Rêjeya bêkariyê ji sedî 9,6
- aborî-ked
- 11:15 16/7/2018
Li gorî daneyên TUÎK’ê di meha Nîsanê de rêjeya bêkariyê ji sedî 9,6 derbas kir. Li gorî vê yekê li Tirkiyeyê, 3 mîlyon û 86 hezar bêkar mane.
Li gorî daneyên TUÎK’ê di meha Nîsanê de rêjeya bêkariyê ji sedî 9,6 derbas kir. Li gorî vê yekê li Tirkiyeyê, 3 mîlyon û 86 hezar bêkar mane.
Karkerên di înşaeta Wargeha Esenyûrt a Zanîngeha Beykentê de dixebitin, ji ber heqdestê xwe nastînin dest bi grevê kirine. Piştî karkeran dest bi çalakiyê kir fîrmaya taşeron jî tev li çalakiya grevê bûn. Rayedarê fîrmaya taşeron, diyar kir ku bi mehan e ji fîrmaya sereke pere nedane û ji ber vê yekê nikare pereyên karkeran bide wan.
Cotkarên fistiqên Rihayê wek zarokên xwe li darên fistiqan dinêrin. Cotkaran diyar kir ku ji ber barîna zêde ya baran û teyrokê keda wan vala çûye û dewletê kêm piştevanî daye wan.
Ji ber ku krîza aborî, piştevaniya ji bo cotkaran kêm e, mazot û tiştên din ên pêwîstiya ji bo çandiniyê buha dibin cotkar rojên herî dijwar û tengezar dijîn. Li Farqînê cotkarên garis diyar kirin ew zerarê dikin û sala bê dê dest ji çandiniya garis berdin.
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircioglu, bal kişand ser polîtîkayên rejîma nû ya aboriyê û wiha got: "Ev rejîm dê di demek pir nêzîk de Tirkiye têxe neqeba bêserî. Heta ku di vê hişmendiyê de guhertin çênebe ev krîza aborî rast nabe û ev çerx nazîvire."
Esnafên Gimgimê ji ber krîza aborî bi gazincin û gotin: “Ên me xurbetê êdî nayên. Sewlkarî û çandinî xelas bû. Her roj zem heye. Zextên OHAL’ê zêde dibe. Pişta me şikest. Pêdiviya welêt bi aştî û aramiyê heye.”
Kesên teqawît bûne bertek nîşanî rewşa aborî dan û diyar kirin ku meaşê dikirin wekî "sedeqeyê' ye û wiha gotin: "Em ne mirî ne û ne jî dijîn. Ji bo em bijîn em neçarin karên din bikin."
Saziya pilekirina krediya navnetewî Fîtch notê krediyê yê Tirkiyeyê pêlikek daxist ji asta BB+ daxist asta BB. Bergeh negatif hat diyarkirin. Piştî vê biryarê dolar ji 4.86'an derket banda 4.87’an.
Fiyetên zebze û fêkiyan her diçe zêde dibe. Mêwefiroş, diyar kirin ku ji ber bihabûna fiyetan tiştek nayê firotin û got: "Bi qasî ku em davêjin çopê, em ewqasî nafiroşin."
Paleyên ku ji serê sibehê heta êavrî bi tirpanê zad diçinînin, ji şert û mercên xwe yên xebatê ne razî ne. Mehmet Coşanê ku 35 sal in vî karî dike, got ji ber betaliyê tenê hêviya wî dest û milên wî ne.
Karkerên di înşata Kampusa Zanîngeha Beykentê ya Esenyurtê de dixebitin bi boneya mûçeyê xwe nesitendin dest ji kar berdan.
Îro li bendê ye, di danişîna biryarê ya Doza Soma ku 301 karkerên di karesata madenê de jiyana xwe ji dest dan, bê dayîn. Parêzerê Doza Soma Can Atalay, di biryara bê dayîn dê kêmasî pir zêde bin û got: “Lê rêya derbaskirina kêmasiyan di têkoşîna polîtîk re derbas dibe.”
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan ê Berdevkê Komîsyona Aboriyê têkildarî zavayê Erdogan, Berat Albayrak ku bû Wezîrê Xezîne û Maliyê ev şîrove kir: “Di serdema Osmanliyê de jî tu padîşahî zavayê xwe dananiye ser xezîneyê.”
Piyaseyê bertekek hişk nîşanî tercîha Erdogan a rêveberiya aboriyê da. Piştî kabîne hat ragihandin, dovîz ji nişka ve rabû.
Nivîskarê Aboriyê Bahadir Ozgur, diyar kir ku krîza aborî ya niha dê neşibe ya salên 1994 û 2001'an û wiha got: "Ev krîzek kûr û giran e. Dê girtina şîrketan zêde bibe. Dolar dê bibe 5 tl.