COLEMÊRG - DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatên di navbera wan de neyartî hebû, kir.
Li Colemêrgê neyartiya di navbera malbata Asafoglû û Kayayê de bi helwdanên DEM Partiyê bi dawî bû. Di hevdîtina silhê ya bi pêşengiya DEM Partiyê hat lidarxistin de, Hevberdevkê Înîsyatîfa Yekitiya Demokratîk, parlamenterên partiyê û gelek kes amade bûn.
Ewilî Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kûrt axivî. Gulşen Kûrtê got: "Êdî divê pirsgirêkên bi vî rengî yên di navbera malbatên me de bi dawî bibin."
Paşê Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeyndan axovî. Zeydan got: "Carinan rewşên wiha yên biçûk, hem malbatan hem jî civakê dixin nava pirsgirêkan. Îro bi hezaran mirov ji bo rizgariya vî gelî têdikoşin. Bi hezaran bedel hatin dayîn. Kesî van bedêlan ji bo malbatekê an jî eşîrekê nedaye. Ev bedel ji bo ev gel azad bibe hatine dayîn."
Hevberdevkê Înîsyatîfa Yekitiyê Mehmet Kamaç jî got: "Em bi mehan e ji bo yekitiyê dixebitin. Divê em bibin yek û dawî li pirsgirêkên bi vî rengî bînin. Ji bo yekitiya Kurdan ji destê kê çi tê divê bike."
Piştî axaftinan xwarina aştiyê hat dayîn.
