rojnameyên Kurdî ya li ser zindanan” axivî. Mizgîn Ronakê diyar kir ku rewşa Çapemeniya Azad dibû hespê Troya û keleha esaretê di hundir de fetih dikir û wiha got: “Ev yek tenê çapemeniya Kurdî dikarî bike. Demeke dirêj qedexe kirin. Piştî me maf bi dest xistin vêca tercuman lazim dibû. Ziman paceya me bû. Carna keyfxweşî, dîlan carna rêzgirtin û bîranîn çêdibûn.”
Mizgîn Ronakê behsa bîranînên xwe yên di zindanê de kir û axaftina xwe wiha domand: “Carna digotin rojname nehatiye baskê me dişikest. Ew roj hinek tarî dima û me esaret bêtir hîs dikir. Rojnameyên Kurdî ji bo me dibistan bûn. Parazname bi Kurdî me xwendin. Me rojname li malê arşîv kiriye. Min pirtûka xwe ya dawî bi saya Azadiya Welat nivîsand. Nivîsa min a ewilî di sala 1992'yan de li Welat derket. Piştre berdewam kir. Niha ji Xwebûnê re dinivîsim.”
'ÇAPEMENIYA KURDÎ JI HER DEMÊ XURTTIR E'
Berpirsê Karê Nivîsan ê rojnameya Xwebûnê Mehmet Elî Ertaş jî li ser mijara “Dîroka Çapemeniya Azad a Kurdî û di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Rola Çapemeniyê” axivî. Mehmet Elî Ertaş jî balkişand ser kevneşopiya Çapemeniya Kurdî ya 127 salan û qala pêvajo û dîroka Çapemeniya Kurd kir. Mehmet Elî Ertaş bi lêv kir ku beriya 127 salan rojname li ser pişta hespan dihate Kurdistanê û got: “Li Kurdistanê di nava şert û mercên dijwar de Kurdistan dihate belavkirin. Bi giştî 31 hejmar derdikevin, ji ber zext û zorê li gelek welatên cuda weşana xwe didomîne. Polîtîkayên Tirkiyeyê yên îmha û înkarê yên li ser gelê Kurd nehatine guhertin. Dema Komar ava dibe li Tirkiyeyê zextên li ser çapemeniyê zêde dibin. Piştî ku Tevgera Azadiyê pêş ket Karwanê Çapemeniya Kurdî dest bi xebatên xwe kir. Rojnameya Serxwebûnê di sala 1978'an de dest bi weşana xwe kir. Ev kevneşopî niha berdewam dike. Em dibînin ku bandora Serxwebûnê ya têkildarî belavbûna PKK'ê gelek bi bandor e. Piştî Serxwebûnê em dibînin ku weşangeriya Kurdî geş dibe û belav dibe.”
Mehmet Elî Ertaş bal kişand ser zextên li ser çapemeniya Kurdî û qala Weşangeriya Kurdî kir. Mehmet Elî Ertaş axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Karwanê bi Serxwebûnê dest pê kir îro gelek mezin bûye. Çima zext zêde ne. Di salên 90'î de bi dehan hevalên me hatin kuştin. Ji bo ku wê fikrê bi raya giştî û bi gel re parve nekin. Ji salên 2000'î heta 2015an girtinan dest pê kir. Dû re polîtîkayên li dijî weşanê ketin meriyetê. Saziyên me girtin û bi KHK'ê xwestin çapemeniya Kurd bêdeng bikin. Lê nekarin niha çapemeniya Kurd bi hêztir rêya xwe didomîne.”
Pişt re panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.
