STENBOL - Civaknas John Holloway ku ji bo “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” hate Stenbolê, çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk” li dar dixe. Konferans dê di 6-7’ê Kanûnê de li Eywana Konferansê ya Cem Karaca were lidarxistin. Rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, hiqûqnas û gelek kesayetên ku dê tev li konferansê bibin, hatin Stenbolê.
Parêzerê Marksîst, civaknas û fîlozof John Holloway ku dê diro roja duyemîn a konferansê de pêşkeşiyê bike, li Stenbolê çû serdana çendek saziyan. Holloway çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê û ji hêla ji parêzerên buroyê û endamê Şandeya Îmraliyê Faîk Ozgur Erol, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Raziye Ozturk, Sûzan Akîpa û Rezan Sarica ve hate pêşwazîkirin.
Civîn, saetekê domiya. Têkildarî şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê tê de tê ragirtin û geşedanên di sala dawî de qewimîn agahî hatin parvekirin.
