RIHA - Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan ku di meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve de cih digire, got: “Cîbicîkirina mafê hêviyê yê Ocalan, ji bo aştiyê divê teqez were cîbicîkirin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meş da destpêkirin. Meş, di roja sêyemîn de didome. Meşvan, ji ewil çûn navçeya Curnê Reş a Rihayê û ji wir jî derbasî Xelfetiyê bûn. Hevseroka Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) Kadriye Dogan ku di meşê de cih digire, diyar kir ku ew ji bo daxwazên Kurdan û Elewiyan bîne ziman tev li meşê bûye û got: “Em ê bi tu awayî ji van daxwazên azadiyê paşvegavê neavêjin. Heta ku aştî tê vî welatî, vê meşê ji xwe re weke erkekî dibînim.”
Bi domdarî Kadriya Doganê anî ziman ku meşa jinan bi biryardarî didome û wiha got: “TJA’yê li dijî astengkirinên li Amedê tişta pêwîst kir û meş bi misogerkirina îradeya jinan a li Amedê domiya.” Kadriye Doganê got ku li her derê bi coşeke mezin hatine pêşwazîkirin.
'OCALAN BANGA AŞTIYÊ BI AWAYEKÎ HERÎ XURT ANÎ ZIMAN’
Kadriye Doganê destnîşan kir ku bala jinan li ser azadiya Abdullah Ocalan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Helbet heke daxwazeke ji bo aştiyê hebe, aktorê vê, sermizakerevan birêz Ocalan e. Ji ber ku rêberê vê tevgerê birêz Ocalan e. Devlet Bahçelî banga ‘bila were li Meclisê biaxive.’ Asta heyî hinek pirsgirêk e. Tevgera Kurd bi banga birêz Ocaaln re her gavek avêt. Lê hêj dewletê gavên pêwîst neavêtiye.”
'ELEWIYAN HERÎ DAWÎ LI SÛRIYEYÊ NEBÛNA AŞTIYÊ TECRÛBE KIRIN’
Kadriye Doganê anî ziman ku divê “mafê hêviyê” neyê astengkirin û tavilê bê cîbicîkirin û got: “Ya rast jî ev e. Di vê mijarê de em bibiryar in. Li Tirkiyeyê rastiya neqebûlkirina Kurdan û Elewiyan heye. Elewî baş di ferqa vê de ne; heke li Tirkiyeyê aştî nebe dê mexdûriyetên wan bidomin. Tecrûbeya vê ya herî baş li Sûriyeyê jiyan. Piştî DAIŞ bûye îktîdar ku destê Komara Tirkiyeyê tê de heye, Elewî hatin qetilkirin û hatin mexdûrkirin. Ji ber ku parastina wan tunebû.”
'JI EWIL DIVIYABÛ LI OCALAN GUHDARÎ BIKARANA’
Kadriye Doganê got ku heke perspektîfa pêkvejiyanê ya Abdullah Ocalan pêk neyê dê gel û bawerî mehkûmê bindestiyê bin û axaftina xwe wiha qedand: “Elewiyên li Tirkiyeyê di ferqa vê de ne. Lewma em dibêjin ku aliyekî aştiyê ne, di avakirina aştiyê de em heen. Lewma jî divê mafê hêviyê yê birêz Ocalan teqez cîbicî bibe. Ji bo hêviya aştiyê ya li Tirkiyeyê bicih bê divê Ocalan muxatab were girtin û bikare bi siyaset û dinyayê re pêwendiyan deyne. Diviyabû komîsyona li Meclisê ji ewil li birêz Ocalan guhdarî bikira. Rêberê gelê Kurd û tevgera xwe ye. Ji bo vê pêşengtiya xwe bikare birêve bibe jî divê mafê hêviyê were cîbicîkirin.
Ji bo jiyaneke bêşer, bê kedxwarî û ji bo jiyaneke azad divê hemû jin ji nêz ve li perspektîfa birêz Ocalan a hevjiana azad binêrin, fêm bikin û lêkolîn bikin. Ji bo qedera Sûriyeyê nejîn jî divê piştgiriyê bidin aştiya li Tirkiyeyê. Aştî ji bo me tevan pêwîstiyeke. Em mecbûr in pêk bînin.”
MA / Heval Onkol - Ahmet Kanbal