WAN - Welatiyên Wanê diyar kirin ku divê Komîsyona Meclisê li Abdullah Ocalan guhdarî bike. Welatiyan, bertek nîşanî polîtîkaya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dan û gotin: “Li vir aştî, li Rojava polîtîkaya şer nabe.”
Xebatên guhdarîkirina derdorên cuda ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê didomin. Gelê Kurd û derdorên dixwazin pirsgirêk bi rêyên aştiyane çareser bibe, gelek caran bang dikin ku komîsyon li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî bike. Lê heta niha jî di vê mijarê de tu gaveke şênber nehatiye avêtin. Xelkê Wanê têkildarî pêvajoyê axivî û got ku divê teqez li Abdullah Ocalan were guhdarîkirin.
Mahmût Înal, diyar kir ku divê komîsyon tavilê li Abdullah Ocalan guhdarî bike û ev tişt anî ziman: “Me tu caran şer ne parast. Tekane daxwaza me ew bû ku hêsir nebarin, kesek neyê girtin, komkujî û zilm nebe. Ez vê ji bo hemû gelan dixwazim. Ev pêvajo ji bo hemû kesî firsendek e. Lewma divê her kes tişta dikeve ser milê xwe bike.”
'DIVÊ BI SERMIZAKEREVAN RE HEVDÎTIN BÊ KIRIN’
Bahattîn Işik jî destnîşan kir ku divê pêvajo demek beriya demekî temam bibe û derbasî pêvajoya sererastkirinên qanûnî bibin. Işik, got: Bi aştiyê re êdî dê xwîn nerijê. Gotinên birêz Ocalan ên di vê mijarê de zelal in û hemû dinya pê dizane. Abdullah Ocalan her tim bi aştiyê re bû û em jî piştgiriyê didin gotinên wî û amade ne tişta dikeve ser milê xwe bikin. Banga me ji bo komîsyona li Meclisê ew e ku ji bo çareseriya pirsgirêkê bi aktorê pêvajoyê û sermizakerevan birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.”
'DEWLET DI PÊVAJOYÊ DE JIDIL NÎNE’
Keleş Nîlî jî got: “Dewlet di pêvajoyê de jidil nîne. Me her tim aştî parat. Tu tiştek ji aştî, xwişk-biratiyê xweştir nîne. Heke bi rastî jî wan jî biqasî Kurdan daxwaza aştiyê bikira dê tu caran xwîn nerijiya, hêsir nehatine barandin. Bi salan zilm li vî gelî kirin. Bi hezaran gund hatin şewitandin û xelk koçber bû. Tekane daxwaz ew e ku aştî çêbibe û vegerin gundên xwe. Dewlet di vê pêvajoyê de jidil tevnagere. Em dixwazin gavên jidil biavêje. Her kes dizane ku aştî dide qezenckirin.”
‘BILA DAXWAZA ME YA PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ PÊK BÎNIN’
Ahmet Kaya jî got ku divê dewlet gavên lez biavêje û ev tişt anî ziman: “Dewlet, pêvajoyê giran dimeşîne. Her kes tişta dikeve ser milê xwe dike lê dewlet gavên giran diavêje. Heke bi rastî jî aştiyeke mayinde biaxwazin, wê demê bila sererastkirinên yasayî bikin û gavan biavêjin. Li rexekî komîsyonê ava dikin l3e li rexa din jî gefa şer didome. Îradeya gel tune dihesibînin û qeyûman tayîn dikin. Em jî dixwazin mafên me wekhev bin. Bila daxwaza me ya perwerdeya bi zimanê dayikê pêk bînin. Bi tayînkirina qeyûman re bila bes gel tune bihesibînin.”
'HEWCEHÎ BI AŞTIYA CIVAKÎ HEYE’
Şeyda Ozdemîr jî got ku divê Meclis pêşî li cînayetên jinan bigire û wiha pê de çû: “Divê dewlet ji ewil ewlehiya me biparêze û piştre jî aştiya civakî pêk bîne. Bi vê yekê re dê bi budçeya ji bo şer tê veqetandin aborî jî baş bibe.”
'LI VIR AŞTÎ LI ROJAVA ŞER NABE’
Ethem Îlbîlgîn jî got: “Em ji bo aştiyê dereng mane. Di nava salan de gelek gerîla, polîs û leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Ji bo ev mirin êdî çênebin divê aştî çêbibe. Li vir aştî li aliyê din êrişa ser Rojava nabe. Hûn nikarin vê bi du polîtîkayên cuda bimeşînin. Heke aştî bibe divê aştî li her cihê Kurd lê dijîn hebe.”
MA / Bîlal Babat