Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Ji bo serhildanê em her kesî vedixwînin Taksîmê

  • jin
  • 12:20 16 Mijdar 2025
  • |
img

STENBOL - Endama Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê, li dijî tundiya mêr-dewletê banga têkoşîna hevpar kir û got: “Di 25’ê Mijdarê de em ê li Tunela Taksîmê bin.” 

 
Jin, îsal jî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî bi tundî, êrişên ser mafên wan û krîza aborî pêşwazî dikin. Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê ku li Stenbolê ji hêla rêxistinên jinan ve hatiye avakirin, starta çalakiyên xwe bi dirûşma “Bila mirinên biguman ên jinan bên ronîkirin” da. Jin, dê di 25’ê Mijdarê saet di 19.30’ê de li Tunela Taksîmê bên gel hev. 
 
Endama Tora Parastina Jinê û Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê Ruya Kurtuluş, têkildarî 25’ê Mijdarê axivî. 
 
‘TUNDIYA MÊR-DEWLETÊ XURT DIBE’  
 
Ruya Kurtuluşê anî ziman ku jin her sal li gorî salek berê bêhtir rastî tundiyê tên û got: “Di vê serdemê de ne tenê di hundirê malan û kolanan tundî zêde dibe. Her wiha tundiya mêr-dewletê jî di salên dawî de pir xurt bûye. Êrişên ser destkeftiyên me zêde bûne. Qada demokratîk hema hema bi temamî hatiye girtin, mirov bi heqdestê koleyan tên xebitandin û zexta dewletê girand ibe. Jin jî parekî mezin ji vê rewşê digirin. Îktîdar hem zorê lê dike ku bêtemînat bixebitin hem jî hewl dide jiyana wan kontrol bike. Bi biryarên ne adilane yên dadgehan, bi polîtîkayên necezakirinê, bi xespkirina mafên hevberdan, nefeqe û mafên medenî re tundiya mêr-dewletê ya li ser jinê xurt dibe.” 
 
PAKETA 11’AN A DARAZÊ   
 
Di berdewamê de Ruya Kurtuluşê anî ziman ku mîna Xwişkên Mîrabel, ew jî di 25’ê Mijdarê de li dijî sepanên faşîzan ên dewletê têdikoşin û wiha pê de çû: “Em hewl didin mafên xwe, jiyan, wekhevî û azadiya xwe biparêzin. Îsal, Paketa 11’an a Darazê bû rojev. Di paketê de di bin dorpêça ‘exlaqê giştî’ de jiyana jinan û LGBTÎ+’yan bixin dorpêçê. Tê gotin ku ji ber berteka rêxistinên jin, zarok û LGBTÎ+’yan hin xal paşve hatine kişandin lêbelê ev paketeke cidî ya cezakirinê ye. Di paketê de sûcekî weke ‘girtina trafîkê’ heye. Em jin ji bo mafên xwe di rêyan de dimeşin û hewl didin ‘jiyanê bidin sekinandin.’ Ev şêweyekî protestoyê ye û mafekî rewa ye. Nabe ku ev bibe sûc. 
 
Di mijara mafên medenî yên jinan de êrişên dijwar hene. Çendek roj berê di ‘nefeqeya xizaniyê’ de dem bisînor kirin û di bin navê hêsankirina hevberdanê de beşa parvekirina mal-milk cuda kirin. Verastkirineke ku jin bi salan bi dozên aboriyê re mijûl bibin tînin. Û vê jî di bin navê ‘navbeynkariya malbatê’ de ferz dikin. Hemû çakvanî û budçeya welat ji bo polîtîkayên malbatê tên veqetandin. Di navbera para budçeyê ya ji bo bihêzkirina jinê hatiye veqetandin û ya ji bo xurtkirina malbatê hatiye veqetandin de gelek ferq heye. Li van malbatên hewl didin bihêz bikin jin rastî tundiyê tên û ji sedî 80’ê cînayetên jinan di hundirê wan de çêdibin. Li vî welat her roj jin tên qetilkirin.” 
 
JI BO 25’Ê MIJDARÊ BANG KIR  
 
Ruya Kurtulmuşê da zanîn ku jin tevî hemû cudahiyên xwe jî bi hev re têdikoşin û axaftina xwe wiha qedand: “Em li dijî vê pergalê nerazîbûna xwe zêde dikin. Li her erdnîgariyê, li Tirkiyeyê em li ber xwe didin. Em jiyanên xwe diparêzin û jin xwe diparêzin. Her çend rexek tarî xuya bike jî rexek jî bi têkoşîn, piştevanî û parastinê ronî ye. Em hev dibînin û dibihîsin. Lê ev têr nake, divê em mafên xwe bêhtir biparêzin û bêhtir mafan bi dest bixin. Divê em berxwedana xwe bikin yek, bên gel hev û bibin hêz. Hewceye di van şertên giran de em bêhtir bên gel hev, bêhtir ki kolanan û qadan bin. Em dibêjin jinan li dijî tundiya mêr-dewletê serî hildan e, divê em bi hev re bin. Werin em bi hev re qadan tije bikin. Di vê 25’ê Mijdarê de jî em ê li Tunela Taksîmê û li her qadên Tirkiyeyê bin. Em banga tevlibûnê û serhildanê dikin.” 
 
MA / Yeşîm Tukel