AMED - Ode û borsayên bajarên bakurê Kurdistanê di civîna meclisê ya hevpar de bal kişandin ser pêvajoya ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û gotin her gav ji bo pêşerojê hêviyek e.
Bi beşdariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), Borsay Bazirganiyê ya Amedê, Borsaya Bazirganiyê ya Erziromê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dêrsimê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Osmaniyeyê û Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Cizîrê civîneke hevpar a meclisê li dar xist.
Civîn, bi mazûvaniya DTSO’yê hat lidarxistin. Seroka Meclisa DTSO’yê Nevîn Îl, got: “Di demeke li cîhanê yek bi yek hevsengî tên dîzaynkirin de li herêma me ji bo çareseriya pirsgirêkên girîng gav tên avêtin. Weke ku em tevek dizanin, ji bo pêşketina cîhana kar, ji bo mezinbûna wê û pêşketina xwe temam bike tekane rê heye; ew jî ji bo îstîqrar û hizûrê pêdivî bi aştiyê heye. Aştiyeke ku pirsgirêkên gelan yek bi yek hatine çareserkirin de dê pêşeroja me tevan diyar bike.”
‘GAVÊN WÊREK TÊN AVÊTIN’
Serokê Lijneya Rêveber a DTSO’yê Mehmet Kaya jî ev tişt anî ziman: “Tam dema wê ye ku welatê me li dora aqilekî hevpar bê gel hev. Welatê me ber bi dawiya pêvajoyeke şer a 50 salan ve tê. Gavên wêrek tên avêtin. Em li vir spasiya Devlet Bahçelî dikin. Bi daxuyaniya xwe ya duh gavekî girîng avêt. Bêguman li vir ez spasiya Abdullah Ocalan jî dikim ku hesasiyetên Tirk û Kurdan li ber çavan girt û kir ku pêvajo pêş bikeve. Ev her du hêz, pêşî li ber dabeşbûna civakê digirin û dikin ku li dora heman xelekê bicivin. Bi bidawîbûna pevçûnan û çareserkirina pirsgirêka Kurd re welatê me dê derbasî qonaxeke baş bibe.”
‘BI ÇARESERIYÊ RE DÊ WELAT PÊŞ BIKEVE’
Serokê Lijneya Rêveber a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Osmaniyeyê Devrîm Mûrat Aksoy jî got ku ew piştgiriyê didin Devlet Bahçelî û ev tişt anî ziman: “Weke karsazan em salên dirêj in zirarên pevçûnan dibînin. Em di wê baweriyê de ne ku dema pevçûn bi dawî bûn dê turîzma herêmê pir pêş bikeve. Bi pêvajoya çareseriyê re dê Tirkiye pêş bikeve.”
‘HER GAV JI BO PÊŞEROJÊ HÊVÎ YE’
Serokê Lijneya Rêveber a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê yê Cizîrê Omer Faruk Yildirim jî got: “Erdnîgariya me erdnîgariyeke zehmet e. Dem bi dem êş hatin kişandin, bedel hatin dayin. Her wiha mazûvaniya çanda qedîm a aştî û xwişk-biratiyê jî kiriye. Em îro mecbûr in xwedî li vê çandê derkevin. Em dixwazin enerjiya vê herêmê ne ji bo şer, ji bo hilberandinê bê xerckirin. Em dixwazin cudahiyên me nebin sedema ji hev dûr ketina me lê bila bibin dewlemendî. Her gava em îro li vir diavêjin, nîşaneya pêşerojeke bihêvî ye.”
Serokê Lijneya Bazirganî û Pîşesaziyê yê Dêrsimê Huseyîn Coşkun jî got: “Di demeke konjonktura cîhanê diguhere de tişta dikeve ser milê me, gavavêtina ji bo pêşeroja zarokên me ye. Devlet Bahçelî ji bo pêvajoya çareseriyê gaveke mezin avêt. Bi rastî jî axaftineke watedar kir. Divê em xwedî li vê derkevin.”
Serokê Borsaya Bazirganiyê ya Erziromê Yildirim Hakan Oral jî got: “Em di pêvajoyeke biqîmet de ne. Bi vê pêvajoyê re dê herêm pêş bikeve. Ciwanên me êdî dê koç nekin. Ji bo pêşxistina herêm, bajar û navçeyên xwe divê em plan û modelan pêş bixin. Em ê van modelan çêbikin. Weke cîhana kar dê ode û borsayên me bikin.”
