Serokatiya Meclisê peyva Dersimê ‘giran’ dît
- polîtîka
- 09:52 18/6/2020
Serokatiya Meclisê, gotinên ‘Dersim’ û ‘Komkujiya Dersimê’ ku di pêşniyazlêkolîna Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş de girtibûn, ‘qebe û giran’ dît.
Serokatiya Meclisê, gotinên ‘Dersim’ û ‘Komkujiya Dersimê’ ku di pêşniyazlêkolîna Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş de girtibûn, ‘qebe û giran’ dît.
Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çiftyurek êrîşên li ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê hatin kirin nirxand û got: “Tirkiye û Îran dixwazin konsepta Kerkukê pêk bînin. Pêwîste gelê kurd vê yekê baş bizanibe û yekitiya xwe pêk bîne.”
Rojnamevan Mehmet Alî Çelebî ku qewimîn û geşedanên li Lîbya û Idlîbê nirxandin, anî ziman ku Rûsyaya ku li Lîbyayê ji bo berdewamiya têkiliyên xwe mudaxileyên Tirkiyeyê nake, wê li Idlîbê fatûreya wê hazir bike û got, DYA jî pêngavên xwe yên li dijî Rûsyayê di ser Tirkiyeyê re dike.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di çarçoveya "Meşa Demokrasiyê" de Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê (DÎB) ziyaret kir. Buldan, diyar kir ku ew ji kevneşopiya berxwedanê hatine û ew di vê berxwedanê de mirine, hatine kuştin, hatine girtin û îşkence li wan hatiye kirin û wiha got: "Em ê li dijî van êrîşan têkoşîna xwe ya ji bo aştî, demokrasî û azadiyê heta dawî biparêzin. Em tu carî dest ji daxwazên xwe yên demokrasî û azadiyê bernadin."
Wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, têkildarî "Meşa Demokrasiyê" li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û wiha got: "Em li vir in, em li meclîsê û li her derê Tirkiyeyê ne."
Ji DEVA’yê Mûstafa Yeneroglû, diyar kir ku astengkirina meşa HDP’ê nayê qebûlkirin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di çarçoveya Meşa Demokrasiyê de Baroya Wanê ziyaret kir. Sancar, anî ziman ku îqtîdar xwedî hişmendiyek darbekar e û wiha got: "Ev daraza heyî ne daraz e. "
Buroya çapemeniyê ya HDP'ê têkildarî nûçeya Rudawê ya “Sancar roportajê nade çapemeniya Kurd" diyar kir ku ev li dijî rastiyan e.
Hevserok Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz êrişên li dijî Mexmûr, Şengal û Qendîlê nirxand û got: “Dijminatiya sed salî ya li hemberî gelê kurd e. Bersiva herî mezin a li dijî êrişan sazkirina yekîtiya neteweyî ye.”
Berî meşa HDP’ê ya bi dirûşmeya “Meşa Demokrasiyê ya Li Dijî Darbeyê” li Colemêrgê dest pê bike, gelek deverên bajêr hatin dorpêçkirin.
Şandeya Rûsyayê, wê derberê pêşketinên li Îdlîp û Lîbyayê de bihat Tirkiyeyê, lê şandeyê serdana xwe betal kir.
Hevseroka HDP'a Rihayê Emîne Çetîner banga beşdariya "meşa demokrasiyê" ya HDP'ê kir û got ew ê bi kêfxweşî meşê pêşwazî bikin.
Serokê HDP’ê yê Edîrneyê Beşîr Belke, bal kişan ser amadekariyên xwe yên meşa sibe li dar bixin û got: “Emê li dijî hemû zextan ji bo daxwaza bi mîlyonan mirov bimeşin û daxwaza demokrasiyê bikin.”
Polîsan avahiya HDP'ê ya Stenbolê dorpêç kirin. Balkêş e beriya meşa HDP'ê ya Edîrne û Colemêrgê dest pê bike, polîsan avahiya HDP'ê dorpêç kirin.
Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo meşa partiya xwe got: "Ev meş banga ku 82 milyon dest bide destê hev e. Dibe ku hûn ne HDP'yî bin lê piştgiriya aştî û biratiyê bikin."