NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînatora Equal Rights Projeyê Anne Pertschê got ku ji bo jinên ku ji ber şer, xizanî û zextê li ser rêyên koçberiyê ne û li kampan dimînin, tu ewlehî tune ye û got: "Li her gavê xetereke rastîn heye."
Her sal bi milyonan mirov li çaraliyê cîhanê ji ber şer û polîtîkayên xizaniyê neçar dimînin ku koç bikin. Ji vê herî zêde, jin û zarok bandor dibin. Nêzîkî ji sedî 50'yê 122 milyon kesên ku bi zorê koçber bûne jin û keç in. Li gorî rapora 2025'an a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), jin û keç herî zêde bi tundî û îstîsmarê re rû bi rû dimînin. 36 milyon jinên penaber, bi xetereya bêparbûna ji xizmetên jinan ên bingeîn re rû bi rû ne.
Xwegihandina xizmetên tenduristiya cinsî û welidînê jî bi zehmetiyan re rû bi rû ye. Li gorî rapora Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ya 2025'an, ji sedî 38'ê jinên koçber li Sûriye û deverên derdorê ji xizmetên tenduristiyê yên bingehîn û piştgiriya li dijî tundûtûjiyê bêpar in. Ev nebûna piştgiriya derûnî û alîkariya hiqûqî jinan ji li hemberî tundûtûjiya navmalî û civakî bêparastin dihêle.
Li Tirkiyeyê, li gorî rapora Adara 2025'an a Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM/DTM), di nav nêzîkî 3.7 milyon Sûriyeyiyên di bin parastina demkî de, jin û zarok di xwegihandina stargeh, paqijî û ewlehiyê de bi xetereyên cidî re rû bi rû ne. Bi taybetî, xanîyên qerebalix û neewle, xetereya îstîsmar û tundûtûjiyê zêde dikin.
Li gorî daneyên Equal Rights Beyond Borders (Mafên Wekhev Li Derî Sînoran) ku di warê hiqûqî de piştgiriya kesên ku koçberî li wan tê ferzkirin dike û navenda wê li Yewnanistan-Almanyayê ye, jinên li ser rêya koçberiyê hem bi kêmasiyên parastinê yên qanûnî û hem jî yên fiîlî û tundiya zayendî re rû bi rû dimînin.
Tevî vê dîmenê jî, rejîma koçberiyê li Ewropayê her ku diçe hişktir dibe. Reforma Koçberî û Penaberiyê ya nû ku ji hêla Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) ve di sala 2024'an de hat pejirandin, ji hêla rêxistinên mafên mirovan ve wekî gaveke ku "mafê parastinê têk dibe" hatiye binavkirin; ji ber ku ew prosedurên sînor leztir dike û di heman demê de berhevkirina daneyan û pratîkên girtinê berfireh dike. Her çend qanûnên koçberiyê yên nû yên Almanya yên bi qalîte armanc dikin ku kêmbûna karkeran çareser bikin jî, ew ji ber dersînorkirina bilez a penaxwazên redkirî jî tên rexnekirin. Di heman demê de, qanûna koçberiyê ya dijwar a Yewnanîstanê ku di sala 2025'an de hatiye pejirandin û rûniştina bêdestûr sûcdar dike, ji ber ku penaxwaz sûcdar dike û rê li ber girtina demdirêj vedike, ji hêla rêxistinên navneteweyî ve dibe cihê rexneyan. Rêxistinên mafên mirovan destnîşan dikin ku polîtîkayên ewlehiyê li seranserê YE'yê penaberan, nemaze jin û zarokan, ber bi rewşên xeternaktir ve dibin.
Anne Pertsch, Koordînatora Projeyê ya Ofîsa Berlînê ya Equal Rights û parêzer, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî, bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re li ser rewş û karê penaberan axivî.
Anne Pertschê behsa qanûnên li dijî koçberî û penaberiyê li welatên YE'yê kir û got: "Ez dikarim bibêjim ku piraniya qanûn û pêkanînên di salên dawî de ne ji bo parastina mirovan, lê ji bo xurtkirina hewldanên vederkirinê û polîtîkayên astengkirinê ne. Mafên bingehîn ên mirovan bi piranî tên paşguhkirin û tedbîrên parastinê an mekanîzmayên piştgiriyê pir caran nayên pêşbînîkirin an naskirin. Wekî din, di warê qanûndanînê de di salên dawî de, me zêdebûnek girîng di dijminatî û cudakariyê de dît, di serî de li hember koçberan, lê di heman demê de li hember kesên ku hewl didin mafên mirovan biparêzin jî. Ev rewş di salên dawî de bi awayekî zêde di rêziknameyên qanûnî de xuya bûye."
DI HER GAVÊ DE XETEREKE RASTÎN HEYE
Anne Pertschê îşaret bi lawaziya jinan di pêvajoyên koçberiyê de kir û got: "Xetereya tundiya zayendî û li ser bingeha zayendiya civakî di her qonaxê de heye, ji revîna ji welatê bigire heya kampan û rêwîtiya di nav Ewropayê de. Li gorî NY'yê, ji sedî 90'ê jinên ku Deryaya Spî derbas dikin, bi tundiya li ser bingeha zayendî re rû bi rû mane. Di kampan de, jin nikarin bigihîjin tu parastinê; berevajî vê, xeter hîn mezintir e. Ne mekanîzmayên piştgirîyê hene, ne jî mekanîzmayên parastinê hene. Hem li Almanya û hem jî li Yewnanîstanê, cihên ewle kêm in, tuwalet û serşok ên hevpar in, ode nayên kilîtkirin û kamp qerebalix in."
Anne Pertschê wiha domand: "Rewşa li sînorên derve yên Yewnanîstanê, nemaze li giravan, hîn xirabtir e. Nebûna karmendên hesas di kampan de metirsiyê zêde dike, nemaze ji bo jinên ku bi tena serê xwe rêwîtiyê dikin. Jin di her qonaxa pêvajoyê de bi xetere û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Ne mekanîzmayên gilîkirinê hene, ne tedbîrên parastinê hene û ne jî gihîştina lênihêrîna tenduristiyê ya bingehîn heye. Mînak, par, li Kosê 10 meh bijîşk tune bû, di heman demê de 4 hezar kes di kampê de diman. Ji ber vê yekê, jin negihîştin alîkariya bijîşkî û piştgiriya derûnî li giravên pratîkî nayê xeyalkirin. Bi kurtasî, di her gavê de xetereke rastîn heye."
Anne Pertschê destnîşan kir ku xetereyên ku jin û zarok bi wan re rû bi rû dimînin pir cidî ne û got ku bi taybetî li kampên sînorên derve xeteretir e û kamp ji bo zarokan nehatine sêwirandin.
Anne Pertschê bal kişand ser şert û mercên kampan jî û got ku li kampan avaniyên hevgirtinê hema bêje tune ne. Anne Pertschê da zanin ku Navendên Xwegihandina Kontrolkirî ya Girtî (CCAC) ên li Yewnanistanê jiyana mirovan bi temamî sînordar dikin û got ku ev der wekî navendên binçavkirinê ne.
Anne Pertschê destnîşan kir ku pirsgirêkên ku koçber bi wan re rû bi rû dimînin girîng in û got ku nemaze jî di nêz zêdebûna astengkirina xwegihandina îltîcayê cihê fikaran e.
MA / Hîvda Çelebî
