Qeyda ‘sûc’ a AKP’ê ya 23 salan: Herî kêm 8 hezar û 33 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 11:12 16 Mijdar 2025
  • |
img

WAN - Di serdema 23 salên îktîdara AKP'ê de herî kêm 8 hezar û 381 jin hatin qetilkirin û hezar û 381 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ji Platforma Jinan a Wanê Ayşe Mînazê got: "AKP'ê mohra xwe li qirkirina jinan xist."

25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, di dîroka têkoşîna azadiyê ya jinan de rojeke diyarker e. Her sal li tevahiya cîhanê bi biryardariya xurtkirina têkoşîna rêxistinkirî û berxwedanê tê pêşwazîkirin. Di demeke ku di sedsala 21’an de dijminatiya îktîdarên nêrza ya li dijî jinan derketî lûtkeyê de, têkoşîna li dijî newekheviya zayenda civakî ku bi sedan sala ye bingeha tundiya li dijî jinê ye jî didome. AKP ku di sala 2002’yan de bi dirûşma “Li dijî tundiyê tolerans nîne” bû îktîdar, di nava 23 salan de bi pratîka xwe heke gotin di cih de be wêneyekê şer bi xwe re anî. Polîtîkayên wê yên ku hewl da jinan di nava malê de ku weke “qadên biewle” pênase dike asê bike û bi polîtîkayên “malbatê pîroz nîşan dide, xurt dike” re tundiya zilam a li dijî jinan derxist asta qirkirinê. 
 
10 MEHÊN WEIL ÊN ‘SALA MALBATÊ’ 
 
AKP’ê, sala 2025’an weke “Sala malbatê” ragihandibû. Serokkomar Tayyîp Erdogan, polîtîkayên jinan li ser bingeha nifûsê digire dest û di daxuyaniya xwe de herî dawî pêşniyara herî kêm 5 zarokan kir. Lêbelê di 10 mehên ewil ên “Sala malbatê” de herî kêm 231 jinan di encama tundiya mêran de hatin qetilkirin û 245 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Para budçeyê ya bernameyên jin û zarokan di nav xwe de dihewînin hatin kêmkirin. Di budçeya sala 2026’an di bin sernavê bihêzkirina jinan de rojane tenê 51 qirûş hate veqetandin. Di pêşniyarqanûna Budçeya Sala 2026’an de îktîdarê ji bo “parastina malbatê û bihêzkirina wê” 21 milyar û 804 milyon û 400 hezar lîre; ji bo “bihêzkirina jinan” jî 7 milyar û 997 milyon û 891 hezar lîre veqetand. Anku, budçeya ji bo “parastina malbatê” hatiye veqetandin, hema hema sê qat ji budçeya bo “bihêzkirina jinê” hatiye veqetandin zêdetir e. Bi vê yekê re jin dîsa jinedîtî ve hatin. Di nava 67 bernameyên ku budçeya rêveberiya navendî lê hatiye parvekirin de “parastina malbatê” di rêza 40’emîn û bihêzkirina jinê jî di rêza 58’an de cih girt. 
 
DANEYÊN DEWLETÊ  
 
Di serdema AKP’ê de qirkirina jinan 14 qet zêdetir bû. Wezîrê Dadê yê demê Sadullah Ergîn di sala 2009’an de bersiva pêşnûmepirsekê dabû û gotibû; di sala 2002’yan de 66, di 2003’’yan de 83, di 2004’an de 128, 2005’an de 317, di 2006’an de 663, di 2007’an de hezar û 11 û di sala 2008’an de jî 806 jin hatine qetilkirin. Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî jî di sala 2013’an de pêşnûmepirsek bersivandibû û ev daneye parve kiribû; di sala 2009’an de 171, di 2010’an de 177, di 2011’an de 163, di 9 mehên ewil ên sala 2012’an de jî 128 jin hatine qetilkirin. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî di Çileya sala 2021’an de daxuyanî da û got ku di sala 2017’an de 353, di sala 2018’an de 279, di sala 2019’an de 336 û di sala 2020’an de jî 266 jin di encama tundiya mêr de jiyana xwe ji dest dane. 
 
