‘Gaxan ruhê jiyana komunê ye’

img

ÎZMÎR - Dayika Elîf Hurustan a ji Ocaxa Bamansûrê, diyar kir ku Gaxan a ku di baweriya Elewiyan de wekî destpêka sala nû tê qebûlkirin şêwazekî komunê ye û got: “Gaxan, hevgirtin û komuna demên berê ye. Ger em di nava piştevaniyê de bin, aştî û jiyana komunê jî dê bê avakirin.”

Di nav gelên Mezopotamyayê de hatina sala nû bi cejnên cihêreng tê pîrozkirin. Di nav Elewiyên ku li herêmên Dersîm, Sêwas, Erzingan, Gimgim, Çewlig û Xarpêtê dijîn de navê vê cejnê Gaxan e. Di nava gelên Aryen de wekî "Şeva Yelda" ya ku nûneriya derketina ji tariyê ber bi ronahiyê ve dike, an jî li cihên cuda yên Kurdistanê wekî "Serê Salê" tê binavkirin. Her çendî navên wan cuda bin jî, şêwazên pîrozkirinê û ruhê piştgiriyê yê ku diafirînin ji heman kokê tên.
 
Di baweriya Elewîtiyê de roja yekem a Cejna Gaxanê, di heman demê de roja yekem a ketina demsala zivistanê ye. Gaxan ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê û xizaniya, bi felsefeya piştgiriyê tê pîrozkirin. Karakterên folklorîk ên cejnê Khal/Kal û Veyvikê mal bi mal digerin, xurek kom dikin û van xurekan wekî loqme li kesên ku rewşa wan a aborî nebaş e û di tengasiyê de ne belav dikin. Berdewamiya ruhê piştgiriyê yê Gaxanê, zemîna jiyana komun a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi perspektîfa xwe aniye ziman, diafirîne.
 
Em li ser bingeh, pîrozkirin û felsefeya Gaxanê bi Dayika Elîf Hurustan a ji Ocaxa Bamansûrê re axivîn.
 
 
HEM ŞAHÎ HEM JÎ PIŞTEVANÎ  
 
Elîf Hurustanê diyar kir ku Gaxan a ku ji zarokatiya xwe ve qala wê dike, di baweriya Elewîtiyê de xwedî cihekî girîng e, lê êdî mîna berê nayê pîrozkirin. Elîf Hurustanê banga neterikandina Gaxanê kir û destnîşan kir ku divê çand berdewam bike. Elîf Hurustanê anî ziman ku Gaxan di her çandê de bi awayekî cuda cih digire û hêvî kir ku Gaxan bibe wesîleya aştiyê û ev tişt got: “Îsal em behsa aştiyê dikin. Bila sala nû aştî û aramiyê ji me re bîne. Werin em hemû bi hev re Gaxanê veguherînin aştî û aramiyê. Em bi salan e bi hev re dijîn. Bêguman me hin tişt ji hev girtine. Gaxan di bawerî û warê me de xwedî cihekî pir bi nirx e. Em dixwazin her kes êdî îqrara xwe bizanibe. Ger em hemû werin cem hev û birêxistin bibin, em dikarin aştiyê bînin. Ger em ji hev dûr bikevin aştî nayê. Ez bawer dikim ku heke em berpirsiyariyê li xwe bigirn û li her tax û kolanê behsa aştiyê bikin, em ê wê bînin.”
 
Elîf Hurustanê ku bîranîna xwe ya zaroktiyê ya der barê Gaxanê de parve kir û wiha pê de çû: “Wekî karakterên ku di Gaxanê de bûne sembol, Khal/Kal û Veyvikê hene. Du kes berpirsiyarê komkirina xurekan bûn. Kê çi qas loqme bida. Kêmbûn û pirbûna loqmeyê nîne. Li gundê me xurek didan daholvan û zirnevanên ku rewşa wan nebaş bû. Wan jî du rojan dahol û zirne lê dixistin û ciwan şa dikirin. Hem kêf û hem jî piştgirî hebû. Ew dem hîn jî ji bîra min naçin.”
 
RUHÊ JIYANA KOMUNÊ  
 
Elîf Hurustanê bal kişand ser felsefeya Gaxanê û wiha got: “Di eslê xwe de şêwazekî komunê ye. Gaxan bi jiyana komunê re hemwate ye. Gaxan di rastiyê de ew komuna ku ew (Abdullah Ocalan) behsa wê dike ye. Êdî jiyan pir dijwar e. Gaxan piştgirî û komuna demên berê ye. Di encamê de îqrar tê dayîn. Çi dibe bila bibe, em hemû bi hev ve girêdayî ne. Gaxan û aştiya me bi hev ve girêdayî ne. Têgehên ji hev qut nînin. Em jî dixwazin êdî jiyana komunê bi cih bibe. Ji ber ku mirov di tengasiyê de ne. Ger em di nav piştgiriyê de bin, aştî û jiyana komunê jî tê avakirin. Em dibêjin Gaxan, ruhê jiyana komunê ye.”
 
