RIHA - Jinên tev li meşa azadiyê bûn diyar kirin ku ew ji bo “mafê hêviyê” dimeşin û gotin: “Ji bo azadiyê divê jin ji ewil xwedî li ‘mafê hêviyê’ derkevin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meş dabû destpêkirin û meş di roja 3’yan de didome. Meşvanan, ji ber sembola wê ya aştiyê, dersokên spî li xwe kirin. Jinên beşdarî meşê bûn, armanc û daxwazên xwe vegotin.
Yuksel Çelîk, diyar kir ku Abdullah Ocalan ev pêvajo ji bo aştî û mafên mirovan daye destpêkirin û dê jin vê pêvajoyê temam bikin. Yuksel Çelîkê got ku wan çawa Kobanê û Şengal rizgar kiribin dê wisa aştiyê jî bînin û ew bihêz û bihêvî ne.
Leyla Kanaşê jî diyar kir ku weke dayik ew şer naxwazin û ev tişt anî ziman: “Heke ev şer xelas bibe dê hemû dayik qezenc bikin. Em dayik naxwazin zarokên xwe binax bikin. Aştî yekalî nabe. Em ji bo aştiyê dimeşin Enqereyê. Divê gelên Kurd û Tirk bên gel hev û vê xwînê bidin sekinandin. Heke pêwîst bike em ê ji bo aştiyê canê xwe feda bikin. Bila ev şer bê sekinandin.”
‘JIYANEKE NÛ DA’
Şukran Efeturkê jî got: “Em ji bo mafê hêviyê were cîbicîkirin, ji bo mafê zimanê dayikê û berdana girtiyên siyasî dimeşin. Birêz Ocalan dibêje ‘heta jin azad nebe, civak jî azad nabe.’ Em baş dizanin ku birêz Abdullah Ocalan bi pêşengtiya jinan aştiyê dixwaze. Tenê jina azad dikare civakê azad bike. Em bi vê zanebûnê dimeşin. Hêvîdarim dema em gihiştin Enqereyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke baş were kirin. Dê jiyaneke azad û demokratîk bi pêşengtiya jinan were avakirin.”
RÊGEHA MEŞÊ
Ayşe Şehrîban Demîrel jî got: “Ev meş ji bo jinan girîng e. Naskirina mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan dê pêşiya azadiya jinê û civakîbûna aştiyê veke. Rojek berê em gihiştin Curnê Reş ku yek ji cihê têkoşîna azadiyê jê derketî ye. Me meşa xwe li ser ‘Rêya Azadiyê’ domand. Di esasê xwe rêgeha meşa me ya ji Amedê ber bi Enqereyê ve hem ji hêla têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hem jî ji hêla ‘mafê hêviyê’ ve girîng e. Çareseriya ku Rêberê Gelê Kurd dixwaze biafirîne û bide jiyîn, di esasê xwe de azadiya jinan e. Heta birêz Abdullah Ocalan azda dibe jî divê em têkoşîna xwe mezin bikin.”
MA / Sema Bîngol