DANEYÊN SAZIYÊN JINAN  
 
Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bidin Sekinandin (KCDP) jî; di sala 2009'an de 109, di 2010'an de 180, di 2011'an de 121, di 2012'an de 210, di 2013'an de 237, 2014'an de 294, di 2015'an de 303, di 2016'an de 328, di 2017'an de 409, di 2018'an de 440, di 2019'an de 474, di 2020’an de 300, di 2021'ê de 280, di 2022'yan de 334, di 2023'yan de 315, di 2024'an de 394 û di 10 mehên ewil ên sala 2025’an de jî 231 jin hatine qetilkirin. KCDP ku ji sala 2020’ê ve daneyên mirinên bi guman ên jinan jî digire, di vê mijarê de ev daneye parve kir; di sala 2020'ê de 171, di 2021'ê de 217, di 2022'yê de 241, di 2023'yê de 248, di 2024'ê de 259 û di 10 mehên ewil ên sala 2025’an de jî 245 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên rapora sala 2025’an a Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê; di navbera 1’ê Çileyê-30’ê Îlonê de li Tirkiyeyê 290 jin ji hêla jinan ve hatin qetilkirin. Ji hejmarên hatine dayin 219 jê weke cînayetên jinan û 71 jî weke mirinên biguman hatin qeydkirin. 
 
PEYMANA STENBOLÊ   
 
Di sala 2021’ê de Tirkiye ji nişka ve xwe ji Peymana Stenbolê vekişand. Di vê salê de 280 jin hatin qetilkirin û 217 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ev biryar, ji hêla rêxistinên jinan ve weke “bi awayekî fermî ragihandina polîtîkayên dijminatiyê ya li dijî jinan” hate nirxandin. Piştî vekişîna ji peymanê, rêjeya tundiyê zêde bû, mekanîzmayên parastinê hatin qelskirin. Di destpêka sala 2025’an ku wekî “Sala malbatê” hate ragihandin, Desteyên Polîtîkayên Malbat û Nifûsê hati avakirin, gotinên “hewceye hejmara welidandinê zêde bibe” û hwd. zêde bûn. Ev yek, bû pêşagahdariya qelskirina mafên hemwelatiya wekhev a jinan. 
 
GULISTAN DOKU Û ROJÎN KABAÎŞ  
 
Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku, di 5’ê Çileya 2020’ê de piştî ji wargeha lê dima derketî êdî tu agahî jê nehatin girtin. Bi ser re 5 sal derbas bûn lê hêj jî aqûbeta wê nayê zanîn. Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş jî di 27’ê Îlona 2024’an de ji wargeha lê dima derket û cenazeyê wê 18 roj piştre di 15’ê Cotmehê de li qeraxa Gola Wanê hate dîtin. Faîlên wê hêj jî nehatine dîtin. 
 
Endama Platforma Jinan a Wanê Ayşe Mînaz, polîtîkayên îktîdara AKP’ê yên di nava 23 salên dawî de nirxand. 
 
ÇARESERÎ, PERSPEKTÎFA AZADIYA JINÊ YE 
 
Ayşe Mînazê diyar kir ku AKP di 23 salên îktîdara xwe de hewl da dewleteke zayendperest ava bike û got: “Xeta bîrdoziyê ya îktîdara AKP’ê, li ser bingeha muhafazakariyê hatiye avakirin. Bi vê nêzikatiya zayendperest jî mohra xwe li qirkirina jinan xistin. Tevahiya krîzên civakî û polîtîk ên ji hêla jinan ve tên jiyîn, dojeha îro jin tê de dijîn e. Di çarçoveya polîtîkayên 23 salan, xwe ji gelek peymanên navneteweyî vekişandin, hewldanên ji bo parastina hundirê malbatê, îlankirina sala 2025’an weke ‘sala malbatê’, di projeyên xaniyan de şertê herî kêm 3 zarokan, paketên zewacê û gelek tiştên din. Heta di maçan de jî kampanyayên bê jin divê çawa zarokan bînin dan destpêkirin. Di van kampanyayan de em dibînin ka bedena jinê çawa veguherandine qada şer. Baş e lê divê li dijî vê çi were kirin? Hewceye perspektîfa azadiya jinê civakî bibe. Divê qadên jiyana me ne li gorî daxwaza pergal û îktîdarê bin. Jin xwe tê de çawa azad hîs bike divê wisa teşe bigirin û ji bo vê têbikoşin.” 
 
LI KURDISTANÊ ŞERÊ TAYBET
 
Di berdewama axaftina xwe de Ayşe Mînazê bal kişand ser qirkirinên jinan û mirinên biguman ên jinan ên li bakurê Kurdistanê û got: “Ev, encama polîtîkayên şerê taybet in. Komkujiyên jinan, encama krîzên civakî û polîtîk in. Qadên jiyanê yên jinan hatin tengkirin. Li gel vê, xizanî, koçberî û şerê taybet ê li Kurdistanê tê meşandin heye. Tevî van, li dijî bedena jinê êrişeke cidî heye. Em dikarin gelek tiştên din lê zêde bikin. Di van 23 salên îktîdara AKP’ê de heke gotin di cih de be navê jinê tune ye. Polîtîkaya hewldana tehekûmê li ser bedena jinê ava bike, heye. Van êrişên sîstematîk jî bi xwe re qirkirina jinê zêdetir kir. Tevî ewqas zext û êrişan jî jin berxwedaneke mezin raber dikin. Jinan tu caran paşvegav neavêtin.” 
 