 
'DEMA EM GAXANÊ PÎROZ DIKIN, EM AŞTIYÊ JI MIROVAN RE VEBÊJIN'   
 
Elîf Hurustanê anî ziman ku berê li Îzmîrê Gaxan pîroz nedikirin û ev rewş bûye sedem ku ew ji cewhera xwe dûr bikevin û got ku salên dawî bi vê hişmendiyê Gaxanê pîroz dikin û bal kişand ku îsal Gaxan xwedî girîngiyeke cuda ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji bo heqîqet, zimanê dayikê û çanda me îsal Cejna Gaxanê hîn girîngtir e. Kesên ku dibînin em Cejna Gaxanê pîroz dikin, dilxweşî û kêfxweşiya xwe bi me re parve dikin. Em jî di vê mijarê de armanc dikin ku pêvajoya aştiyê ji derdora xwe û dostên xwe re vebêjin. Lê hinek mirov hîn ji vê rewşê re ne amade ne. Dema em nêrîna mirovan dipirsin, helwestên pir erênî û kesên ku reşbîn û bêhêvî jî hene. Jixwe nayê payîn ku her tişt di carekê de çêbibe, aştî ji nişka ve pêk were. Divê em gav bi gav bi mirovan re biaxivin. Aştî ji bo me çi ye? Divê em zirarên ku bi salan in tên dîtin vebêjin. Em dibêjin êdî em li vê erdnîgariyê bi hev re bijîn. Ciwanên me ji ber heman sedemê jiyana xwe ji dest didin. Divê em vê yekê ji civakê re vebêjin û hêdî hêdî ji aştiyê re amade bikin. Heta aştî nebe jiyana bi hev re û aramî ne pêkan e. Em bi diyalog û gotina xwe aştiyê bînin. Bila êdî zilm û zora zaliman negihîje zarokên me. Ciwanên me jî ji çand û baweriya xwe dûr ketine. Em dixwazin bi pîrozkirina Cejna Gaxanê re, zarok û ciwanên me çanda xwe nas bikin û wê winda nekin.”
 
MA / Can Kirbaş    

Sernavên din

10:16 Gelê Semsûrê dê li Qada Stasyonê bin
09:55 Bîra berxwedana jina Kurd: Mestûre Kurdistanî
09:31 ‘Gaxan ruhê jiyana komunê ye’
09:21 Siyasetzan Aksoyoglû: Dixwazin pêvajoyê bi Sûriyeyê ve girê bidin
09:13 Li Wanê êdî gel nanê kartû dikire!
09:05 Di salekî de bi 100 hezar kesan çanda devkî ya Kurdî dan guhdarkirin
09:03 Ji siyasetmedaran banga tevlibûna mitînga 4'ê Çileyê
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2025'AN
30/12/2025
22:24 Ji bo Abdullah Ocalan stranekî nû
22:06 Li Mûşê şeva dengbêjiyê diyariyê Mîr Perwer hat kirin
20:19 HSD: Me bersiva êrişa li dijî Bendava Tişrînê da
16:49 Daxwaza girtina cerdevanê sûcê tecawizê kiriye dîsa hate redkirin
16:45 Kuçe bi kuçe bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
16:38 KCDK-E’yê ji bo piştevaniya bi civaka Elewî re bang kir
16:30 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê ji ber ambargoyê navber dan perwerdeyê
15:54 Ji bo parastina li dijî tundiyê ceza hat xwestin
15:40 Ji girtiyan re kartên sersalê hatin şandin
14:04 Gelê Îranê li dijî krîza aborî ser pêya ye: Xwendekaran jî piştgirî dan çalakiyan
13:55 Li Sûriyeyê êrişên ser Elewiyan berdewam in
13:52 Dozger xwest Ayşe Gokkan were berdan, dadgehê red kir
13:51 Bayindir: Ocalan, bi banga xwe dîrokekê di salekê de bi cih kir
12:20 Hêj sala nû nehatî ji bo cigareyê zem hate kirin
12:18 AYM’ê serlêdana têkildarî astengkirina nameyan red kir
12:12 Saziyên Zimanê Kurdî ji bo tevlibûna mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bang kir
11:44 Di 2025'an de 'pêvajoyê' mohra xwe li rojeva siyasetê xist
11:42 Li gorî daneyên TUÎK’ê bêkarî zêde dibe
11:01 Abdullah Ocalan: Pir girîng e ku Tirkiye li Sûriyeyê bi roleke çêker rabe
09:57 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: 'Qanûna Aştiyê' dê pêşiya sedsaleke nû ya Tirk-Kurdan veke
09:46 Li Enqere û Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon
09:29 Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin
09:04 'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN
29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN