ENQERE - Aborînas Îlhan Doguş ê li ser budçeyê ku di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê de tê nîqaşkirin axivî, diyar kir ku karê budçeçêkirinê ji polîtîkbûyînê hatiye derxistin û got: "Demokrasî, tevkariyeke girîng li pêşveçûna aborî dike. Li çaraliyê cîhanê mînakê vê hene."
Hîndekarê University of Europe for Applied Sciencesê Îlhan Doguş, Pêşniyaza Qanûnê ya Budçeya Navendî ya 2026'an a di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê de tê nîqaşkirin nirxand. Doguş destnîşan kir ku pêşniyaza qanûnê ya berpêşî meclisê hatiye kirin bi halê xwe yê heyî dê ji bo krîzên piralî yên nebe çareserî û got ku budçe ji bo civakê nayê sererastkirin. Doguş got: "Aborî, ji siyasetê hatiye qutkirin."
Doguş diyar kir ku budçeya cemaweriyê, enstrumana sereke ya polîtîkaya aboriyê ye û got ku hevdîtinên li meclisê tên kirin jî, ji aliyê parlamenterên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin tên kirin. Doguş destnîşan kir ku bi vê rêbazê diyarkirin budçeyê, di xala sereke ya ku budçeya cemaweriyê û aboriyê û demokrasiyê bi hev ve girêdide de ye û got ku meclis li ser navê gel biryar dide ku çavkanî ber bi ku ve diçin.
‘DEMOKRASÎ Û ARAMIYA CIVAKÎ'
Doguş diyar kir ku li welatekî ku di destûra wê ya bingehîn de pênaseyên wekî "demokrasî û aramiya civakî" hebin, divê budçe pêşî aramiya civakî esas bigire û got ku li welatên bi vî rengî tê payin ku budçeyên tên amadekirin ji heq krîzên aborî derkevin. Doguş da zanîn ku tenê ne li Tirkiyeyê li seranserê cîhanê polîtîkayên aboriyêji sala 1980'yî ve guherîne û got ku polîtîkaya darayî ji "enstrumana sereke ya polîtîkaya aboriyê" hatiye derxistin û radestî teknokratan hatiye kirin. Doguş ku teknokratên navborî wekî "pisporên nehilbijartî" pênase dike, bilêv kir ku ev kes ji peywirê nayên girtin û hesab nadin. Doguş wiha domand: "Mesela, kadroya Bankeya Navendî hat nûkirin. Gava Mehmet Şîmşek di sala 2023'yan de hat ser kar, hedefa wî ya enflasyonê ew ebû ku enflasyonê di sala 2026'an de heya ji sedî 10'an daxîne. Lê belê, enflasyon hê jî li dor ji sedî 33 ye. Yanî, hê jî li cihê ku destpêkirin e."
‘BI ZANEBÛNÎ KRÎZÊN ABORÎ AFIRANDIN'
Doguş destnîşan kir ku di dema bilindbûna îtirazan de krîz hatine afirandin û got ku li cîhanê hemû krîzên aborî, piştî zêdebûna faîzê ya bankeyên navendî çêbûne. Doguş destnîşan kir ku krîzên navborî bi zanebûnî hatine afirandin. Doguş da zanîn ku zêdebûna faîzan jî tercîha bankeyên navendî bi xwe ye û got ku enflasyonê wekî li ser esasê daxwazê (behsa ucretê tê kirin lê di bin navê daxwazê de tê veşartin) tê nîşandan, lê di esasê xwe de li ser çavkaniya enflasyona li ser esasê qezencê têgihiştinek tê çêkirin. Doguş diyar kir ku polîtîkayên jidandinê, kêmkirina lêçûnên cemaweriyê û çewisandina daxwazê bi veşartina vê rastiyê re tên rewakirin û got: "Paşê behsa zêdekirina faîzê dikin. Niha, hûn rabin faîzê zêde bikin û hûn lêçûnên cemaweriyê yên ji bo aboriyê dahatê çêdikin kêm bikin; rêjeya deyn-dahatê ya mirovan zêde dibe. Yanî deyn ji dahatan zûtir zêde dibin. Mirov nikarin deynên xwe bidin û top davêjin. Encama vê tipavêtinê jî krîz e. Yanî hemû krîzên aborî, bi zanebûnî hatine afirandin."
Doguş destnîşan kir ku teoriya aboriya serdest pênaseyên aboriyê yên xapîner çêdike û got: "Teoriya aboriya serdest, ji me re dibêje wekî fizîkê qanûnên aboriyê jî hene. Divê em serî li ber vê bitewînin; tu betal bî betal î, ew şaşiya te ye. Ev, encamên xwezayî yên piyaseyê ne. Bi van gotinan, dixwazin piaseyê wekî tiştekî xwezayî be pênase bikin. Bi betaliya xwezayî, faîza xwezayî re dixwazin tiştên diqewimin wekî xwezayî bin nîşan bidin. Lê gava em lê mêze dikin, a rast li xwezayê betaliyeke xwezayî tune ye. Yanî di nava meymûnan de betalî tune ye. A rast, li xwezayê betalî tune ye ku betaliya xwezayî hebe."
'WEKÎ NE POLÎTÎK BE TÊ BERPÊŞKIRIN'
Doguş diyar kir ku divê polîtîkayên aboriyê yên piştî 1980'yî li seranserê cîhanê hatin guherandin tim bên destnîşankirin û got ku gava mirov li polîtîkayên aborî û darayî yên piştî 1980'yî mêze dike karê budçeçêkirinê, lêçûnên cemaweriyê û ji kê stendina bacan wekî karên teknîkî bên tên nîşandan û got: "Her wiha feraseteke ku wekî budçe ne polîtîk be tê berpêşkirin û li navenda polîtîkaya aboriyê ya sereke polîtîkaya pere û bankevaniya navendî tê bicihkirin heye."
JI BO CIVAKÎBÛNA AŞTIYÊ ARAMÎ BIVÊNEVÊ YE
Doguş bilêv kir ku budçe dê bandorê li PÊvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî bike û got ku ji bo di warê civakî de piştgiriya ji bo aştiyê çêbibe divê aramiyeke aborî hebe. Doguş destnîşan kir ku ger tê xwestin bi Kurdan re aştiyek çêbibe û piştgiriya civakî zêde bibe divê barê xizanî û betalî û deynan bê kêmkirin û got ku ger ev neyên kirin dê kes aram nebe û dê têkiliyeke aram bi cîran re neyê danîn.
MA / Omer Gungor