LINGÊ DARAZÊ: NECEZAKIRIN
 
Di berdewama axaftina xwe de Ayşe Mînazê bal kişand ser necezakirina di darazê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema jinek jiyana xwe ji dest dide, ji hêla teknîkî ve jiyana kesekê bi dawî dibe. Ev ne tenê pirsgirêka kes an jî malbatê ye. Ev, pirsgirêkeke civakî ye. Lêbelê heke pirsgirêk necezakirin be, faîl bi daxistina cezaya ya bi îdiaya ‘halbaşiyê’ tê xelatkirin. Bi vekişîna ji peymanên navneteweyî tên xelatkirin. Di salên dawî de jin bi rêbazên DAIŞ’ê tên qetilkirin. Bûyerên bi vî rengî ewqas zêde bûne... Ev yek, encama hêrsa civakî ya li dijî jinê tê xweyîkirin e. Em her carê vê tiştê dibêjin; divê hikûmeta AKP’ê dev ji hewldana avakirina tehekûma xwe ya li ser bedena jinê berde. Ne ew lê dê jin biryarê bidin ka dê çawa welidîne, çawa bijî, çi li xwe bike û di jiyanê de çawa hebûna xw biparêze. Ne cemawerî, ne îktîdar, ne hêzên milîtarîst ne jî tu kesên din nikarin biryara vê bidin. Yek ji mijara girîng jî daxistina cezayê faîlan a bi hinceta ‘başhaliyê’ ye. Di vê mijarê de zimanê çapemenî û cemaweriyê pir girîng e. Dema jinek tê qetilkirin, faîlê wê dema derdikeve pêşberî dadger, cilên qat li xwe dike û dibêje ‘ez sor kirim, di esasê xwe de min ji wê gelek hez dikir.’ Encama wê dibe çi? Dibe ‘başhalî.’ Sûcên li dijî jinan tên kirin, divê di çarçoveya sûcên polîtîk de bên nirxandin, têxin koma ‘sûcên biwesf’ û wisa bên cezakirin.” 
 
Ayşe Mînazê anî ziman ku tundiya li dijî jinê, xwe ji zimanê ser medyayê tê bikaranîna xweyî dike û ev nirxandin kir: “Hewceye bultenên nûçeyan yan jî bultenên nava rojê zimanê xwe biguherînin. Dema jinek tê qetilkirin tevahiya civakê bêdeng dimîne. Ev jî bi awayekî erêkirina wê ye. Lewma divê refleksa civakî hebe. Divê bi perspektîfa azadiyê ya jinan qadên jiyanê bên firehkirin.” 
 
ROL Û GIRÎNGIYA RÊVEBERIYÊN HERÊMΠ
 
Ayşe Mînazê bal kişand ser rol û girîngiya rêveberiyên herêmî û behsa pergala hevserokatiyê ya şaredariyên DEM Partiyê kir. Ayşe Mînazê, da zanîn ku divê li şaredariyan atolyeyên Jineolojiyê bên avakirin û axaftina xwe wiha qedand: “Roleke girîng dikeve ser milê rêveberiyên herêmî. Hewceye tundiya li ser jinê were axaftin. Divê polîtîkayên jinan bên pêşxistin, şaredarî bi awayekî çalak atolyeyên Jineolojiyê bidin, bi taybet jî bi xwendekarên jin ên dibistana amadehî û zanîngehê re nîqaş bên kirin. Ji ber ku rola jinan a civakî berfireh e. Yên civakê ava dikin jin in, hemû mekanîzmayên civakê dixe nava tevgerê. Divê budçeya rêveberiyên herêmî li gorî zayendê bê amadekirin li daxwazên têkildarî budçeyê guhdar bin. Avakirina stasyonên tundiya li dijî jinê, vekirina xetên Alo Şîdetê û xebatên bi sazî û platformên jinan re girîng in. Li her tax û kolanên tundî heye. Lewma divê rêveberiyên herêmî serê xwe hinek bi vê mijarê biêşînin.” 
 
SIBE: Foza Yûsûf: Divê jin li hemû cîhanê xwe bi perspektîfa jinê birêxistin bikin 
 
MA / Zeynep Durgut