RIHA - Çetîn Arkaş diyar kir ku ew dixwazin pêvajo bi ser keve û got: “Li ser rûyê erdê ji bilî Rêber Apo kesek nikare aştiya di navbera Tirk-Kurdan de bike.”
Platforma Saziyên Demokratîk, li navçeya Hewagê ya Rihayê bi dirûşma “Ji bo mezinkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, aştiyeke birûmet û pêşerojeke azad” bi gel re civîn li dar xist. Di hevdîtinê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dovîzên “Serok Apo nîşan da komunalîzmê li nava gel deng da" û “Di rêya çareseriyê ya ber bi rêya aştiyeke birûmet de hêza teorîk û pratîk silav dike” hatin daliqandin. Civîn, li eywaneke navçeyê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Çetîn Arkaş ku 9 mehan di Girtîgeha Îmraliyê de mabû, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata û ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk weke axêver tev li bûn. Beşdaran, gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo", Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kir.
Raziye Ozturkê di civînê de got rewşa tenduristiyê ya Abdullah Ocaaln baş e, mirûzê wî xweş e û tevî tecrîdê jî têkoşîn û berxwedana xwe didomîne. Bi domdarî Raziye Ozturkê ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan, giraniya têkoşîna 50 salan hîs dike. Birêz Ocalan ji bo vê pêvajoyê digot; ‘Carnan dema min xwarin dixwar di qirika min de nediçî. Me pêvajoyên ewqas giran jiyan.’ Pêvajoya niha gihişt astekê. Birêz Ocalan ji salên 90’î heta niha li muxatabekî digeriya. Dixwest vê meseleyê bi rêyên aştiyane çareser bike. Niha heta astekî muxatab heye. Têkoşîna Serok ji bo gelê Kurd qadek vekir. Got ku hêza wî ya çareseriyê heye. Di serî de gelê Kurd, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn têkoşiya.”
Raziyê Ozturkê biryara “Mafê hêviyê” ya DMME’yê bi bîr xist û got ku li gorî hiqûqê divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe ku ev jî hêmaya sereke ya avakirina zemîna aştiyê ye.
'DIVÊ HER KES ÎRADEYA XWE RABER BIKE’
Ayla Akat Atayê jî got: “Hewceye di vê pêvajoyê de em yekitiya xwe, tifaqa xwe nû bikin. Tekane hêza dikare êrişan vala derxîne, gel e. Misogeriya herî mezin a pêvajoyan, gel e. Heke gel di aştiyê de israr bike, kîjan îktîdar jî were dê aştî bibe. Ji bo vê jî divê em eywan û meydanan tije bikin. Em îradeya xwe rabe bikin. Bila kesek li benda tu kesekî nemîne.”
'BILA RÊBER APO LI KOLANÊN KURDISTANÊ BE’
Çetîn Arkaş, got ku ew bi kelecane ku li bajarê “Rêber Apo” ye û wiha pê de çû: “Hêvîdarim ev pêvajo bi ser keve. Heke daxwaz serkeftina aştiyê be, wê demê divê li van eywanan ne wêneyên Serokatiyê, ew bi xwe hebe. Ji roja ji girtîgehê derketim heta niha li bajarên Kurdistanê digerim û pêvajoyê vedibêji. Kurdan bedela her tiştekî bi xwîna xwe da. Lewma ji vir şûn de tu kes dev jê bernade. Bila zemîna siyasetê di serdema nû de ji her kesî re vekirî be. Bila her kes fikra xwe bibêje û piştre gel biryarê bide. Hêmaya sereke ya demokrasiyê, wekhevî ye. Em ji fikrên xwe bawer in. Tu pirsgirêkeke me bi gelê Tirk re nîne. Sedema derketina me ya çiyê, polîtîkayên xelet ên dewletê ne.”
'GELÊ KURD RÊBER APO LI WIR NAHÊLE’
Arkaş, got heke behsa pêvajoyeke aştiyê were kirin, wê demê divê şertên dîlîtiyê yên Abdullah Ocalan bên rakirin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê derfet bê dayin ku Rêber Apo kê bixwaze bikare pê re hevdîtinê bike. Aştî tiştekî xerab nîne. Madem karekî bixêr dikin, wê demê hewcehî bi veşartina tiştên tên kirin nîne. Em dixwazin heta serê salê Rêber Apo di şertên azadtir de bijî û bikare bi derve re pêwendiyan deyne. Gelê Kurd, gelekî birûmet û bişeref e. Lewma heke behsa yekitiyeke Tirk-Kurdan wer kirin, hin nirxên sereke ku dev jê bernade hene. Gelê Kurd, di şertên herî zehmet de jî Rêber Apo li wir nahêle. Nabêje tu li wir be em jê bila azad bijîn. Kes vê qebûl nake.”
'DIVÊ PÊVAJO TEQEZ BI SER KEVE’
Arkaş, bal kişand ser dijberiya pêvajoyê ya hinek derdoran û axaftina xwe wiha qedand: “Rêber Apo, pêvajoyê pêş dixe lê hin derdor hewl didin sor bikin. Em naxwazin ev pêvajo têk biçe. Dixwazim bi ser keve. Bila heqên me yên qanûnî bên dayin da ku em jî di partiyê de siyasetê bikin. Ev pêvajo mecbûr e bi ser keve. Li ser rûyê erdê ji bilî Rêber Apo kesek nikare aştiya Tirk-Kurdan bike.”
Hevdîtin, bi beşa pirs-bersivan bi dawî bû.
